Di nivîseke xwe de min gotibû, ‘li şûna pezê pir man du kavirê kurr’!
Mebest ji bikaranîna vê peyva pêşiyan ev bû: Di kovara Tîrêjê de herûwer du sê şair û sê çar nivîskar hebûn, û ew jî bi hatina derbeya leşkerî 12 Îlonê re yê revî reviya; yê ma jî di heps û zindanan de bi salan raza!
Xwezî razanbûya!
Lê na; Esat Oktay Yildiran’ê ‘xwadayê tirsê’ bi segên xwe yên har î dev bi girrêz, bi qelas û dar û jop û serpozkên postalan nehişt ku şevekê jî yek ji wan girtiyan serê xwe bêxem deyne ser balgihê û têkeve xewa şîrîn?
Ên li derve mayî, çandî ‘filitî’ bixuyana jî ji ‘bobelatê’; tirsa wê siharê, wê sihara teng ya ku meriv kare bi ‘weriyana pelên çinarê’ bi nav bike, yê herî dilêr î leheng û berxwedêr jî bi salan bi vî rengî bi wî rengî hilgirt di dil û hinav û di kûrahiya ruhê xwe de…
Di gel ku pênç şeş caran hatim desteserkirin destê min ji ‘êşê’ nebû; ne revî revî reviyam, ne jî bi salan di hespsê de mam!
Lê Berken? Berken Bereh?
Yekî qurre gotibe jî , ‘şair ji roja ku ji dêya xwe dibe, şair e’, Berken ne weke şairekî; lê weke şoreşgerekî, weke welatparêzekî çepgir hate girtin û bi salan di hepsa nasraw û navdar Zîndana Diyarbekrê de ma!
Weke ku Berken jî di helbesteke xwe de aniyê zimên û gotiye ‘em ji nifşa êşeke perekende ne’, bi rastî jî em di heman demê de, li heman welatî, bi heman şêweyê rûberûyî êş û azarê bûn!
Û em – belku ez, belku jî em tev- ne li hêviya êşê; li bendî spêdeyeke zendspî, li hêvîya hilatina rojeke porroj bûn…
Û em, em nivşê zarokên xeşîm û naşî; kite kit dilsoz, bi dilêrî û dilovanî li pawika şoreşê bûn!
Lê, şoreş pêk nehat, nebû:
Ji dêvla pertewên rojeke sor, di spêdeyek teng de roj reş hilat û ‘êşa şoreşê’, ya axê, ya rojê, ya dil, ya hêviya şikestî… li tevî rayên bedenên me, bi ser sênga weletakî de herikî:
li kûrahiya şeva bi şehwet diherike
neçarim li ber serê êşa xwe
dûr im ji xwe qasî stêrkan,
pîr im li vir bi qasî çiyan
sêwiyek im, ji bilî êşê kesekî min tune ye (1)
Berken di dîwana xwe ya nû ‘Şîna Helbestê’ de weke ‘kesê li ber serê êşa xwe’, nola birîndarê bi birîna xwe re bikelime tikûtenê li ber tahtekê, bi dilovaniyeke şairane êşê rist bi rist, peyv bi peyv, kite bi kite li tayê tizbeha semaxê dixe:
min dilê xwe bar kir li helbesta êşên xwe
bêyî bitirsim daketim mexzenên vê heyata hov
bi hêminî dawerivî ji dîrokê çîrokên kevnare
bi dilşadî mexel hat şeva sar, tûreya hişê min
herikîm, wenda bûm li nav vîzîniya bayê sar (2.)
