logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Ma tu bi kurdî biaxivî wê kurd rizgar bibin?!

  • Dîrok: 14/02/2011

Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez çûm komeleyê ku du zarokên min ên ku ez bişînim dersên zimanî kurdî hebûn.
Berpirsyar an jî serokê komelê ev bîst sal in ez nas dikim. Dema ez dîtim bi rûyek bi kên got: “Merhaba heval.”
Min got: “Merhaba; çawa yî?”
Got: “İyiyim, sen nasilsin?”*
Gotûbêja me wiha berdewam kir. Min bi kurdî û wî jî xwe şaş nekir bi tirkî vegot. Dawiya dawî em hatin ser mijarê û min pirsî: “Civîna malbatan a xwendekaran ên dersên zimanî kurdî çi wext e?"
Bi hêrs bersivand: “Yeter, birak civîn û mivîni; toplanti..”**
Wayê xelî li sarê min; “civîn û mivîn”..”toplanti”.. Emê çi bikin serokê komeleke kurdan ji zimanî kurdî aciz dibe; illê “toplanti” dixwaze..
...
Di jiyana xwe de min pir caran Donkîşotî kir; ji wan pirî caran dîsa min her carê şerê xwe yê Donkîşotî li hemberê aşên ba winda kir; ez bi ser neketim.

Vê carê jî ez dizanim, ez Donkîşotî dikim.
Bi rastî vê carê ez nizanim Donkîşot ez bi xwe me yan zimanî min e. Em kîjan Donkîşot, kîjan Panço ne? Ev ne girîng e. Ya girîng  li hemberî tiştên ku li hemberî rastiya min berxwedan û şer kirin e.
Li doraliyê min hemû kurd in lê tu kes kurdiyê bi kar nayne. Kurdên doraliyê li hemberê min dibin ejder lê ez dizanim ew aşên bê ne.

Min gorî biryara xwe û zimanî xwe her gavên xwe yên bi kurdan ve kurdî axifîn danîbû pêş xwe û dev bi kurdî axaftinê kiribû. Ciyê ku ez kar dikim em çend kurd dixebitin. Me di nav xwe de piranî bi tirkî û bi mişteriyan re bi almanî diaxifîbû. Rojek min biryara xwe ya 'bi kurdan re bi kurdî biaxifim' ji bo  hevalên xwe yên kargehe anî ziman: “Hevalno min biryarek daye: Êdî ezê li vir bi we re bi kurdî biaxivim.”

Yekî bi tirkî got: “Ama Kurtçem yetmez ki konuşayim.”***

Yekî din got: “Ezê bi te re bi kurdî deng bikim.”

Min got: “Hûn dixwazin bi tirkî an bi almanî biaxivin lê hûnê ji min kurdî bibihîzin.”

Tu kesî li hemberî biryara min tiştek negot. Bi vî awayî li ciyê kar dikim jî min dev bi kurdî jiyînê kiribû.

Hevalan bi piranî bi tirkî lê carna qest ku karibûn bi kurdî û almanî bi min re diaxifîn. Bi vî awayî  jiyana kar gelek dijwar dibû. Carina stres dibû dema kar ku zêde dibû. Zimanên me, yê min kurdî, yên wan tirkî û almanî, tevlihev dibûn û kar betal dibû dema ku wan ez fêm nedikirim. Pirî caran ez mecburî pêyvên tirkî dimam ji bo ku kar hêsan bibe. Dema min pêyvên tirkî bi kar dianî zimanî min ditêziya mîna ku bi îsotên tûj dişewitiya.

Rojek ji hevalên min yekî got: “Neden boyle yapiyorsun; bizi zora sokuyorsun ve kendini tuzaklara düşürüyorsun. Ne olur yani sen Kurtçe konuşsan ya da konuşmasan. Ne olur Kurdistan mi kurulur. Kurtler mi kurtulur esareten. Bu mucadele ve direniş senin bizimle Kurtçe konuşmana kalmişsa…”****

Min meselek jê re vegot: “Li gundî me mêriyek hebûye. Ev merik hinek tirsonek bûye. Rojek sangoyekî wî mêrî ser jina wî de çûye. Sengo bi sitûriyên tûj jinik ger erdê kiriye û pê de kutaye. Jinikê di nav xwêdanê û xwînê de hawar kiriye. Merik ji tirsan nikaribûye nezikî sengo bibe, lê li durî sengo û jina xwe dengê xwe bilind kiriye û gotiye, “oha, oha, oha…” 

Çi bûye, çi kiriye jinik ji nav sitûriyên sengo filitiye. Di nav xwîn û xwîdanê de li mêrî xwe hêrs ketiye û dengê xwe bilind kiriye; gotiye: “Hinek ma bû ku sengo ez bikuştama; te çima tiştek nekir?”

Mêrik gotiye: "Hê min çi bikira jinik; tama min sê caran oha oha oha got.”
“Êe, çi bûye?” got hevalê min.
Min got: “Hê çi bibe; sengo ser we de tê; ez jî dibêjim oha oha oha.”

 

*Ez baş im, tu çawa yî?
**Bes e, dev ji civîn mivînê berde, toplanti (Li vir kurdî û tirkî tevlihev dike)...
***“lê kurdiya min lê neki ku ez pê biaxifim.”
****“Çima wiha diki; me didî zorê û xwe dikî kemînê. Çi dibe ku te bi kurdî axifî an na. Ma bi kurdiya te Kurdistan ava dibe? Kurd ji dilgirtî difilitin? Ger ev tekoşîn û berxwedan li benda kurdiya te ma be, weylê...”

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Carek din Zerdeşt û wergerandina tekstên derheqê wî

  • 30 Berfanbar 2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- II)Min tasawir kiribû ku ji notên xwe yên xwendinê yên dîrokê tekiliya ramanên Zerdeşt, Mazdek û elewîtiya...

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • 23 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Herodotes di pirtûka xwe di beşên çêbûna Kyros û bisertextketina wî de çîrokeke dûr û dirêj vedibêje; xuya ye, di vê vebêjê de ji alî dîrokî de her çiqas hin tiştên dîrokî...

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • 23 Kewçêr 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Cara yekem piştê nexweşketina min a ku wê demê heft torbe xwîn dabûn laşê min, da ku di laşê min de xwîn nema bû, ez û xanima min bo kontrola sihetê bi seyarê bi rê ketin. Rêya...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Parîs bû platoya fîlman: Di vî warî de rekor şikand

ad

Nixtoş Sînan Sutpakî vera nêdanê

ad

Fîlmamedê dest pê kir

ad

Rîskên li zimên xwedî derketinê

ad

Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan

ad

Hevdîtina Bush û Barzanî li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname