Diyarname
Hunermendê ji başûrê Koreyê PYS bi strana xwe textê hunermend Justin Bieber têk bir.
PSY yê 34 salî di tîrmeha 2012'yan de strana xwe "Gangnam Style" weşand. Ji wê rojê ve li qada sanal ev stran 803 mîlyon û 761 hezar û 928 car lê hate guhdarîkirin û bi vê yekê rekora di destê strana "Baby" ya Justin Bieber ji dest girt
Strana "Baby" 803 mîlyon, 658hezar û 345 car lê hatibû temaşekirin.
Di rêza sêyem de strana Jennifer Lopez "On the Floor" heye ku ew jî 615 mîlyon car lê hatiye temaşekirin. Her wiha ji ber ku hê jî li dinyayê temaşekirina "Gangnam Style" didome, her deqeyê ku derbas dibe ev hejmara lêtemaşekirina stranê zêdetir dibe.
Vaye ew stran:


