Sê meh berê min Elbistana xopan, wêrane û kambax di cih de hişt û ez çûbûm. Niha dîsa vegeriyam Elbistana ji ber erdhêjê wêranebûyî. Kavilên avahiyan rakirine. Xanî û avahiyên dîwarqelaştî, stûnhilweşiyayî vala kirine, li holê bêdeng dawiya xwe ya jiholêrakirinê dipên. Kolan û kuçeyan nas nakim. Ji bo ku bizanibim ez li ku derê me berê avahiyekî ne xilxilî kifş dikim, pişt re dijmêrim û dibêjim “aha falan dikan li vir, fîlan avahî li wir bû û ez li filanca derê me.”
Li ser wan dîwarên neketî dîwarnûsên bi rengareng ên bi boyaxa fisfisê nivîsandin bala min dikişîne. Wêneyan wan yek bi yek bi iPhoneya xwe digirim. Xuyayekurdekî ev dîwarnûsna neqişandiye. Bi tirkî nivîsiye lê peyvên kurdên Elbistanê bi kar aniye.
“Giran mi girdi”, “Cangama var…dolleri nerde siiz”, “Malamed ettiniz”, “Bir sohum giyma yemeye gel bari”, “Nerdesiiz soyhalar”…
Nava bajêr niha ji kontêynan dikan bi rêz bûne. Di kolan û kuceyan de qelebalix ne mîna berê ye lê dîsa jî heye. Bêdengî ye, têkiliyek, danûstandinek heye lê bêdeng e.
Bûyerek mezin bû ev erdhêj, ev zelzele. Na na erdhêj nebû, tu dibêjî cinawirên bin erdê dixwestin ji bin erdê derkevin û hilma xwe bigirin. An cinawirên di bin erde de ji zincîrên xwe filîtî bûn, bi bezeke dîn di bin lingên me wekî hespên hov û kovî em û her tişt ji ser pişta xwe diavêt hewa.
Heta îro min jî nedixwest qala vê yekê bikim. Ez li vir bûm, min jî jiyibû.
Ez li gund bûm. Wê şevê min saetê mêze nekir lê berê berbangê bû. Min çendek qedeh eraq vexwaribû. Hinek bi hevala xwe re ketibûm dembuherkê û pişt re çend rûpel ji pirtûka bin destê xwe min xwendibû. Ez bi xew ve çûbûm. Demek derbas bû lê nezanim çiqas… Gir gir gir di bêjingekê de li ba diçûm. Ji xewa kûr derketibûm, êdî nîvxwevî, nîvşiyarî bûm. Min dizanibû, erd diheje, ev zelzele ye. Nezanim ji ber dereng raketinê an ji ber çend qedeh eraqvaxwarinê bû min nedixwest ez ji xewê rabim. Erdhêj e, lê dê bi dawî bibe, ev bi dawî nebû. Min berê de jî erdhej dîtiû. Girm girm, gir gir dawî dibû. Vê carê dawî lê nehat. Gir gir gir gir…dibêjingê de me. Demek berdewam kir, nizanim çiqas dûr û dirêj, sekinî. Yek du deqe pişt re du caran kir girm, girm ez ji xewê hilpekiyam. Hevala min hesiya, min got “erd dihêje”, wê got “na lo bi te werg tê, tu dixwazî min bitirsinî.” Min got “na na erd dihêje” û ez ji nav nivînan derketim, peya bûm, lê elektrîk tune bû. Bi roniya telefona xwe çûm ligel xanima malê li dora masê rûniştim û ketim înternetê. Di twitê de profekî qala erdhêjeke mezin dikir. Bi wî profî re hevaltiya min nîn bû, lê hevalên min twîta wî parve kiribûn. Ez hê tê negihîştibûm ku çi qewimiye, ji bo ku li mala me tiştek xirab nebûbû. Xanî saxlem bû; her çiqes elektrîk tunebe jî di mal de tiştek ketî, tiştek xişbûyî tune bû.
Hevala min hat û got “zelzele bûye.” Min got “min ji te re got erd dihêje, te got na tu dixwazî min bitirsînî.” Got “na na ev tiştek pir pir mezin e, Pazarcix û Elbistan bi erdê ve yek bûye, zayiyat pir e.” Pismamê wê ji Elbistanê telefon kiriye û xeber daye û xeber pirsiye. Me nizanibû çi bikin. Em jî û erda me jî hejiya bû. Hem jî kûr û dûr lê li mala me tiştek neqewimîbû.
Ez bi roniya telefonê çûm hûndir, kontrol bikim, min dî, di odeya dawiyê de bi sedan tişt û miştên ji bo zivistanê hatibûn şûşekirin ser hev de ketine û bela wela bûne. Min xwe bi xwe got ev bi rastî bûyerek mezin e. Min ji hevala xwe re eynî tişt got, wê jî got erê ev erdhêjek mezin e, em baş in lê di gund de kê çi bû, gundî çawa ne? Me xwe gor sermê pêçand, me tişt û miştên stûr li xwe kirin û bi der ketin. Em bi der ketin, lê der ne mîna me hiştibû. Berf barîbû, rê girtibû, berf li ser çokên me bû. Em bi zorê nav di gund de geriyan lê çi xaniyên xilxilî, çi jî deng, me tiştek ji gundiyan nehîst. Bêdengî bûn. Em vegeriyan mal.
