• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Hevpeyvîn

Derhêner Yoksu dipirse: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?

Dîrok : 27 05 2020 | Beþ :

Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil OGUZ

We berê navê Kûsiyên Firatê bihîstibû? Lê ji cih û warbûna 50 hezar kesî ku piranî hê di konan de ne, yên ku mafên xwe jî bi dest nexistine? Gelo hûn dizanin bihara pêþiya me dê mîlyonek kulîlkên li wê derê êdî þîn nebin? Bendava Ilisû jiyana Kûsiyên Firatê jî, erd û zeviyên 50 hezar kesî jî, kulîlkên wê derê jî, bajarê Heskîfê jî noqav kir.
Rojnameger Metîn Yoksu li ser ev xalên me anîn ziman, li ser Heskîfê, gundên wê û jiyana wir belgefîlmekî bi navê Siya Avê kiþand. Galaya belgefîlm roja 16’ê reþemiya 2020’an li Batmanê çêkir. Paþê vîrusa koronayê derket holê. Ligel ku plankiribû ku dê li gelek bajarên din jî belgefîlmî nîþan bide lê ji ber koronayê nekarî. Û niha wî ev belgefîlm bi ser înternerê re pêþkêþî her kesê/a bixwaze lê temaþe bike kir. Me jî ev yek wekî firsend dît û pêre xeber da. Kerem bikin em bi hev re binêrin ka rojnameger Yoksu, ku ji wir e, li wir bû, û çav û guhên xwe dabûn derdê wir, ka çi dibêje…

Tu bixwazî em ji vir dest pê bikin; bi salan e tu rojnamegerî dikî, bi qasî dizanim ji aliyê sînemagerî ve ev yekem e. Gelo tuyê êdî berê xwe bidî vî alî?

Nêzî 10 salan e ez rojnamegerî dikim, ji aliyekî ve jî wekî kurdekî li hemberî ew qas zilmî bi awayekî têdikoþim û dikim ku ber xwe bidim. Bi van gotinan ez dibêjim min karî hinekî derdê xwe bînim ziman.

Di warê sînemayê de ceribandina min a duyemîn e, ne ji ber tiþtekî lê ji bo bê zanîn ez dibêjim: Xebata min a pêþî li ser jiyana siyasî ya Yilmaz Guney bû lê belgefîlm ji min dizîn û di vesazkirinê (edît) de em dikarin bibêjin mahf kirin. Ji ber ku ev ne mijara me ye ez naxwazim em li ser vê bisekinin. Tiþtê muhîm erdên herî bi berhênan û ava Kurdistanê têk dibin. Ev rojev ji bo me muhîmtir e. Armanca min ew e bikim belge, belgeyan pêþkêþî kesên têdikoþin bikim û ez wekî parçeyeke vê erdnîgariyê keda xwe bixim nav têkoþînê. Ji ber ku erdnîgariya me, dîroka me talan dikin. Nedîtina vê, nenivîsandin, þîrîn nîþandayîn ne karê me ye, ew karê çapemeniya herêmî ku ji vê rantê digirin e, karê çapemeniya nêzî desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê ezê her hewl bidim rastiyan bînim ziman. Di nav çapemeniya kurd de armanca min vîdeo nûçe, belgefîlm in û helbet xebata ji bo bîrê ye. Binpêkirina mafan, kêf û þahî, þîn, bi kurtahî çi hebe armana min ew e ku belge bikim. Ji niha û pêde jî tiþtek bi ser me de neyê ezê vê hewldana xwe bidomînim.

JI DU KILAMÊN ÞÎNÊ EZ KETIM RÊ

Fikra kiþandina belgefîlm bi te re çawa çêbû? Te çiqas ji bo vî belgefîlmî ked da? 

