Weşangerên kurd her serê salê hesabê sala çûyî dikin û bi vê performansê plana sala xwe ya nû dikin.
Ji wan weşangeran xwediyê Weşanxaneya “X”yê Xelîlê Celîl dema serê sibê ji xewê rabû û fikirî, xwe bi xwe got, “Me di vê sala 2021’ê de ji Başûr alîkariyeke madî a baş girt, me pirtûk jî çap kirin, ez ji van çend heban ji bo”… (1)
Biborin ne Xelîlê Celîl bû, xwediyê Weşanxaneyê “Y”yê Celîlê Xelîl bû, wisa fikirî û got, “Ji projeyan me hindek pere bi dest xistine, bise ez van pirtûkan…” Na lo, ne Celîlê Xelîl bû jî ew, Delîlê Welî bû.
Delîlê Welî ku xwediyê Weşanxaneya “Z”yê ye wisa fikirî: “Ji bo çapkirina pirtûkan van hêjayan alîkarî dan min, min pirtûk çap kirin, bise ez van jî wekî protokol ji rojnamegerên kurd re bişînim, bila hem ji xwe re bixwînin, hem jî belkî nûçeyek jî li ser çêbikin…”
Rabû, çû ber pirtûkan, dê hin ji wan bidana hev û bişanda, deng ji telefonê wî hat, vekir, bersiv da, piştî telefon girt, ji bîr kir ku berî telefonê bi çi re bilî dibû. Telefona xwe xist bêrîka xwe, derket derve.
Bi ya we ev gotinên jor rast in yan na?
Rast an nerast, encama wê ev e ku ji bo rojnamegerên kurdan pirtûk nehatine şandin û ji 377 pirtûkên ku di sala 2021’ê de li Bakur (2) derketine belkî li ser 10, belkî li ser 20, hadê em bêjin li ser 30-40 pirtûkî nûçe hatine çêkirin. Yên din?
Bersivê “Yên din?” di ew telefona di jor de ye. Ger wê kêliyê wê telefonê lêdana, ger weşangerê me şandina pirtûkê ji bîr nekira teqez dê pirtûk ji Cemil, ji Ferîd, ji Bilal, yan jî ji yekî/e din re bişanda û dê nûçe jî derketa. Lê ew telefon heye, ew telefon, hemû sedem ew e. Yan na, weşangeran dê çima pirtûk neşanda?
Ha, em ji nivîskarê/a kurd re jî bibêjin ku berê jî me gotibû (3), dema pirtûka te neyê ka emê çawa nûçeyeke li ser çêbikin?
Em qala bi pere reklamdayînê jî nakin. Ger em qal bikin em bawerin dê bê bîra weşangerên me ku dikarin ji vê pereyê ji wan re hatiye beşek biçûk ji bo reklamê jî veqetînin. Mesela li rojnamegerek bigerin û bêjin, “Em dê fatûreya telefona/înterneta te ya vê mehê bidin, bila du rojan reklama vê pirtûkê di malper/rojnameya te de belav bibe” û dê her du jî jê fêde bigirin. Lê em dizanin piştî ku ew telefon hat weşangerê me hem şandina pirtûkan ji bîr kir, hem ji bîr kir ku reklamek bide. Û nivîskarê ku li benda nûçeyek an reklamek bû pêşî hêviya wî/ê şikiya, dûre fikirî, fikirî, gelek fikirî ku çi bike… Ev hat bîra wî, “Rojnamegerên kurd ambargo danîne ser min.”
Erê xwendevanê vê quncikê, quncikê “Diyarê Me”… Ger heta vir te ev nivîs xwendibe ez dizanim min dema te girt, bibore. Lê tu jî bizanibe ku ev 17 sal in rewşa min û Diyarnameyê bi vî rengî ye, rewşa rojnamegerên me yên din jî ji vê ne cudatir e. Ha, em dikarin navên Celîl, Xelîl û Welî derxin û navên din jî bixin cihê wan, lê axir, herhal mesele hat fêmkirin, em zêde sere hev neêşînin.
1- Min navên rastîn ên xwediyên weşanxaneyên kurdan nivîsîbûn, edîtorên Diyarnameyê razî nebûn, ew guhartin.
2- 2021: Vane hemû pirtûkên salê
3- Daxwazeke ji nivîskarên kurd