logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Çirûskên nûjeniyê

  • Dîrok: 24/02/2009

Çirûskên nûjeniyê                        
Dîroka helbesta kurdî-V-

                             

ce beyanewe,ce beyanewe
xalê dîm we beyn dû beyanewe
hesen kenoşê cinûbî

                                                             

Em baş zanin ku împaratoriya Osmanî di sedsala 16’an de ket per pêla têkçûnê. Her çiqasî ev pêl bi despêkê de ne xurt be jî, lê her ku çû wekî ava cihê xwe veguhere biniya Împaratoriya Osmanî qewart. Helbet sedemên vê gelek in, lê ya herî xurt qewimînên li parzemîna ewropayê pêk dihatin di demeke kin de xwe digihandin vê erdnîgariyê jî. Bê guman vê bizavê kir ku kurd jî hem ji hêla siyasî û hem jî di qada wêjeyê de xwe nû bikin. Kurdan bi saya mîrîtî (nîv-destladar) û medreseyên xwe yên ku xwendingehên netewî bûn, karîn van reformên Ewropayê hem bişopînin û hem jî bi gor wê xwe saz bikin. Vê pêla nuh rê da ku helbestvanên kurd  sedsalên 17-18 yê ku ewropî jê re dibêjin çerxa ronahiyê de li wê parzemînê di qada mafên insên, felsefe, zanist û teknolojiyê de pêşketinên ber bi çav û karîger pêk hatin. Di hêla olî de guhertinên ber bi çav pêk hatin. Serdestiya katolîkan hilweşiya, mezhebine nû damezrînin. Encam; sersanserê Ewropayê bû xaka hizr, raman û çeşnên hunera bedew. Di Împaratoriya Osmanî de jî ev qonax wekî qonaxa Çerxa Laleyê dihête vegotin ku nemaze huner remz û simbola vê qonaxê ye. Her wiha kurd jî bi saya van şert û mercên siyasî û kulturî bingeheke xurt ji bo wêjeya xwe xasma jî di helbesta xwe de pêk anîn.
Vê kîşwera guncav rê da ku helbesta kurdî bikeve nav tevgereke nûjen û bergeh û asoya xwe fireh bike.
Hestên neteweyî ku bingeh û hizra wê Ehmedê Xanî danîbû, bandoreke erênî li ser nifşa dû xwe kir. Êdî her berhemdar û afrîner, her li dora vê “xewnê” zivirîn û xwestin jê re wargeh û gulistaneke şên bi destê wêjeyê lê bikin. Ev hestiyariya netewî bivê nevê mohra xwe li helbesta kurdî xist. Teşe, naverok, mijar û honandina helbestê veguherî. Ev bandor bi awayekî berbiçav xwe di malikên Wîdaî (îro ji destê felekê) û Hacî Qadirê Koyî de xwe dide der;
                 Le kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
                 Esasî nezmî Kurdî danenawe.
Bi helbesta xwe ya “ta rêk nekewin” de gilî û gazindan ji kurdan dike ku ji bilî wan kes nemaye ku yekîtiya xwe ava nekirine û komara xwe nedamezrandine. Her wiha tîran bera siyasetmedaran dide ku çima qedrê zimanê xwe nagirin;

                 Ustadî xet in le em siyane
                 Wek dî lu zubanî xoy nezane
Evî zatî hê  di wê demê de helbestek nivîsiye û navê helbestvanên berî xwe bi lêv kiriye, wekî ku bibêje her helbestkar mecbûr e helbesta xwe li ser kelepora xwe bi laş û gewde bike.
Ev pêla pîroz û kartêker xwe gihand Şêx Riza Talebanî û helbesta “Suleymaniye ke darulmilkî Baban bû” nivîsand. Dîsa Şêx Evdirehmanê Axtepî “Ji kurmanciyê” bi heman armancê lê kiriye.
Her wiha mijar, tenêtî, mirin, işq, welatparêzî, xweza, rexnekirin, pesinandin, felsefe, li ser xwendinê, pend û şîret, fabl in.
Helbestên li ser alav, amûr û tiştine din (me derziyek hebû) Şêx Tahayê Mayî.
Mînakek tenê be jî di helbesta Xuwa min û to…ya Ehmed Pirîsî de em rastî rengên ateîzmê (xwedênenasî) yê tên.
                 Xuwa mib û to ba bibîne hesaw
                 Hîç diruy newî web î çaw raw

Em dikarin bibêjin ku rengên hest û dilînên çinayetî jî bi awayek nepen be jî xwe daye der;
                Qeta me nedît li nik te qedrek
                Her çend tu mîr ez geda me (Wîdaî)
Hespê hêma û hunera vegotineke berz û bilind di helbestên evînê de rabûne pêdarê, lê her şibandin an danberhevkirin-mubalaxa, giş kiras û kakilê xwe ji tiştine şênber û berdest vegirtine;
                  Te got ji awazê sirîşkê min giraniya gıhar e,
                  Xalfî ji vê durê behrin û eqîqê kaniye.(Nalî)

Ziman sade û rewan e, hema bibêj peyveke biyanî di wan de naxuye. Heta em rastî vegotineke bi zimanê rojane tên;
                 Çavê min kor in, nabînin tu kes,
                 Birûyê min yek-yek tîrê bizmar in bê te.(Nalî)
                                
(Dê bidome)

Beşên din ên vê rêzeyê:

Mijara: 2008 û helbesta me -4-

2008 û helbesta me -3-

2008 û helbesta me -2-


2008 û helbesta me -1-

berken.bereh@yahoo.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Rîtuelek şînîgiriyê

  • 02 Rêbendan 2009

 Ji bo nivîskarekê/î tişta herî bi êş û xembar, dûrmayîna ji pênûsê ye.Ev demeke dûr û dirêj e ku min nekariye tu hîs an...

Dîroka helbesta kurdî-IX

  • 24 Avrêl 2009

Dîroka helbesta kurdî-IXQonaxa Hawarê Mehfura mirin min bi ken raçandJînê ez xapandim, min kes nexapandMîr Kamûran Alî Bedirxan Dawiya sedsala 19’emîn...

Helbesta Kurdî-XVII: Çiya Mazî

  • 27 Adar 2010

Çiya Mazî ne hiştin zarok têr bibinji mamik û çîrokanşev bixemilinbi ramîsanên dildaranmin tenêdilek hebûşikir têra her kesî kirHelbest: Berken...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Navê Mîr Celadet Alî Bedirxan li bulvarê kirin

ad

4 rojnamegerên din hatin girtin

ad

Amed Spor teslîmê Mesut Toros kirin

ad

Polîs vê carê li Şaredariyên Sêrtê bûn

ad

Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

ad

Sûriyeyê agirbest îlan kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname