Diyarname
Niha cejn e, Cejna Remezanê. Her kes diçe ser gora xizmên xwe. Lê yê wan?...
Ew xizmên windayan in. Her yek ji xizmên wan li bajarekî hatiye windakirin. Bi ser van windakirinan re sal derbas bûn, lê ji yekî/ê jî agahî nîn e. Û xizmên wan her roja şemiyê li Stenbolê li ber Deriyê Lîseya Galatasaray û li Amedê jî li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu rûdinin.
Çalakiya rûniştinê ku di bin navê "Bila winda bêne dîtin, kiryar bêne darizandin" tê lidarxistin vê hefteyê kete hefteya xwe ya 184'an. Lê hê jî ne deng ji windayan heye, ne jî lêpirsînek. Û di vê cejnê ku her kes diçin ser gora xizmên xwe, yê wan goreke wan jî tune, herin cem û diayek bixwînin.
Ev wêneyê ku vê hefteyê di çalakiya rûniştinê de hatiye kişandin dikin Wêneyê Hefteyê û dengê xwe dixin nav dengê dayikan...