logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

“Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e

  • Dîrok: 06/02/2013

Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke biçûk lê bi kedek mezin çêkiriye û serketiye; bi filmê xwe sînemaya kurdan û kurdî dewlemendtir kiriye. Fîlm çîroka malbateke mereşî ya ji Komkujiya Meresê filitî, ji dema niha bi dengê ku li kasetên teybê tomarkirî werdigerîne dema boriya komkujiyê û vedibêje. Mijara ku ez dixwazim li ser bisekinim fîlm bi xwe nîn e, lê bi kurtî bêjim, fîlm bi avakirina çîrokê û bi dîmenên xwe yên hunerî gelek serketiye. Ya balkes û mijara ku ez dixwazim li ser bisekinim, Zeynel Dogan filmê xwe bi devoka kurmaciya Mereşê bi taybetî devoka eşîra sînamiyan çêkiriye û ev cara yekem e bi vî devokî filmek tê çêkirin.
Demek dûr û dirêj e ez dixwazim li ser mijara devokan, bi teybetî biçûkdîtina kurmancîaxêvan a devokên hev, nêrînên xwe binivîsînim. Biçûkdîtina devokên hev di nav kurmancîaxêvên bakurê Kurdistanê de pirsgirêkeke mezin e; ji ber vê biçûkdîtina devokên hev dema kurdên herêmên cuda ku hatin cem hev bi kurdî neaxivîn û esîrê zimanî tirkî dibin. Kurd bi vî awayî, bêhêstiyar, asîmîlasyonê hev kurtir û zimanê dagirker û asîmîlekaran nav xwe de bi hêztir dikin.
Dema qala devokan bibe serboriyeke min tê bîra min. Bîst salan berê min xwest kurdiya xwe sererast bikim, ji bo vê yekê min dest bi hînbûna xwendin û nivîsandina kurdî kir. Di wê demê de kovara “Tewlo” nû dest bi wesana xwe kiribû û têde hevalekî min karîkatursazî dikir. Rojek em rastî hev hatin û min bi dilgermî kovar û xebatên wan pîroz kir û min got, “Min nezanibû tu kurd î. Ez bi xwe jî kurd im.” Hinek bi şaşbûyî û lê bi kêfxweşî pirsî “Tu ji ku yî?” Min bersivand, “Ez ji Albistana Mereşê me.”  Bi nêrînek biçûkdîtî û bi henek got “Bêê, tu jî ji kurdên me yên ‘kapî kapamîşke’ yî.” Demeke dûdirêj vê bûyerê tesîr li min kir, min ceserat nekir kurdiya xwe bi kar bianiya. Ez ji devokê xwe ditirsiyam.... Min ji dê û bav, dapîr û bapîrên xwe tu carî “kapî kapamîşke” gotin nebihîstibû, berevajî “derî bigire”, “derî kozke” digotin.
Dema ez derbasî Ewropayê bûm ev nexweşiya devokan bi teybetî devoka Mereşê biçûkdîtin li vir jî pêşketibû. Ev qest pêşketibû ku di serbestî û azadiyê de kurdên ku bi hev re kurdî diaxivîn kêm bûn, zimanê tirkî bi kar dianîn, hê jî wiha ye. Min dipirsî, çima bi kurdî neaxivin? Yên derdora min piranî mereşî bûn, digotin em kurnanciya rastî nizanin, kurmanciya me ne ya rastî ye. Min digot kurmaciya rastî ci ye, kurmancî kurmancî ye. Lê ev biçûkdîtina devoka mereşê ew qes tesîrdar bûyî bû ku mereşiyan li kurmanciyek rastî digeriyan. Bi tenê mereşî nîn e ya ku min dît meletiyan, sêwasiyan, semsûriyan û konyayiyan li kurmanciya rastî digeriyan. Ev biçûkdîtina devokan bi qesî asîmîlasyona dagirkeran bi tesîr bû. Rojekê hevalek ji Amedê ji min re vegotibû, kurdek ji Meresê li Parîsê çûye ba Cegerxwîn û xwestiye pê re bi kurdî biaxive. Dawiya dawî Cegerxwîn gotiye tu baş û xweş bi tirkî diaxivî ew çend peyvên kurdî di nav de nebe hê jî baştir dibe tirkiya te. Ez li heval hêrs bûm, min got vegotinên bi vî rengî ne xweş in. Min bawêr nedikir ku Cegexwîn wiha bêje û henekên bi vî awayî gorî min ji mantiqa kemalîzma tirkan a tekperezî dihat.
Min zanibû, pêla asîmîlasyona dagirkarên tirk bi xwezayî berî her tiştî û her kesî li yê ser sînorê dabû û bi vî awayî zimanê wan xera kiribû. Gelek gotin û vegotinên kurdî cihê xwe ji bo yên tirkî terikandibûn. Ev tiştek xwezayî bû, lê ya nexwezayî dema têkoşîn û berxwedaneke hebûn û tunebûnê da kurd kêmasî, xerabiyên devokên hev behane dikin, biçûk dibînin û kurdinan ji kurmanciyê sar dikin û dûr dixin.
Ma bi rastî devokê kurmanciya Meresê  ew qast xera bû ku di nav gelê kurd de bûbû naveroka teşqela û henekan? Na bi rastî ne weha bû. Eger ev devoka xera bûye di nav sî, çil salên dawî de bû.
Ji xwe zanim; her ku min xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş de dibir ez bi dewlemdendiya devoka xwe dihesiyam;  ji ber ku gotin û vegotinên ku di zarokatî de min ji kal û pîra xwe bihîstibûn dihatin bîra min. Pêyv û vegotinên winda didan dû hev, di mejiyê min de vêdijîn. Ji guherîna çend dengan û kêmasiya çend peyvan bêtir tu xerabiya vî devokî tune bû. Rast bû nifşê nû pêyvên tirkî dikirin nav kurmanciya xwe, ev jî dû pêlên mezinên asîmîlasyonê tiştek xwezayî bû. Ji bo vê yekê bi her kurdî re çi ji Mereşê çi ji herêmeke din ên Kurdistanê bi kurdî diaxivim û yên ku dibêjin kurmanciya me ne ya rast e re jî ez bi kurdî diaxivim û dibêjim; Tu kurmancî biaxiva, ez fêm dikim, ya rast ev e. Bila axaftina yên mereşî peyvên tirkî û bila yên mêrdînî de peyvên erebî hebin, bes bi kurdî, kurmancî biaxivin, ez guh didim. Ez û em ê li ber xwe bidin, hev fêm bikin.
Devok merheleya hilkiştina ber bi zaravayî gelemperî, zarava jî merheleya hilkiştina zimanê gelemperî ye. Her devok kêm e, lê bê devok em nikarin bigihên zimanê xwe yê gelemperî. Ne devok ne jî zimanê gelemperî ji hev û ji xwe dûr bixin. Ji bo gihîstina zimanê gelemperî zaravayê xwe neterikînin, berevajî ev bi bikaranînê  pêktê. Bi filmê “Dengê Bavê Min” min dengê devoka mereşiyan bihîst û digot ji devoka xwe fedî mekin û bi kar bînin.
Fîlmê derhêner Zeynel Dogan “Dengê Bavê Min” ev muhasebe anî bîra min. Mereşî bila ji devoka xwe fedî nekin û ji wî karanînê dûr nekevin û bi ser vî devokî re bila bigihîzin kurmanciya gelemper, yan jî bi gotina wan “kurmanciya rastî”.

kazimpolat@hotmail.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Dema ku ez ji bo ziman kêşiyam şikeftê

  • 05 Berfanbar 2010

Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikefta xwe û ku Xwedê negot nebêje jî lê ez xwe bi xwe re dibêjim: Bixwîne; bi...

Dîrok û Çîrok; pêdiviya me bi rastî heye

  • 08 Berfanbar 2012

Çend  hevalên ji vî quncikî nivîsên min ên li ser dîrokê xwendin ji min re e-mail şandin ku tê de xuyaye, min wekî dîrokzan dibînin. Divê...

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

  • 15 Rezber 2020

Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira”...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev fînal dê bandorê li 5 tîman bike

ad

Dev ji cixareyê berde 8 hezar YTL'yê bigire

ad

Her kes têkçûnê tem dike, tu jî!

ad

Jiyana Manî pêxember

ad

Rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan

ad

Dem dema belgefîlman e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname