Çiya Mazî
ne hiştin
zarok têr bibin
ji mamik û çîrokan
şev bixemilin
bi ramîsanên dildaran
min tenê
dilek hebû
şikir
têra her kesî kir
Helbest: Berken Bereh
Payîza sala 1980 wekî kabûsekê xwe berda ser erdnîgariya bakurê Kurdistanê. Gurên har û barbarên mirovahiyê bi lepûçkên xwe kulîlk û pelên azadiyê rûçikandin. Bi hezaran xortên kurdan ku stêrkên rizgariyê bûn, bi darê zorê hatine êxsîr kirin. Zindana Amedê ne tenê xetireyên hêviyên kurdan vemirand, her wiha zimanê qedîm û xwînşîrîn û çand û toreya bav û kalan kete ber dasa bişaftinê. Vê lehiya zilmê kir ku dehan salan war û milkê kurdan bibe qada xwîn û mirinê. Zimanê kurdî hate qedexe kirin. Bi hezaran xort û siyasetmedarên kurd mecbûr bûn ku welatê xwe biterikînin. Yên mayî jî di bin nîrê faşîzmê de hatine perçiqandin. Lê vî qewmê bûye hostayê berxwedan û xweragiriyê piştî deh salan cardin ji xweliya xwe agirê azadîyê geş kir. Bi salên 90 re li Stenbolê bi navê “Nûbihar” û “Jiyana Rewşen” kovarên kurdî dest bi weşanê kirin. Her çiqasî sazî û dezge û rojname û kovarên kurdî rastî pest û pêkutiyan hatin jî, karîn jiyana xwe bidomînin. Ji wê rojê û heta îro weşangerî û helbesta kurdî bê rawestan jiyana xwe domandin. Bi saya van kovar, rojname û saziyan bi dehan nivîskar, helbestvan, çîroknûs…hwd. berhemên xwe ragihandin her deverê. Her çiqas hewldanên wêjeya kurdî, sazî û dezgeyên wê li metrpolên Tirkiyê hatibin damezrandin jî, îro êdî wêjeya kurdî konê xwe anî li ser axa xwe vegirt. Bi dilxweşî dibêjim ku navenda wêjeya kurdî îro Amed e. Helbet di vê pêvajoya dilxweşker de rol û erka nivîskarên kurd şayanî pesinandinê ye. Ez dixwazim li ser vê qonaxê ku jê re “nifşa rewşen”ê tê gotin çend têbiniyan lê bikim. Lê berî vê nifşê dixwazim çend kesên hem bi emrê xwe û hem jî bi hewldana xwe berî vê nifşê ne destnîşan bikim. Yek ji van kesan Çiya Mazî ye ku bi reng, deng, dirûv û teşeya xwe, xwestiye û dixwaze wê navbera ketiye di nav helbesta klasîk û ya modêrnê bi hev ve bizeliqîne û bigihîne hev.
Çiya mazî her çiqasî bi çîrok û gotarên xwe jî bê nasîn, bi ya min ên ku ji kûrahiya dil û tûreyên bedena wî çêraye helbestîn wî ne. Lewma dema mirov xwe bera di nav pirtûka wî ya bi navê “Palûte” dike, bayê xemgînî û keserkuriyê rihê mirov dide ber gezan.
Pirtûka ku ji sê beşan (tu-ez-ew) pêkhatiye bi ya min hewldaneke ne di cih de ye. Ne hewce bû ku mirov wan bike sê beş. Her helbestek wekî pêlikek a din e û bi hev ve girêdayî ne. Heta gelek caran helbestên wê beşê li navê wê nakin. Helbesta di beşa “tu” de hatiye bi cih kirin de tu wesfên kesê duyemîn tune ye û her ‘ez’, hatiye vegotin û honandin. An “ez bû me tu”.
Di pirtûka pîroz a cihuyan “Talmud”ê de gotinek wiha heye;
“bi israr li tiştekî binihêre, dê ew razên xwe li ber te raxe.”
Ji ber hindê helbestvên çiqasî bi raman, hizr û mijara xwe re li hev be û têkiliyek dostane bi wan re deyne dê ew qas zû bikare xwe bigihîne keleha helbestê. Her wiha dê ew qasî helbestên henûn û xwînşîrîn bihête afirandin. Çiya Mazî, tam jî wekî ku vê angaştê biselmîne helbestên xwe lê kirine. Vê helwestê jî kiriye ku helbest û xwîner zû hev hembêz bikin û bandor û kartêkirineke dualî li ser hev bikin. Lewre her xwendinek bi rêk û pêk kod û şifreyên helbestê bi goşt û laş dike.
“Ez î sernerm î dilnerm”
Çiya Mazî bi rista li jor hatî nivîsandin li me dide zanîn ku her helbestek wî wêneyek ji albuma emrê wî ye. Wî di jiyana xwe de çi dîtibe û çi jiya be ji helbesta xwe re kiriye malzeme. Ji ber wê, ne heweceye ku em Çiya Mazî bîbînin û pêre li ser sifreyekê rûnin da em wî binasin. Pirtûka wî eyneya bejn û bal, raman, hiş, helwest û têgihîştina wî bi xwe ye. Ew, însanek sernerm û diltenik û dilpiyar e. Em, vê helwest û bizavê di jiyana însên de di du qonaxan de dibînin; di wexta zarokatî û di navseretiyê de. Çiya Mazî gelek caran di helbestên xwe de van her du qonaxan bi hev re an jî li kêlek hev rêz dike. Bi vî awayî helbesta wî dil û hinavê xwîner dişewitîne. Ji xwe helbesta ku bi xuy û tebieta helbestvên re ne gunce nikare xwîner jî qaneh bike. Helbest encax bi lihevhatina xuyê helbestvên re dikare bibeke hêzeke bi bandor. Ku em serborî û mêjuya gelê xwe ya nêzîk bînin bîra xwe, dê bê dîtin ku psîkolojî û ramana di berhemên Mazî de li vê serboriyê gelek digunce. Bi hizirin ku xakek ji her hêlê ve ketiye ber rim, gule, lehiya bişaftin û tirpana mirinê. Tu ne dikarî li gundê xwe bijî, ne dikarî zeviya xwe bajo, rezê xwe bikezêxî, bêndera xwe rakî û bi ser de jî te, mecbûrî koçberiyê bikin û kes û kusê tune be û kes xweyîtî li te neke, ma ji “xwe û dilê xwe” pê ve tê, hawara xwe bigihînî kê. Bi min, helbestê negihada hawara wî, “jixwekuştinê” pêve tu rê nedima. Ew zane ku bi mirinê jî ev derd û êş çareser na be;
“Tenê mirin bûya xelasbûn
Ma tunebû qey...
Ji kêêê û kê
Minê nexwesta ji bo te”
Şert û mercên helbestvaniyê bi zimên ve girêdayî ye. Di helbestê de vegotin, teknîk çiqas bi rêkûpêk be jî ger, helbestvên ne xwedî zimanekî resen be, helbesta wî nagihije asta estetîkê. Çiya Mazî zimanê xwe yê rojane bi kar tîne. Wê ya bi hêma û nexşên biyanî û boyaxa sext naxemilîne. Peyvên ku ji ber bikarneanînê gihane tixûbê man û nemanê, daxilî helbesta xwe dike û bi şîrê dilê xwe, wan ji nû ve candar dike. Em di berhemên Çiya Mazî yên çîroka de jî rastî vê rastiyê tên. Ev tercîha wî ya zimanî ye. Perçek poetîka wî ye. Bi ya min helwesteke di cih de ye. Bi saya van tekstan zimanî kurdî ji resenî û kana xwe dûr nakeve. Peyvên li herêmekê de asê mane ji qeyd û bendan rizgar dike, tîne daxilî behra wê dike.
Çiya Mazî dost û hevaleke jidil yê aştiyê ye, lê aştiyê jî encax bi parastin û xwedîlêderketine çand û kevnetoriya xwe qebûl dike. Divê ev aştî ji jiyan û bermayiyên civak û gelê wî ne dûr be û li hev bike. Lewre, hawara digihîne “Teşîrês”ê û daw û doza “şerpa hubrî”, hûçikê bi ser kitanê”, “şerbikê duçemil”…dixwaze;
“ Birêse teşîrêsê
Birêse rengên evîna min”
An wê xew her barek be li ser hiş, giyan û navmilê wî. Wê dev ji gazincan berde, dest bi avakirina “dojehekê” bike. Ew jî têr neke wê rahêje xwe. Ev helwesteke cuda ye ji helbestvanên din. Ew, gazinda ji zalim, barbar û stêmkaran nake. Çiya Mazî, berê tîr û awirên xwe yên bêbavî raberî dil û giyanê xwe dike.
“Dest û piyên xwe bişewitînim
Di vê dinya fireh de
Nehatibûn ji heq der
Warek nedîn ji bo min”
Ew, li welatê xwe, li gundê xwe, lê wekî penaberekî dijî. Bê guman sedemên vê penaberiyê bi şert û mercên civakê re girêdayî ye. Zilm û zordariya li ser gel nahêle ku bextewar bibe û têr û seretêra xwe ji vê jiyanê têr bibe.Lew;
“Pel weşandiye dara min û te
Melûl melûl dimeyzîne sebra min”
Sedemên vê pelweşandin û melûliya dara sebrê rêz dike û li çareyekê digere, ji hestiyên Kela Dimdimê ta çemên Dêrsim û Agiriyê hêsrên hesretê dirijîne, bi kul û derd terka warê zaroktiya xwe dike wek, Wekî dema hevalên min çûbûn...ax! zane;
“Lê hisret
nayê weznê bi weqiyan delala min”
Çiya Mazî li welatê amî dijî; xweşî, bextreşî, çikûsî, nehsî, berxwedêrî, hez kirin…amî ye. Helbet helbestên wî jî amî,xewn û hesreta wî jî amî ye;
“Min dixwest herkes dilxweş bibin
Û zanibin xelasbûna min kêfxweşiya min ev e”
Çiya Mazî yê kezeba xwe kiriye hibra helbestê, dikare bihara wê jî ji me re bi wan hestên xwe yên dilpiyar û zarokwarî bixemilîne, bes, divê zanibe ku helbest,tu delalan li ser xwe re nabîne û tu hêwiyan qebûl nake.
Jêderk;
“PALÛTE”ya Çiya Mazî


