logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bilici û Badem muhîm in an zilamên din?

  • Dîrok: 31/05/2020
"Space X" ku kompaniyeke taybet e roja 30'ê gulana 2020’an du kes şandin fezayê. Ev bi ser bikeve dê rêwîtî ji bo mirovên din jî bidome.
Werin em hin agahiyan bidin ba hev:
- Dema Space X ji NASA'yê bi ser 3 mîlyar dolarî de pere digirt û ew roket çêdikir, li Amedê xelk ji bo çend qiruşan alîkariyê bigirin bi telefonê li Omer Dilsoz digeriyan. (1)
- Dema Elon Musk difikiriya piştî van her du kesan ka dikare çend kesên din bişîne fezayê, li Erzeromê du malbat bi çekan bera hev dabûn, 5 kes miribûn û difikiriyan ka em dikarin çend kesên din jî ji hev bikujin.
- Dema xebatkarên Space X dixebitîn roketê baştir saz bikin ku tiştek pê neyê, li Sêrtê kayûmê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan a Şaredariyê xira dikir. (2)
- Dema xebatkarên NASA'yê li ser projeyê xeber didan, gelek kurdên me li ser weşanên yekser (zindî) nîqaşa “ka em çawa dikarin zimanê xwe ji mirinê xilas bikin” dikirin.
- Dema Musk li ser projeya şandina roketek din dixebitî, Cemil Oguz çîrokek evînî dinivîsand, Diyarnameyê bi Sîdar Jîr re li ser qunciknivîskarî diaxivî, hevalê me yê din ku nivîs redekte dikir pêşniyara lijneyê dikir ku “ev nivîs ne hêjayî weşanê ye.”
- Dema xwediyê Space X Musk ligel Tom Cruise li hev dikir ku li fezayê fîlmekî bikişîne, derhênerê kurd Kazim Oz nedikarî pere kom bike û fîlmê xwe yê nû temam bike.
- Space X berî roketê bi hewa bi xwe carek din li rewşa hewayê nêrî, nava xwe de nîqaş kir û ligel hewa ne baş bû jî got "vê carê emê bişînin" (27'ê mehê berî şandinê bi 16 deqîqeyan betal kiribûn); li cem me kurdan nîqaşên yekîtiyê xilas nedibûn, tu demê 'hewa baş nedibû' û Kobanî, bi hezar zehmetiyan hêviyeke biçûk dida kurdan, 'Em derbasî nîqaşa gava duyemîn dibin'.
- Dema Musk ji her du rêwiyan re digot, "Ji dîmena vê grestêrkê kêfê bigirin" li Heskîfê dîmenên xweş di bin avê de dihatin noqavkirin û xelkê wê derê dest ji kêfê girtinê berde, cih tune bû lê cih war bibin û ji xwe re konên ji naylonê çêdikirin. (3)
- Dema rêveberên Space X di nav nîqaşa “ka dikarin li fezayê zêdetir çi bikin” de bûn, li cem me gelek kes ketibûn dû Mucahit Bilici û Candan Badem ku ka kîjan ji bo kurdan baştir e, kî çi kiriye; bêyî ku pêdiviya kurdan bi her duyan jî hebe... 
- Muskê ku asoya dinyayê vedikir, dinya ber bi cihek din ve dibir li aliyek bû, li aliyê din Biliciyê ku heta îro qet fêdeya wî ji bo tîpek kurdî jî çênebûye, di nav jiyana xwe de jî gelek caran pesnê cemaetê daye, dikir ku kurdan carek din ber bi cemaetê, lê vê carê ber bi cemaetek din ve bikişîne. Li aliyê din Candan Bademê ku tu fêdeya wî ji bo tîpek kurdî nebûye, wî jî dikir kurdan ber bi cemaetek din yanê ber bi cemaeta xwe ve bikişîne. (Bo Bilici ezê paragrafeke vekim, bila herikbariya nivîsê xira nebe, paragraf li jêr e...)
- Space X’ê heta niha gelek tişt şandin fezayê û bi vê kêfxweş dibû, lê yên me ji bo alîkariyek biçûk a ji Başûr diçû Rojava em kêfxweş dibûn.
- Dema Elon Musk navek ecêb li kurê xwe kiribû û ew û daîreya nifûsê ya DYA'yê di nav nîqaşê de bûn ka ev nav dibe yan na; dayikên kurd li bin peyarêyan, li navçeyên bav û kalên xwe li hestiyên zarokên xwe digeriyan.
- Ji rêwiyan yek dema xatir ji jin û zarokê xwe dixwest, henek bi zarokê xwe dikir, "Tu jî dixwazî werî?", li Amedê keça biçûk a Selahattin Demîrtaş ji diya xwe dipirsiya, "Dayê, dê kengê bavê min were?"
- Dema Musk zarokê xwe maçî dikir û dipirsî “tuyê jî bibe astronot?”, hevalên min li Stenbolê ji dibistanan nerazîbûn û li dibistanek baştir digeriyan ka zarokên xwe bişînin kîjan dibistanê...
Belê dem hat ser pirsa sernavê. Sernav? Hema nûçeya li ser Space X bixwînin (4) û dest ji sernavê jî berdin; jixwe waye me derdê xwe anî ziman