A rast wekî hin kes dikin, “Heskîf di bin avê de dimîne hadê em herin belgefîlm bikiþînin”, na min wisa nekir û ez ranebûm neçûm min nekiþand. Ez her gav li dijî kesên wekî proje li vê dramaya dinêrim derketime. Armanca min xebata belgekirin û kesên dengên wan nayê bihîstin dengê wan bidim bihîstin. Dema em ji vî alî ve li meseleyê binêrin emê bibînin ku bi hezaran kes û çîrok hene ku me hê ew ranegihandine. Diya min (Firyaz Yoksu) klameke þînê gotibû û bi telefonê ji min re þandibû, demek din hevala diya min a zarokatiyê Habibe Saçik jî ji gund þînek vegotibû û ew jî gihîþtibû min. Pêþî ez fikirîm li ser van nûçeyeke çêbikim, paþê min go em çima vê hê bi zimanekî mayînde venebêjin. Ji ber ku her kesî bala xwe dabû Heskîfê lê me hemûyan gund ji bîr kiribûn. Di sê salên dawî de li gor derfetan min kir ku gundan bînim rojevê. Li ser vê, bi ser her du klamên þînê re min kir ku tiþtên li gundan hatine jiyîn bi awayekî objektîf bixim nava 25 deqîqeyan. Kiþandinê 3 meh dom kir. Lê Li ser xebitîn ji ber bêderfetî hinek zêde dom kir. Ligel hemû bêderfetiyan me karî belgefîlm bigihînin galaya ku 16’yê reþemiya/sibata îsal li Batmanê çêbû.

EV BENDAV ERDÊN BERHÊNAN NOQAV DIKE

Bendavê bandor li çend gund, çend mirov, çend metrekareyê kir? Ew dane hene li ber dest…

Kordînasyona Heskîfê par raporeke nû amade kir. Berî wan Hewldana Parastina Heskîfê amade kiribû. Li Heskîfê ku 12 hezar sal dîroka wê heye 289 þikeft û 80 bi temamî 199 gund û gom di bin avê de têne hiþtin. Herî hindik 50 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn. Piraniya erd, zevî û çêrgehên Þirnex, Sêrt, Batman û Amedê ketin bin bendavê. Bi kurtahî erdên herî bi berhênan ên Mezopotamyayê. Tê gotin “ev bendav dê bike ku erd pê bêne avdan” lê na, ev bendav erdên bi berhênan noqav dike. Tiþtek din a balkêþ jî bi sedan çavkaniyên ava paqij di bin bendavê de dimînin. 

Tu qala 50 hezar kesî dikî. Ev ên ji cih û warên xwe bûn çûn ku derê? Li cihên ku çûn karîn bi cih bibin?

Gelek kesên ji cih û warên xwe bûn, cihekî wan ku herin lê bi cih bibin tune ye. Ez ji gundê Ewtê mînak bidim, hê jî cihê ku mirov herin lê bi cih bibin temam nebûye. Ji ber ku cihê mirov herin lê bimînin tune ye li gundê Zaxora ku bi dehan kîlometre ji Heskîfê dûr e însan di konan de dijîn. Gelek kes ji ber mafê xwe bi dest nexistin, li cihê ku nû çêkirine jî cihê wan tune ye mecbûr man koçî metropolan bûn. Ji ber bendavê herî hindik 50 hezar mirov ji cih, war û nasnameyê xwe bûn.

BIHAREK DIN BI MÎLYONAN KULÎLK DÊ ÞÎN NEBIN

Wisa diyar e bi bendavê re bi dîroka mirovan, bi dîroka xweza û heywanan lîstin, pêþeroja wan xira kirin. Tu çûyî, te dît, li wir ev hîseke çawa ye, em dikarin hinekî li ser vê bisekinin?

Dewlet û þîrketên ku dê bêrîka wan tije bibe dîrok, xweza, zindiyên wê derê ne di xema wan de ne. Ew li pêþeroja wan nefikirîn. Loma bi ya min hesteke wan a bi vî rengî nîn e. Mînak li Çemê Dîcleyê vê biharê bi mîlyonan kulîlk di bin avê de man. Carek din biharê ev kulîlk dê þîn nebin. Ji bo Kûsiya Firatê cihek biçûk a lê jiyînê mabû, niha ew cihê jiyana wan jî têk birin. Ev yek ne di xema kesî de ye. DSÎ (Saziya Karen Avê yên Dewletê) ji bo xwe rizgar bike qaþo daneyên zanistî dan hev. Li ser cureyên vê derê xebat kir lê ji bo pêþeroj û rizgarkirina wan tiþtek nekir. Ev raporên amade kirin tenê ji bo di çavên Ewropayê de xwe þîrîn nîþan bide û hê zêdetir krediyê bigire amade kirin lê ev yek ji bo raya giþtî eþkere nekirin. Ku rapor jî temam nebûn lê cihê jiyana zindiyan têk birin.Îdîa dikin ku wisa karekî mikemel kirine. Bila derkevin bersiva vê pirsa hêsan bidin: Kûsiyên Firatê dê li ku bijîn?

Di belgefîlm de axaftinên bi bandor ên jin û mêran hene ku ji cih û warên xwe bûne. Mînak jinek dibêje, “Ewtê paytexta vê derê ye”. Dema te belgefilm dikiþand herî zêde çi bandor li te kir?

