Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê niha dike ku 13 bajaran derxe statuya "Bajarên Mezin". her çiqas erdhejê li Wanê da, waniyan koç kir, hê jî derdê wan derman nebûye û hikumetê bi têra xwe dest neavêtiye alîkariya ji bo waniyan jî, lê bajarê Wanê jî di nav van de bajarên ku dê bibin Bajarên Mezin de heye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî hilbijartinê di mîtîngan de gotibû ku ewê hin bajaran derxin statuya bajarên mezin. Niha Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn ragihand ku îsal dê li ser vê meseleyê bisekinin û 13 bajaran derxin statuya Bajarên Mezin.
Di nav van 13 bajaran de digel bajarên wekî Aydin, Denizli, Mugla, Tekirdag, Trabzon, Balikesir, Manisa, Hatayê hin bajarên kurdan ên wekî Riha, Mereş, Wan, Meletî û Mêrdîn jî hene. Tê gotin ku bajarên ku hejmara şêniyên wir bi ser 750 hezarî de ye dê bikin Bajarê Mezin.
Heta niha di nav bajarên kurdan de tenê Amed û Entab di statuya Bajarê Mezin de bû. Li Tirkiyeyê niha bi giştî 16 bajar di statuya Bajarên Mezin de ne.