Me xwest em rakevin. Heta saet duwazdehên nîvro me li ber xwe da, em rakevin, lê ji ber telefonan nebû. Me got em bi der kevin û hilma xwe bigirin. Ji ber telefonan serê me diêşiya. Televîyonê me tune bû, gor me em ê baş bûn, lê gor nasên me em ê di nav metirsiyan de bûn. Bo vê yekê telefon li ser telefonan…
Nîvro bû, em bi der ketin. Ji ber berfa bi bê derî ji bexçe derketin ne pêkan bû, berf li navîna me bû. Min bêrek hilgirt destê xwe û ji me re riyek vekir û em ji bexçeyê derketin. Li der bexçeyê berf li ser çokên me bû, min rêçek vekir, em ketin nava gund. Me navenda gund derbas kir, hatin bindîla goristana gund û ji goristanê wê de avahî tune bûn, goristan dawiya gund an destpêka gund bû. Em vegeriyan. Me dî du seyên gund li ser riya me sekinîne û diewtin, tu dibêjî har bûne. Me nav xwe de got “çi bi van hatiye”. Ji nişke ve mîna guleyan xwe berjêr nav zeviyan de berdan, ji ber çavan winda bûn. Me xwe bi xwe got dibe kergûyek dîtine. Me nezanibû se bi erdhejê dihesin.
Em meşiyan heta çiyê se sekinîne û diewtin. Ji nişke ve ji hêla me ya rastê ve min hîs kir ku cinawarek ji bin erdê bi hemû harbûna xwe rabûye û bi dengekî xoo xoo tê. Min ji hevala xwe re got “aha tê”. Û em ji erdê rakirin û hevala min hêlekê de ez bi hêlekê de avêtim. Dema min xwe diavêt erdê, nav berfê, min bangî hevala xwe a dûr ketî kir û got “xwe bavê erdê.” Wê jî xwe avêtibû erdê lê eynê gavê xaniyên li hemberê me di bin toz û dimanê de ser hev de hildiweşiyan. Nav berfa spî de toz û dûmaneke sor û boz rabûbû. Lê cinawirên bin erdê nesekinîbûn, em ji erdê bi qasî deqeyek rakiribûn û danîbûn erdê. Xanî û çiyayên hemberê me radikir hewan û hildeweşand, datanî erdê. Yekî ji bûyera erdhejê bêxeber bi rastî dê bigota cinawirek an cinawerên di bin me de didin lotikan.
Şivanê gund, mala wan li hemberî me bû, bi malbat hemû bi hev re di nav berfê de bi hêla me de diqîriyabûn, “low low mala apê Seyd mala apê Seyd.” Mala apê Seyd li pişta me bû, em rabûn ser xwe û me xwest em bibezin, lê di nava berfa li ser çokên me encax bi zorê lê ne bi bazdanê, bi ketin û rabûnê em ber bi wê malê de çûn. Dema em gihîştin ber deriyê apê Seyd, ew ji mal derketibûn. Xanî di bin toz û dûmanê de bû. Ew, kal û pîr jî tu dibêjî xalî li ser wan barandine. Xwe bi xwe filitîbûn. Pîrê şîna xwe dikir.
Me nezanibû li ku çi bûye, lê me zanibû li gund bi dehan xaniyên kevin hemû ser xwe de ketibûn; tu mirî û birîndar tunebûn. Êdî elektrîk tunê bû, rê girtî bûn, telefonan nedikişand, ava gund jî nedihat. Em di çolekê de winda bûbûn. Piştî sê rojan dengê qirêderan hat û piştî qirêderan bi jîpên tekerbilind alîkariya yekem ji xortên Zanîngeha ODTU’yê hat. Piştî vê yeke bi du rojan elektrîk hat û ava gund piştî erdhejê bi heft rojan hat. Du sê roj ava vexwarinê nîn bû, ji kaniyan çamûr diherikî.
Sê roj piştî erdhêjê riya gund a ji ber berfê hatibû girtin, vekirin û cenazeyên miriyên li bajaran ên ji bin kevilan derxistibûn bi dû hev anîn. Me du sê roj cenaze radikirin. Di vê navberê de ji gund daketim Elbistanê, min rewşa bajêr bi çavên xwe dît. Xanî û avahî ser hev de xilxilî bûn. Kolan û kuçeyên bajêr bi kavilên avahiyan bi girên biçûk girtibûn. Li navenda bajêr bûm. Hinek li du can û hinek jî li dû mal bûn. Hin kes di bin kavilên xanî û avahiyên xilxilî de laşên bêcan ên nehatinderxistin digeriyan û hin kes jî, ew dikandar bûn, tişt û mişt û kelepûrên xwe derdixistin.
Cengame û tevliheviyek, cengek, şerek habû û dewlet tune bû, her tişt malabed, yanê berbat kiribû. Kî çi dibêje bila bêje, kî dengê xwe dide ku derê bila bide…Ya ku min dî cengame habû û malabed kiribûn.


