Diyarname
Hezkiriyê rojnameger Semra Demirelli 49 roj berê li Elezîzê gule bera wê dabû. Demirelli ev 49 roj bûn li nexweşxaneyê ber xwe dida lê îro mir.
Roja 15'ê sermaweza 2024'an li Taxa Abdullanpaşa li Kuçeya 263'yan Vahap Selim Çetin çû mala hevala xwe Semra Demirelli. Li gor îdîayê di dema ku diya wê jî li mal bû de ji ber "hesûdiyê" di navbera herduyan de pevçûn derketiye. Di vê navberê de Çetin bi demançeyê ku bi xwe re anîbû gule bera Demirelli da. Demirelli bi giranî birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê.
Rojnameger Semda Demirelli 25 salî bû û ji bo Kanala Firat TV nûçegîhanî dikir.


