Ev sernav dibe ku ji we re xerîb neyê. Li ser ‘zagona bingehîn a kurdan’ Rênas Jiyan di navbera çend mehan de du nivîs weşand. Bi rastî ji ber balkêşî û hewcedariya mijara nivîsê min xwest çend tiştan lê ‘zêde’ bikim, an jî çend tiştan jê ‘bibim’.
Hema ezê kurt lêxim û tiştê ku min ê di dawî de bigota ezê di serî de bibêjim. Gava ku dostê hêja Rênas cara duyemîn dîsa bi baldarî li ser vê mijarê nivîsî gotina fîlozefekî alman - ez ne şaş bim Hegel bû- hat bîra min. Hegel dibêje; Di dîrokê de gava eynî tişt du caran dubare dibe ya yekemîn trajedî be ya duyemîn komedî ye. Her çiqas hin rewşenbîr û nivîskarên kurdan rewşa ‘trajediya’ îroyîn li ber çavan raxîne jî wê hişmendî û mantelîta ya siyasetmedarên kurdan ên xwedî erk wê pişta xwe ji qilopazî ya ‘komediyên’ xwe rast nekin…
Gelek sedemên vê yekê yên sosyolojîk hene. Mirov di nav kîjan şert û mercan de bijî wê zanebûn û feraset jî li gorî wan şert û mercan be. Gava em meseleyê hinekî vekin û ji xalên ku Rênas Jiyan wekî mînak da ne vekolin emê baştir hin tiştan têxin serê hev, bêyî ku em serê hev bişkînin…
Çend Xal ji Zagona Bingehî a Kurdan:
Xal 1: Zimanê kurdan kurdî ye. Hemû kurd di vî nîrî de mukelef in ku bi hev re bi kurdî bipeyivin. Ên ku nizanibin dest bi fêrbûnê bikin.
Xal 2: Cejna kurdan a neteweyî Newroz e.
Xal 3: Rengên ku kurdan sembolîze dike, kesk û sor û zer e.
Xal 4: Her kurd mecbûr e ku dîroka xwe fêr bibe.
Xal 5: Her kurd berpirsiyar e ku ji bo serbestiya xwe têbikoşe.
Xal 6: Li ku bin ferq nake, hemû sazî û dezgehên kurdan divê bi awayekî “zanistî” bixebitin û bi kêrî “mirovahiyê” bên.
Xal 1: Rast e. Zimanê kurdan kurdî ye lê ne yê siyasetmedarên kurdan. Hûn li tu siyasetmedarên ku qaşo ji bo kurdan siyasetê dikin çi li mitîngan, çi li sempozyûman, çi di bernameyê televîzyonan de rast hatine ku xwerû û heta dawî bi kurdî peyivîne. Ez rast nehatime û ev gelek caran îfadeya devê wan ne ku zimanê ‘xwe îfadekirinê’ tirkî ye û bi tirkî dipeyivin. Gava em werin ser meseleya fêrbûnê, ya rast eger erka heyî bi cidî tevbigere û divî warî de ji dil û can be rêbaz hêsan e. Li zanîngehên dinyayê jî heye li yê tirkan jî. Gava tu dixwazî beşekê bixwînî te salekê hînê wî zimanî dikin, paşê jî bi zimanê ku tu hîn bûyî perwerde dibî. Mînak hin hevalên me çûn Fransayê, di heşt mehan de hînê fransî bûn û paşê dest bi xwendina xwe ya bi zimanê fransî kirin. Şert ew e ku tu hînê zimanê wan bibî. Li vir kesên dixwazin -çi peywir be ferq nake- di nav sazî û dezgehên kurdan de cih bigirin divê pêşî hînê kurdî bibin. Îcar yên ku bi xwe qerara vî tiştî didin an wê bidin bi xwe bi kurdî nizanin. Zanibin jî jibo wan ji ber kurdî ne zimanê ‘xwe îfadekirinê ye’w ê tu carî bi van qadroyên heyî wê ev yek ne mimkûn be. Jiber ku bi vê feraset û zagonê wê ‘nan’ ji wan re nemîne. Ew qas!
Xal 2:Rast e. Cejna kurdan a neteweyî Newroz e lê ne ji bo peyamên rêxistinên filankes û bêvankes bên dayîn. Deh sal berê gava ez çûm başûrê biçûk ji bo pîrozkirina Newrozê mixabin ez li tiştên nexweş rast hatim. Her rêxistinekê ji xwe re konek vekiribû û li ser dikên xwe alên xwe dihejandin. Û carê diber konê hev re derbas dibûn; bê ka hejmara kê gelek e. Li bakur jî ji ber yek parçe ye zaten tenê ‘konek’ vedibe û yên têne qadê jî li ber wê ‘siyê’ pîroz dike roja xwe ya netewî. Di vê navberê de ev Newroza vê salê ji riheke neteweperwerî bêhtir wê diber siya hesabê qezenckirina çend şarederiyên zêde de derbas bibe, li gorî min…Netewebûn, îhtîmal e bimîne bihareke din.
Xal 3: Rast e. Lê gava Leyla Zana kesk û sor û zer li serê xwe girê da û bi çend peyvên kurdî be jî meclis ‘hejand’, piştî 15 salan yên ku çûn şûna wê ji bo di meclisê bi kurdî nepeyivin di serî de alên xwe yên ‘spî’ rakirin û gotin; ev dem ne dema şovê ye…Çandek di şopa hev de di demeke ew qas kurt de ji hev ew qas zêde dûr nakeve yan jî divê nekeve.
Xal 4: Rast e. Lê em dizanin. Ji dîroka welatekî bêhtir em bi dîrokên rêxistinan dizanin. Rojekê li girtîgehekê gava hevalekî zêde ji xwe bawer bi ser Apê Mûsa tê û dibêje; dîrok me ava kiriye, me her tişt ji sifireyê anî ye vê merheleyê, Apê Mûsa wekî her carê bi wê fîlozofiya xwe dibêje; Ma tu dizanî me di bin sifira çendan de dîrok anî heta vê derê. Ez bawerim li her çar parçeyan jî divê em dîroka hev an ‘xwe’ baş bizanibin.
Xal 5: Rast e. Mirovên ji bo serbestiya xwe têbikoşe li gorî min jî mirovê herî pîrozwer e. Lê mixabin kurdan bi salan ji bo xanedan-malbat û eşîran şer kirin. Îro jî bi awayekî modern ji bo jiyana rêxistinan û serokên wan şer dikin. Mirovên ji bo serbestiya xwe şer bike û wekî mirovekî azad tevbigere wê li hesabê tu rêxistinan neyê. Rêxistin dewletên biçûk in û mixabin zagonên wan jî tune ne.
Xal 6: Rast e. Li hemû sazî û dezgehên kurdan ji xeynî çend mirovên bi rûmet û nirxdar ji başûr heta bakur kesên ‘kêrnehatî’ li ser serê van sazî û dezgehan cih distînin. Kesên bi kêrî xwe neyên wê çawa kêrî ‘mirovahiyê’ werin. Tew jî bi awayekî ‘zanistî’…
Gotina dawî; Xwezî em kurd her gav bi serbilindbûna xwe trajediyên mezin bijiyana ji devla komediyên ku em her roj dijîn. Seyit Rizo gava tê xeniqandin ji dijmin re dibêje; Min bi fen û fitê we serî dernexist, ev yek bû kul ji min re. Lê ezê serî li ber we netewînim, bila ev kul jî di dilê we de bimîne…
Xwezî bi trajediyên Seyît Rizo…