logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Çend notên ji Pêşangeha Pirtûkan a li Qamişlo

Di 20’ê Tîrmehê de, 4'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi diruşma "Bixwîne, xwe

  • Dîrok: 26/07/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

QAMIŞLO
Di 20’ê Tîrmehê de, 4'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi diruşma "Bixwîne, xwe nas bike" dest pê kir û 24'ê mehê bi dawî bû.

Ji ber sedemê vîrusa koronayê pêşangeh rojek berî dîroka xwe bi dawî bû.  Pêşangeh ji aliyê Desteya Rêveberiya Rojava ve hate organîzekirin.

Vane hin notên ji pêşangehê:

- 39 weşanxane beşdarî pêşangehê bûn. Weşanên Şilêr, Ava, Neqiş, Meda, saziyên wekî HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê), YNK-S( Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya) jî di nav de bû.

- Weşanxaneya Şilêr di sala 2017'an de li Rojava hatiye avakirin. Ew bi li dor 200 pirtûkî beşdarî pêşangehê bû. Li dor 30 pirtûkên nû ku li bendê bûn wan jî bînin lê ji ber hin pirsgirêkan ew negihan pêşangehê. Endamê Weşanxaneya Şilêr Selah Yûsiv li ser vê wisa gotiye: "Hin pirsgirêkên teknîkî di çapê de bandorek neyênî li weşanxaneyê kir. Bi sedema berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmên derdor û pêkanîna Rêveberiya Xweser a tedbîrên pêşîlêgirtinê yên girtina tevahî dergehên sînor bi başûrê Kurdistanê re."

Şilêr pirtûkên cur bi cur in, siyasî, civakî, wêje, çîrok, roman, helbest û pirtûkên dîrokî ku bi zimanên kurdî, erebî, ingilîzî û tirkî bûn beşdar bû.

- Weşanxaneya Ava par li Rojava hatiye avakirin û wekî weşanxaneyeke serbixwe dixwaze pirtûkên nivîskarên kurd ê li parçeyên din çap bûne bigihîne Rojava. Avayê dest bi çapkirina pirtûkên nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv kirine. Avayê pêşî romana Yûsiv "Firîna Bi Baskên Şikestî" çap kir û yên din jî dê çap bike. Ava jî bi pirtûkên xwe li pêşangehê bû.

- Weşanên Neqiş hê îsal li Qamişlo hatiye avakirin. Heta niha 6 berhemên wan ên wêjeyî çap bûne, ew bi pirtûkên xwe li pêşangehê bûn.

Endamê Weşanxaneya Neqiş Abdullah Şêxo li ser pirsgirêkên çapkirina pirtûkan ên weşanxaneya wan wisa dibêje; "Hin astengî der barê çapkirinê de derketin. Li herêmên me asta çapkirina guncaw bi pêş neketiye. Ji lew re neçar dimînin pirtûkan li Başûr, Bakur an jî Rojhilatê Kurdistanê çap bikin. Ji ber çapxaneyên li wir baş in û buhayên pirtûkan guncaw in. Ji lew re hêvî dikin ku asta çapkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî baş be."

- HRRK'ê jî li pêşangehê standek vekir. Gelek nivîskaran li standa HRRK'ê pirtûkên xwe îmze kirin.

- Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya jî li pêşangehê stand vekir.

- Bi rewşa aboriya Rojava re jî eleqedar, di pêşangehê de buhaya pirtûkan zêde hat dîtin. Di vî warî de Komîteya Amadekar gavek avêt: Komîteyê wekî alîkarî li xwendevanên pirtûkan kertên bi nirxê panzdeh hezar lîreyên sûrî belav kirin ku pirtûkan bikirin.

- Di pêşangehê de hin gotûbêj û panel bi kurdî, erebî li dar ketin, hin agahên muzîkê jî çêbûn.

- Di beşek de Beşa Pirtûkên Zarokan jî hat vekirin.

- Komîteya Amadekar di merasima girtina pêşangehê de wêneya Şehîd Herekol radestî dayîka wî kir. 

- Komîteyê pêşniyar kir ku rêveberî karê çapkirina pirtûkên sê nivîskaran, nivîskar Salih Heydo, Xidir El-Hemadî û Konê Reş bigire ser xwe.

Di çêkirina vê nûçeyê de me ji nûçeyên ANHA, hesabên civakî yên saziyan û çavdêriyên hin hevalên me sûde girt

 

**

Nûçeyê Eleqedar:

- Pêşangeha Pirtûkan rojek leztir hat girtin 

- Li Qamişlo eleqeya ji bo pêşangeha pirtûkan baş e 

- Li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan vebû 

**

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heyeta Yekîtiya Ewropayê çû serdana Hevşaredarên Wanê

ad

Dewletê bi navê "kayyûmê dest danî ser Sûr û Farqînê

ad

Nameşandina ji bo van rojnamegeran qedexe ye!

ad

YEWKURD çû serdana Payîz Pirtûkê

ad

Biryarê newey serê qedexeyan de

ad

'Êvara Dilsoziyê Bo Ehmed Huseynî' hat li dar xistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname