Bifikirin, hûn li Tirkiyeyê dijîn. Ha li bajarekî mezin, an jî li bajarekî biçûk ê kurdan. Qet ne muhîm e. We bi zorê karek bi heqdesta asgarî bi dest xistiye. Hûn mehane 503 YTL pere digirin. Zarokek we heye. Hûn dixwazin carinan jêre pirtûkek bi kurdî bikirin. Hûn diçin Navenda Çanda Mezopotamyaye, hûn mêze dikin pirtûkeke zarokan bi navê "Sara" derketiye. Bala we dikişîne. Hûn rûpelan diqulibînin, belê bergeke qalind, rûpelên xweşik û hûn dibêjin ez vê bikirim ji bo zarokê/a xwe.
Hûn buhaya wê dipirsin, Dewrimê ku li pirtûkan dinêre dibêje: "18 YTL".
Hûn şaş dibin. Hûn li heqdesta xwe ya mehane dinêrin, hûn wê li rojan par dikin, roja we tê nêzî 17 YTL'yî lê pirtûkê ku hûn dixwazin ji bo zarokê/a xwe bikirin bi 18 YTL'yî ye. Hûn hêdîka pirtûkê li cihe wê datinin, sipasî li pirtûkfiroş Dewrim dikin, hûn tam dixwazin vegerin, lê dilê we rehet nabe û hûn dibêjin:
- Heyran, pirtûkek zarokan çima ew qas buha ye. Ma kî dikare 18 ytl'yî bide pirtûkek zarokan?
Dewrim dibêje:
- Wele weşanxaneyê anî, gotin wisa bifroşe, em jî mecbûr wisa difroşin. Lê tu bixwazî ez dikarim hinekî ji bo te kêm bikim.
Kêm bike dê çi bibe? Herî zêdê dê du sê ytl'yan daxe, wê daxe 15 YTL'yî. Lê 15 YTL'yên we hene?
Hûn li pirtûkê dinêrin, pirtûkek ku ji aliyê Bêrî Bihar ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Avagon derketiye.
Hûn bikirin tişteke din e, hûn nekirin tişteke din.
Hûn bikirin hûn baş dizanin ku dê tesîreke mezin li butçeya we bike, hûn nekirin hûn dizanin li mal hûn qala pirtûkê bikin dê dilê zarokê/a we bimîne. Hûn di nav qeda û belayê de dimînin.
Vê carê hûn ji xwe dipirsim: Ma pirtûkek zarokan bi 18 YTL'yî dibe?
Û ez jî vê pirsa we ji her kesî dipirsim: Pirtûkek zarokan bi 18 YTL'yî dibe?
Bifikirin ku hûn dixwazin hefteyê pirtûkek ji zarokê/a xwe re bikirin û mehê dike çar pirtûk. Yanê 4x18= 72. Divê hûn 72 YTL tenê ji bo pirtûkên zarokan veqetînin. Lê ji bo xwe, ji bo jina xwe? Dema em ji ser 18'an re bihesibînin, mehaneya ku hûn digirin têra pirtûkan tenê nake.
V
ê carê em li mînakên li derveyî xwe binêrin.
1- Pirtûkên xêzeromana Red Kît (Bi navê wê yê din Lucky Luck) li Tirkiyeyê bi tirkî hatine çapkirin û li Weşanên Yapi Krediyê bi 10 YTL'yî difroşin. Dema hûn diçin wir sedî 20 jî dadixin dimîne 8 YTL.
2- Weşanên Evrenselê heta niha bi dehan pirtûkên zarokan bi tirki çap kirine. Hûnê bipirsin buhayê wan çi ye? Bele, buhayê pirtûkên wan di navbera 3.50 ykr û 7 YTL de diguhere.
Mînak bes in. Ê heyran 7 YTL li ku ye, 18 YTL li ku?
Ger wisa be dê kîjan bav bikaribe 18 YTL'yên xwe bide pirtûkek?
Ger nikaribe 18 YTL'yên xwe bide pirtûk wê çaxê dê zarokê/a wî nikaribe pirtûkên kurdî bixwîne. Jixwe dema zarok nexwîne wê çaxê herhal hûn jî dizanin dê pêşeroja vî zimanî nîn be.
Nizanim di rewşeke wisa de mafê me heye em gazincan bikin ku zarokên me bi kurdî nizanin?


