Diyarname
Kayûmê Sêrtê îro Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan a Şaredariya Sêrtê xira kir.
Bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê 15'ê gulanê bi kayûmê dest danîbû ser Şaredariya Sêrtê. Waliyê Sêrtê Alî Fûat Atîk wekî kayûm şandibû ser şaredariyê. Kayûmê îro Pirtûkxaneya Celadet Alî a Şaredariyê ku li Sêrtê li ser Kolana Gurses bû xirakir.
Di sala 2016'an de dema bi kayûmê dest danîbûn ser Şaredariya Sêrtê, kayûmê tabelaya pirtûkxaneyê daxistibûn, pirtûkên bi kurdî rakiribûn, lê piştî HDP'ê şaredarî carek din bi dest xist tabelaya bi kurdî carek din daliqandibû. Kayûmê vê carê hemû pirtûkxane xira kir.
Heta niha nehatiye ragihandin ku çima pirtûkxane xira kirine.