Li herêmê tu gundê Ewtê ji yekî bipirsî dê bêje na lo, were binêre ev gund hê xweþiktir e. Helbet her yek dê bêje ev xweþiktir e. Lê erdnîgariya ku ji bo her kesî bûye cihê bîra wî/ê helbet ew der paytexta wî/ê ye. Me ev nîþan dan lê me nikarî ew gotinên wan, ew klama þînê wergerînin tirkî. Hem me nikarî, hem ji dest me nehat, hem jî dilê me nexwest. Me yê ew têgehên klama þînê ya kurdî çawa wergeranda? Mînak xwiþka Hebîbe qala bîranîna bavê xwe û Gomê Reþo dikir, di tirkî de çi wate û giraniya wê dê heba? Lê ew navê ku wan daye ji bo wan taybet bû. Ji ber vê em bi zimanê gerdûnî yê muzîkê bawer bûn û me wernegerand. Lê ev hemû û jê zêdetir di belgefîlm de ew tînin ziman.

Di belgefîlm de jî em dibînin dîwaran, cihên dîrokî bi dînamîtan xira dikin. Li welatên ku li paþ mane her wisa dikin. Dema te ev dîmen dikiþandin te çi hîs kir?

Hemû zîhniyetên ku armanca wan pere karkirin e, armanc têkbirina bîra mirovan e heman tiþtî dikin. Li DYA’yê çawa li ser Çermsoran komkujî çêkirin, gelê ermen ê qedîm çawa qetil kirin, DAIÞ’ên hov çawa rabû ku êzîdiyan bikujin, li Rojhilata Navîn çawa mîrateya mirovahiyê ji bo têkbirin û pere bi destxistinê dan ber dînamîtan, bila her kes bersivê bide, gelo li Heskîfê jî armanc ne heman tiþt e? Her kes bi xwe bersiva vê pirsê bide hê baþtir e.

VÊ CARÊ DI BIN AVÊ DE HIÞTIN

Rayedarên dewletê îdîa dikin ku “Pêdivî bi enerjiyê heye” Gelo bêyî bendavê çêbikin nedikarîn vê enerjiyê bi awayekî din çareser bikin? Di lêkolînên we de çi derket holê?

A rast wekî þexs pêdiviya min bi enejriyê tune ye. Ya we heye? Ligel ku enerjî heye jî ligel ku gel zêdetir pereyan dide jî DEDAÞ elektrîka mirovan dibire. Hê du sê roj berê gundên Mêrdînê bê elektrîk man, ligel ku enerjî heye jî DEDAÞ çima elektrîkê dibire? Armanca bingehîn a vê bendavê ew e ku vê derê ji mirovan vala bike, tune bike. Yek bi yek herin li van gundan bigerin hûnê bibînin ku di salên 1990’an de rastî zilmê hatine. Bi gotina kesên ji bo belgefîlm ez bi wan re axivîm ez bersivê bidim: Ji ber ku carek din nekarîn biþewitînin vê carê di bin avê de dihêlin.

Dîrokek mezin çû, mirov mexdûr bûn, sewal telef bûn, nebatên wê derê jî… Bi giþtî mirov li dijî vê bendavê bûn. Dema em van hemûyan didin ber çavan, ev bendav li welatekî din ba, mînak li Almanyayê ba dê dîsa bihata çêkirin?

Di warê têkbirina xwezayê û dîrokê de Almanya ne masûm e. Bi awayekî endîrek wan jî ji bo bendavê fînansorî kir. Gelek welatên li Ewropayê ji vir pere kar kirin û dê kar bikin jî. Lê li gor vê derê li Almanyayê hê zêdetir pergala demokratîk û hiqûqî heye, li wê derê mirov hêsantir dikarin têkoþînê bidin. Mînak Gundê Bizenka ku li pala Çiyaya Mawa ye li Almanyayê ba bi rehetî hûnê biçûna ligel gundiyan hevpeyvîn çêkira û we yê mîkrofan dirêjî wan bikira lê li virê derê ji bo hûn tiþtekî wisa bikin pêþî divê hûn mîkrofanê veþêrin!

BI TÊKOÞÎNÊ MIROV DIKARIBÛ 10 SAL BI PAÞ VE BIXIN

Baþ e, pirsa xwe ya dawî dixwazim li ser kurdan bikim: Di sala 1955’an de dest bi çêkirina bendavê kirin û di sala 2019’an de dest bi berhevkirina avê kirin. Kurdan çi bikira dê bikarana pêþî lê bigirin ku bendav neyê çêkirin? Tiþtek wisa heye, yan tu dibêjî çi ba jî dê çêbikirana?

Duh çû, lê îro em dikarin derseke çawa ji duh derxin. Serê pêþî vê bêjim, divê mirov qet dest ji têkoþînê bernede. Ji ber ku mixabin piþtî sala 2015’an dest ji têkoþînê berdan. Yên ku têkoþîn didan bi paþ ve vekiþiyan û ji ber ku piraniya kesên têkoþîn didan nebûn bar li ser milê sê-pênc kesan ma. Yên ku ev yek ji bo xwe bikar anîn, OHAL (Rewþa Awarte) jî xistin dewrê û bi zanebûn dest bi xirakirinê kirin. Bala xwe bidê, serdema herî dijwar a xirakirinê di vê demê de çêbû. Lê ger di vê demê de jî xurt têkoþîn bihata dayîn dikaribûn 10 salên din jî bendavê bidin bi paþ ve xistin.

Binêr ez mînakek bidim, di sala 2018’an de min nûçeyeke çêkir ku li Ewropa û li hemû dinyayê ji bo Heskîfê dê di heman kêliyê de çalakiyek çêbibe. Paþê ji bo çalakiyê biþopînim ez çûm cihê çalakî dê lê çêbibe bi dehan erebeyên zirxî, erebeyên ewlehiyê û hêzên ewlehiyê hebûn. Û îro dayîna daxuyaniya herî biçûk a li Heskîfê hatiye qedexekirin. Di sala 2019’an de bêyî agahî bidin kesî dest bi danheva avê kirin. Li vir ji bo bala kesên têdikoþin nekiþîne bi bêdengî ev kar meþandin. Gelek caran em bûn þahid ku ji kesên têkoþînê didin ditirsin. Ji ber vê yekê divê qet dest ji vê têkoþînê nehata berdan. Ez dixwazim tiþtê bikeve ser milên min bikim û bi nûçeyên xwe ezê vê têkoþîna xwe bidomînim. Ezê belgekirina tiþtên tên jiyîn bidomînim. Ji ber ku dema ez niha bi we re xeber didim de jî li Pirê Zilek ê Batmanê asta avê bilind dibe û çivîkên di hêlînên xwe de di bin avê de dimînin û difetisin.

***

Metîn Yoksu kî ye?

Metîn Yoksu li gundê Bêleka Misirca Sêrtê hatiye dinê. Di salên 90'an de ligel malbata xwe koç kiriye. Du salan Beþa Tûrîzmê ya Zanîngeha Afyonê xwendiye û di sala 2008'an de xwendina xwe temam kiriye

Di kovara wêjeyî û edebî Guney de 3 salan karê Berpirsê Karên Nivîsaran girtiye ser milên xwe. Di nav endamên lijneya kovara Kayip de cih girtiye, di kovara Yaz Kalemî û kovara Arasoz Sanat ve Polîtîka de, her wiha di du malperên înternetê de xebitiye. Paþê beþdarî ajansên DÎHA û DÎHABER'ê bûye ku her du jî bi "Biryarnameya Di Hukmê Zagonê De" hatin girtin. Ew niha di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de xebata xwe ya nûçegîhaniyê didomîne. Belgefîlmê "Siya Avê" duyemîn belgefîlmê wî ye.
***

Ji bo yên bixwazin li belgefîlm temaþe bikin, lînk:
- SIYA AVÊ - METÎN YOKSU


Hûn dikarin li van jî binêrin

Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe

Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera...

27 02 2021

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin...

24 02 2021

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goþt digire'

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li...

15 01 2021

Aydogdu: Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

Aydogdu: Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û...

28 08 2020

Ev jî hene

Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe

Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe

27 02 2021

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn

24 02 2021

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goþt digire'

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goþt digire'

15 01 2021

Aydogdu: Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

Aydogdu: Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

28 08 2020

Rûkiye Ozmen: Þahidek wisa got, 'ez li wir bûm bavê min pirtûkên Melayê Batê þewitandin'

Rûkiye Ozmen: Þahidek wisa got, 'ez li wir bûm bavê min pirtûkên Melayê Batê þewitandin'

16 07 2020

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

MÊZÎNA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ!

Mîrza Ronî

Þêxo Fîlîk

Þerm û Jinûveavakirina Civakê

Þêxo Fîlîk

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname