Mijara: 2008 û helbesta me -4-
Ey hebîba!Ger cihennem dave bit tu dane bî
Bi qesem dê biçme nav da ez bi qesda daneyê
Siyehpoş
Em di sedsala 17’emîn de rastî geş bûn û kamilbûna helbesta kurdî tên. Di vê qonaxê de nasnameyeke resen û xurt bi destê helbestkarên wê demê (Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û hwd) tê çêkirin. Ev serdem her wiha di heman demê de hem ji alî siyasî û hem jî ji alî çand û kulturî ve gelek guncav e. Ji ber ku Dewleta Osmanî seranserê rojhilata naverast desthilatdar e û kurd jî di bin vê sîwana olî de xwedî destlatdariyeke herêmî ne. Ev desthilatdariya olî rê dide ku hemû çand û kulturên cîran bi hev re têkevin danûstandineke sûdewar. Lê tevî vê têkiliyê helbestvanên kurd şêwaz, teşe û vegotineke cuda bikaranîne. Tenê di hêla ferhengê de em rastî hevbeşiyekê tên. Ew jî ji ber forma helbesta wê demê ye, ku mijar bi kêşeyî hatiye saz kirin. Ger em helbesta me ya klasîk û ya cîranan ku wêjeya dîwanê jê re dihate gotin danberhev bikin;
XEZEL: Helbestên ku mijara wan evîn, çelengî û serxweşî ye û bi beyt (malikan) hatine nivîsandin di helbesta dîwanê de 5-9 beyt in. Lê ên kurdî ji xwe re sînorek danenîne. Berevajî wêjeya dîwanê ne tenê malika ewil bi beşavende, lê malikên din jî bi rista diduyê bi malika ewil re bi aheng û beşavende.
QESÎDE; Helbestên ji bo pesinandina navdarên oldar, desthilatdar û serweran hatine nivîsîn in. Ji 33’ê heta 99 malikan in. Lê kurd di vî warî de jî elastîk in. 13 qesideyên Melayê Cizîrî hene.
MESNEVÎ: Dîwanên ku mijara wan evîn, ol û tesewwif, şer û pakrewanî ne. Di helbesta me de jî mesnewî gelek hatiye nivîsîn lê, li vir divê bi bîr bixim ku serwer û pêşengê kurd Exmedê Xanî dirûv û teşe û naverokeke din daye mesnewiyê û wî bi wê pradîgmaya neteweya kurdî nivîsiye.
ÇARÎN: Tenê malika didu û ya çarê beşavendin. Di helbesta me ya klasîk de jî gelek çarîn hatine nivîsandin. Lê ên kurdî dîsa dûrî wan rêçikan in.
MUSTEZAT: Teşeyeke taybet a xezelê ye. Li pey malikek dirêj yeka kurt tê. Di dîwana Melayê Cizîrî de 1 mustezad heye.
Dîbace: Di despêka dîwana xwe de nivîskar armanca xwe vedibêje. Exmedê Xanî bi awayek pir watedar ev tişt kiriye;
Da xelq-i nebêjitin ku ekrad
bê me’rîfet in,bê esl û binyad
Enwaê’ millet xwedankitêb in
kurmanc-i di bê hesêb in.
Her wiha wek wêjeya dîwanê di helbesta me ya klasîk de jî cureyên nezmê methiye, mersiye, naat, tewhîd û munacaat, hîcviye (rexnekirin), nazîre jî hatine bikaranîn.
Em van taybetî û cureyên nivîsandinê di hemû helbestvanên klasîk de dibînin. Helbet di ber van hevbeşiyên berbiçav re rastî cureyên resen ên kurdî jî tên. Helbestvanên kurd çi berî ola îslamê çi piştî wê helbestên kîteyî nivîsîne. Piranî heft, heşt, deh kîteyî ne. Lê em rastî yanzdeh, diwazdeh, şazdeh û heta nozdeh kîteyan jî tên.
Dîsa rê û rêçikên vegotineke hunerane di helbesta klasîk de zor ciwan hatine afirandin. Ew ne ji ya hemdemên xwe lasayî û kêmtir in. Her wekî;
Teşbîh; Ji bo vegotineke berz û bilind avakirina têkiliyek xurt di nav bera tişt an têgehên ji hêla çawaniyê ve hevbeş.
Qurbanê du zulfê şehmarê tu em ez (Sîyehpoş)
Mecaz; Hunera bikaranîna peyvê ya wateya dij-rastiya wê..
Çi hatî serê te ey çeşmê çirayem (sîyehpoş)
Telmîh; Hunera vegotina takekes, bûyer an tiştekê bi awayek nerasterê.
Subhan ji Şahê bi tenê (Feqiyê Teyran)
İstiare; Hunera ku peyvekê ji bilî wateya ferhengî, bi şibandina tiştekî din vebêje
Ketme behra muşkîlatan/çûme halê heyretê (Feqiyê Teyran)
Husn-i Talil; Hunera ku bûyerekê bi bûyereke nîgaşî vedibêje.
Berê xo da bi min carik,hilîna xadimê çarik
Me dît hilbû ji wê narek, çek û zêra şefeq dabû (Bekir Begê Erizî)
Kînaye; Hunera ku peyvê hem di wateya ferhengî û hem jî bikaranîna mecazî ye.
Dûr kewtiy weten, dûr welatenan
xem kêş xembar,xem xelatenan.(Mistefa Bisaranî)
Teşhis-ü intak; Hunera, ku heyberên bê rih yan heywanan wekî însanan dide axaftin, kirasê liv û livbazî û hest û dilînan li wan dike.
Ew reng dibît ava zelal
Bohrîn li min çend meh û sal
Qet kesê li min nekir sual
Heta geham vê saetê.(Feqiyê Teyran)
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


