Ji rojnûskê
Rojek e
Di xewna xwe de min dît: Li ser hespekî gewr ê boz Xortekî esmer ê di tenga Elî Rizayê xwe de bûm.
Li perê kaniyek ji van kaniyên ku ji mêlaka tahtê dertên, rawestiyam.
Çiyayên me jî tijî kanî ne. Lê ava yek kaniyê nedigiha zelalî û tezitiya ava wê kaniyê. Min mist mist jê vedixwar. Her ku min vedixwar têhniya min nedişkest; min çengekî din dadihiştê.
Tu; xwediyê erş û ezman, xwediyê cehinnem û bihuştê!
Azadî ew kanî bû, gelo?
Xortanî keyatî bû, gelo?
……………………….
Ya Rebbî, lingekî min li vir, yek li wî alî ye.
Her me çi kiribe me bi îzna te kiriye.
Te nevê pelên bi darê ve naleqin. Te nevê bijkojên gulçîçekan napeqin.
Daxwaza min ji te; barekî giran ku nikaribim pê rabim, daneyne ser milên evdê xwe Seîd!
Di roja herî teng de rêberê min û qewmê min be!
Tu dilovan î, ya Rebb!
**
Notek ji Diyarnameyê:
Ji bo alîkariya girtîyekê hefteya borî nivîskarê me Arjen Arî nivîseke bi navê "Dilê Xembar" nivîsî û daxwaza şandina pirtûkan ji bo wî girtiyê kurd kir. Vaye nivîs û navnîşan:
"Dilê Xembar"
Em nivîskar, edîtor û hemû kedkarên Diyarnameyê bi hurmet Şêx Seîd û hevalên wî bibîr tînin.


