Cemil Oguz / AMED
Pena Kurd careke din kongreya xwe li Amedê li dar xist û rêveberiya xwe nû kir.
Ji bo 9'emîn Kongreya Pena Kurd ji çar parçeyan, ji welatên Ewropayê nivîskarên kurd roja 20'ê mehê hatin Amedê û kongre bi beşdariya nêzî 100 kesî li Salona Resepsiyonê ya li Sumerparka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket. Di kongreya hin nivîskarên kurd jî peyam şandin de rapor hatin xwendin, nîqaş hatin kirin. Ji ber gelek dirêj kongreyê dirêj ajot û ber êvarkî bi dawî bû. Di kongreyê de nêzî 70'ê delegeyî deng dan û lîsteya nû ya ji bo rêveberî û serokatî hat hilbijartin. Yek ji xalên nû ya kongreyê jî ew bû wekî saziyên din ên kurdan Pena Kurd jî derbasî pergala hevserokatî bû.
Lîsteya ku ji 7 endamên rêveber ên esil û 4 cîgir hate hilbijartin piştî bi dawîbûna kongreyê li hev civiya û karbeşiya xwe pêk anî. Roja 21'ê mehê jî hevserokên kongreyê ligel rêveberan civîneke daxuyaniyê hate lidarxistin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Pena Kurd Berîvan Dostkî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama nîqaşên li ser karbeşiya rêveberî de wan ev biryar girtine: Hevserok Berîvan Doskî û Osman Ozçelik, Sekreterê Giştî Omer Fîdan, Berpirsê Darayî Îrfan Babaoglu. Ji bo berpirsiyariyên komîteyan jî karbeşiyeke bi vî rengî çêbûye: Komîteya Nivîskarên Jin Dilşa Ûsiv, Komîteya Aştiyê Prof. Jabar Qadir, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê Netîce Altun, Komîteya Nivîskarên di Zindanê de Kakşar Oramar
Doskî dûre diyar kir ku ew dê bikin li herêm û bajarên kurd lê dijîn bi wan re têkiliyan xurt bikin, li wan deran jî nûneriyan saz bikin. Her wiha diyar kir ku ew bi gotina Ehmedê Xanî "Ger me hebûya îtîfaqek" bang li her nivîskar û rewşenbîrên kurd dikin bêne ba hev. Her wiha got ku kongreya xwe li çar parçeyên Kurdistanê daxwaza statuya kurdan dike, bi gotina zimanê me nasnameya me ye jî daxwaz dike ku li welat kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Dûre Hevserokê Pena Kurd Osman Ozçelîk jî axaftinek kir, sipasiya her kesê heta niha ked dane Pena Kurd kir. Ozçelik biryara rakirina destnedana mebûsên kurd a li Meclisa Tirkiyeyê jî şermezar kir û got ku em wekî saziyek fikir û ramanê em dixwazin her kes bi awayek azad fikrên xwe bînin ziman lê li meclisê ev maf ji kurdan hat girtin.
(Foto: Cemil Oguz)