Di vê ‘herikîn’ û ‘wendabûna li nav bayê sar’ de, Berken ‘di dilê wî de tofanek evîn’, di ‘hişê wî de mehrîcana xewnên ronak’ derdikeve rêwîtiyeke mezin:
di dilê te de tofana evînê
di hişê te de mehrîcana xewnên ronak
noqî bager û bahozên rêwitiya gewre bû yî
te bi destê rêwiyên kor girt di tunelên şevê de
qala delaliya berbangên nebînayî kir li terazinan
wek keştiyeke bê al bihurî li deryayên bê perav
tenê evîn bû her dem di tûrikê te de
ne axê ne derya ne esmên tu hewandî
ne tu bişirî li ber felekê
li xwe mikûr were, şairo
dema bar kirinê ye ji zozanan! (3)
Li ser rêya ‘rêwîtiya gewre ya bi bager û bahoz’ ji bîr nake, dizane ku evîn navê qulzema êşa me bû! Û dizane ku ev qulzem navê welatekî bi xwe bû: li tevî asikan, qitikan, qulingên koçber; refê kewan, qeflên
kevokan… qesta dilopek ava wê dikirin û dihatin…
Lê em dereng pê hesiyan ku êşên xelk û alemê yek in dudu ne; yê me hê di pêçekê de bi şîrê diya me re dikeve xwîna me, bi peyvên her lorîkê re dinizile ruhê me, û bi her nehwirandinê re hê di dergûşê de me derdixe rêwîtiya êşkêşiyê:
li wir biheje çiqilek darê
ez li vira dicemidim
dilerize dilê min î rêşele yî
xew li min diherime.
li wir ba bialêse çiyê
dicefile gewdeyê min
dicefile helbesta li bin balgîfê
bajar di şevê de wenda dibe.
li wir stêrkek bixurice
li vir dihelim mîna mûmekê! (4)
Kî nebû şahidê xuricîna stêrkan?Û kî neveciniqî di dema xuricînê de? Û kî, kî dikare bibêje mûm mûmdankê jî bi xwe re nahelîne!
Her evîn evîndaran diwestîne.
Evîn: siya me ya ku em li dû; û wê dev ji me nediqeriya…
Evîn: li ser rêya me rewrewka ku geh wenda dibû, geh dixuya. Li ser kîjan kahniyê em rawestiyana têhn têhn, tî; bi qasî nanê tenûrî û mewîjê torê di tûrikê me de li gel seriyek penîrê sîrik, evîn qatixê me bû:
stêrkeke xwînşîrîne her tîpeke navê te
her ku ez wan bi bîr tînim
bi îsîn diherikin çemên bextewariyê
gulên zîvîn vedibin li bexçê dilê min (5)
Kesek nizanibe jî, evîn pê dizane ku em babaderwêşê zimanê xwe û yê navê Evînê bi xwe ne. Û dizane ku tiliyên me, tiliyên me yên ku dê li ber neynika siharê di nava porê yarê de bibûna şeh; ne têr-tije çûn ser tetîkê, ne jî bi têra xwe rahiştin çeka giran: pênûsê!
Lê dîsa jî, geh ‘derwêşkî’ geh bi xetkêştiyê em bûne êşkêşê êşa xwe.
Berken, li gel êşkêşiyê, êşê dike êşdanka êşa xwe, bi nav dike û helbest bi helbest, rûpel bi rûpel li me belav dike bi diwana xwe ya dawîn ‘Şîna Helbestê’:
wê raweste ev êş
wê hilbe ji nû ve tav
ev demsala hov, ev oqyanûsa reştarî
wê binexşîne rûyê esmên
êşa natebite di hundurê min de
dê bibişire bihar li bexçê
li zeviyê genim har û dîn
evîn zaroka herî çeleng û şîrîn
û nan û biratî û bextewarî
wê mîna dildarekê ramûse
rûyê xweşik ê heyatê (6)
Dîtina ‘rûyê xweşik ê heyatê’ jî êşek e piştî êşkêşiyeke dûdirêj!
1. Pîr Û dûr, rp.12
2. Fotograf, rp.22
3. Şairo, rp.26
4. Şina helbestê, rp.46
5. Gulname, rp.55
6. Xewn, rp.32
Şîna Helbestê, Berken Bereh, Wş.Doz, 2008