***
(Bi destûra we paragrafek ji bo Bilici ku me qal kir:
Bilici, di sala 2014'an de FETO wekî "Mirovên li Cemaeta Gulen di asta mirovên takva kirine de ne (5)" (27.04.2014, Taraf) bi nav dikir, hê sal ser re derbas nedibû vê carê ji bo wan wisa dinivîsand, "Bi rastî hûn wekî haşhaşiyan in (6)" (21.02.2015, Taraf) Hê çend meh neborî te ew ji ku birin ku... 
Û ev Biliciyê ku hinek wî wekî entellektuel dibînin, êvara 2'yê gulana 2020'an beşdarî bernameya Dr. A. Incekan dibe, wekî gelek kesan nivîskar Ferzan Şêr jî pirsek dike. Dema dor tê pirsan pêşkêşvan Incekan pirsa Şêr wisa jê dike, "Ferzan Şêr nivîsiye dibêje gelo mamoste li ser mefhûma, mecaza Hamal Kurd disekine, xebatên me wek hemaltiyê nîşan dide yên kurda yê ku di te ya Hamal Kurd de, gelo dibêje em bi zimanê tirkî dikin çi tweet çi kitêb bin hemaltiya ji tirkan nîne? Cewabek kurt." Bilici wisa bersiva pirsê dide, "Eviya yanî zahîren, heta ku bêjin fikirkî netewperwer xuya dike, lê fikirkî ku, yanî alî…eee..yanî tiştekî bêedeb e". (7) 
Ez paragrafa Bilici li vir digirim. Min xwest paragrafek ji bo Badem jî vekim, lê pêdivî pê nabînim. Gotina min li jor got têrê dike.)

1- Pandemî û kulekên nû, Omer Dilsoz, Diyarname
2- Kayûmê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir
3- Metin Yoksu: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn? (Hev. Cemil Oguz, Diyarname)
4- Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket
5- Nivîsa Tarafê. Lê ji ber Taraf hatiye girtin linkek din ez didim, ev nivîs di faceya Bilicide jî heye.
http://www.duzceyerelhaber.com/Mucahit-BiLiCi/26912-Gulen-Cemaatini-bitirmek
6- Dîsa nivîs ji Tarafê ye, ji vê lînkê binêrin:
http://www.medyagundem.com/taraf-yazarindan-feto-hakkinda-bomba-yazi-hashasisiniz/
7- Bloga Ferzan Şêr:
https://ferzaname.wordpress.com/2020/05/05/li-ser-pirseke-beedeb-bersiva-mucahit-bilici/
Li ser vê gotina "Bêedeb" ya Bilici nivîskar Zinarê Xamo jî di bloga xwe de ev nivîsî "Mirovê alim gerek ne hêrsok be"

Hin Nivîsen Nivîskar

Muhsin Kizilkaya çi dibêje? Çend gotinên min ji bo wî

  • 07 Tîrmeh 2015

Ji bo yên nizanin: Muhsin Kizilkaya di sala 1963’yan de li Çelêya Culemêrgê hatiye dinê. Kurd e. Rojnameger, nivîskar û werger e. Ew dibêje, “bi xêra min...

Zaravayên meymûnan û yên me kurdan

  • 03 Berfanbar 2005

We miheqeq di Diyarnameyê de xwendiye, ger we nexwendibe jî we dîtiye; nûçeya li ser aksana meymûnan. Piştî vê nûçeyê, li ser zaravayên meymûnan...

Weşangerê kurd serê sibê ji xew rabû û fikirî

  • 12 Adar 2022

Weşangerên kurd her serê salê hesabê sala çûyî dikin û bi vê performansê plana sala xwe ya nû dikin.Ji wan weşangeran xwediyê Weşanxaneya...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KCD: Qedexekirina navê Cegerxwîn nayê qebûlkirin

ad

Li Şanoyên Dewletê lîstik bê pere ne

ad

Ji bo Heskîfê meş têne lidarxistin

ad

Fînalîst diyar bûn

ad

Êrîşê rêveberên Amed sporê kirin

ad

Çend gotin li ser romanên siyasî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname