Diyarname
Rojnamegerê kurd ê ji Îlama rojhilatê Kurdistanê Behroz Boçanî di dema penaberiyê de li ser tiştên jiya pirtûkek bi navê "Tenê çiya hevalên me ne" nivîsandibû. Niha ji vê pirtûkekê dê fîlmek bê kişandin.
Dema xelat dabûn ev pirtûka Bûçanî, wî li ser vê wisa gotibû, "Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê nenivîsiye, tişta ji bo min girîng ew e ku bi vê re êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûsê ji bo cihanê rabigihînim." Û par li Avustralyayê pirtûk hatibû xelatkirin. Niha dixwazin ji vê pirtûkê fîlmekî bikişînin.
Li gor nûçeya di rojnameya The Guardian de sê kompaniyên ji Awustralyayê xwe dane ber ku fîlm bikişînin. Kompaniyên awustralyayî Aurora Films, Sweetshop & Green û Hoodlum Entertainment amadehiya fîlm dikin. Plan ew e ku di nava sala 2021'ê de li Awustralyayê dest bi produksiyona fîlm bikin.
Nûçe radigihîne ku Akos Armont dê senaryoya wê binivîse û produktorî jî dê Antony Waddington bike.
Behroz Bûçanî kî ye?
Behroz Bûçanî (Bi îngilîzî "Behrouz Boochani" tê bikaranîn) di 21’ê tîrmeha sala 1983’yan de li bajarê Îlam yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê PEN'a Kurdî ye. Berî bi 7 salan berê xwe daye Awustralyayê. Ew yek ji damezrînerê kovara wêjeyê ya kurdî Werya ye ku li rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013’yan hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê da. Ew neçar ma bireve û wî berê xwe da Awûstralyayê.
**
Nûçeya Eleqedar: