logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Kek Nêçîrvan binêre li vir rewş wisa dimeşe

  • Dîrok: 29/12/2015
Kek Nêçîrvan Barzanî, tu hatî Stenbolê, te du qesir dîtin. Tu bi xêr hatî û bi xêr çûyî. Dibe ku niha tiştên ez binivîsim tu ji min baştir bizanibî, tu baştir bizanibî rewş çi ye, lê bi destûra te ez dîsa dixwazim binivîsim. Ha, hin kurdên me yên Bakur (Başûrî jî hene) jî hene, ji xwe re "serxwebûnxwaz" dibêjin, belkî xwe wisa nîşan didin lê li aliyê din tu dibînî dijî tevgera kurdên bakur in. Bi destûra te bila ew "serxwebûnxwaz" jî vê nivîsê bixwînin.
Yek ji wan (ez nav nedim, jixwe tu dizanî ez qala kî dikim) wisa nivîsî bû, "Leşkerên tirk ji bo parastina Kurdistaneke Serbixwe hatine Başika"...
Ka em binêrin hikumet û rayedarên vê hikumeta ku ew leşker "Ji bo parastina serxwebûna Kurdistanê" şandine Başika li Bakur çi dibêjin...

Kek Nêçîrvan roja ku tu li Tirkiyeyê bûyî û te bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anîn, rêxistina sivîl a herî mezin a Bakur "Kongreya Civaka Demokratîk" (KCD) li Amedê bi awayekî awarte di civînê de bû.
KCD'ê bi encamnameyek (1) ji bo kurdan û ji bo bajarên din ên Tirkiyeyê xweserî xwest; xwest bajar û herêm ji herêmê ve bêne rêvebirin, meclisên wan hebin û gelek tiştên wisa. Lê tuyê bibêjî çi bû? Wisa bû:
Dozgerê ev welatê ku "qenciya Başûr dixwaze" der barê hevserokên partiyên kurdan (2) de ji ber vê "xweserî"yê lêpirsîn da dest pê kirin. Û rêveberên AKP'ê û Hikumeta Tirkiyeyê (ku AKP'ê hikumet saz kiriye) wisa axivîn:

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Ala:
Qala xweserî dike ku KCD'ê û rêveberên HDP'ê eşkere kiriye û dibêje: "Siyaseta ku vê bîne ziman meşrûbûna wê xilas bûye."
Tê zanîn li dinyayê siyaset ji bo guherandina pergalan tê kirin. Ma ne wisaye Kek Nêçîrvan? Çawa "meşrûbûn" têk diçe? Mînak, Kek Mesûd Barzanî kurtedemek berê xwest li Başûr kurd ji bo serxwebûnê referandûmê çêbikin meşrûbûna wî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê têk çû gelo?

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag: 
"Demîrtaş hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz bi awayekî zelal û eşkere anîne ziman. Ev daxuyanî îxanet e, sûc e, di asta tunebûnê de ye. Demîrtaş ji bo li meclisê di bingeha azad a demokratîk de siyasetê bike xwedî li siyaseta qirêj a terorê derketiye, bi awayekî eşkere cudaxwazî aniye ziman. Rêxistina terorê ya cudaxwaz û piştgirên wê ne sed sal bi sedan salan derbas bibe jî dê negihîjin armanca xwe. "(Ji Twittera xwe daxuyand)
Ha, ne Demîrtaş, ne jî endamên din ên KCD'ê qala parçebûna Tirkiyeyê, cudabûna kurdan ji Tirkiyeyê nekirine! Tenê qala xweseriyek kirine. Bila kes agahiyên şaş nede te Kek Nêçîrvan. Lê binêre dîsa jî vaye Wezîrê Edaletê çi bersivê dide. Ma ev edalet e? Tu jî dizanî kek Nêçîrvan, 22 welatên ereb hene hemû misilsan in. Misilmanên din jî welatên wan hene. Ma gelo di Quranê de tê gotin ku kurdên Bakur nikarin bibin xwedî mafek? Ez qala welatek jî nakim ha, tenê mafek... Dîsa tu jî dizanî ev hikumet li ser rêça Osmanî diçe. Ez bawerim haya te jê heye di serdema Osmanî de jî kurd xwedî xweseriyê bûn. De ez nizanim çima ev kesê Wezîrê Edaletê, yanê yê ku divê edaletê saz bike dijê vê xweseriyê jî dertê. Nizanim di hevdîtina we de qet qala xweseriya kurdan a di dema Osmanî de hat kirin? Nizanim te qal kir yan na, gelo kurd li Bakur dikarin bibin xwedî xweseriyek ji rêzê jî... Nizanim kurd bibin xwedî xweseriyê dê edalet pêk bê? Ger pêk bê ev Wezîrê Edaletê dê çi bike? 

Kek Nêçîrvan ez dizanim ez serê te diêşînim, dema te bi gotinên xwe re mijûl dikim lê bibore ezê hin mînakên din jî bidim:

Wezîrê Ewlehiya Civakê û Xebatê Suleyman Soylu jî axiviye. Ev kes dema Serokê DP'ê bû rexneyên tûj li AKP'ê didan, niha jî wezîr e. Soylu wisa gotiye, "Ev deklerasyon demokrasiyê ji qîmetê dadixe û encamên demokratîk ji holê radike û demokrasiyê tune dihesibîne. Ger li vî welatî hilbijartin çêdibin dê encamek wê jî hebe. Ger li vî welatî demokrasî hebe divê qebûlek wê jî hebe. Bi gotinek zelal, eşkerekirin wisa (qala deklerasyonê dike) kêmînek e li hemberî demokrasiyê. Bila kes nekeve şikê, ev welat parçe nabe."(Ji çapemenî)
De ka ez çi bibêjim? Kek Nêçîrvan, tu jî dizanî çend roj berê li Katalonyayê (tu dizanî niha bi awayekî fermî parçeyek Spanyayê ye) gotin "ji bo serxwebûnê em dê referandûmek saz bikin". Ji rêveberên Spanyayê kes ranebû negot "ev demokrasiyê tune dike". Jixwe tu dizanî Katalanan ji aliyê xweseriyê ve her cure maf bi dest xistiye jî. Ka te çi got?

Berdevkê Serokomar heye, navê wî Îbrahîm Kalin e. Wî jî gotina xwe gotiye: "Tu beramberiya, qebûlkirina fanteziyên wekî rêveberiya cewherî nîn e. Civakên di nav demokrasiya kemilî de dijîn fanteziyên wisa qebûl nakin." 
Xweş gotiye ne?

Ma ew tenê, mebûsên li nav AKP'ê yên "kurd" jî axivîne. Ev "kurd" bi taybetî min xist nav neynûrê bibore ha.

Ji wan Mebûsê AKP'ê Galip Ensarioglu, tu dizanî ji Amedê ye, wisa gotiye:
“Derfeta ev yek bê cih gelek lawaz e."
Çima? Ma tu ne kurd î? Tu ne ji Amedê yî? Amedî vê dixwazin, çima lawaz e? Ji ber ku tu û partiya te naxwazin ne? Em derbasî yekî din bibin kek Nêçîrvan?
Belê dîsa ji wan kurdan, Mebûsê berê yê AKP'ê Abdurrahman Kurt jî gotiye:
"Jixwe ez pêdivî pê nabînim ku îlankirinek wisa cidî bigirim, bidim nîqaşkirin jî. Ji bo bala dewletên derve bikişînin tiştek wisa kirine... Ev întîxarek e... Li Tirkiyeyê empatî ji bo kurdan çêbûbû lê vê yekê ew têk bir." (Ji bo BBC Tirkî axivî)
Ha hoo, ha hoo...

Piştî ew qas gotinan de ez nizanim ev rêveber û ev hikumet ji bo Başûr Kurdistanek serbixwe dixwazin yan na? Ger ji bo Başûr tiştek wisa bixwazin ji bo kurdên vir çima ew qas xwe tûj dikin? Ma kurdên li Başûr kurd in, kurdên li Bakur ne kurd in? Bawer bike min tiştek fêm nekir. Ka te çi got Kek Nêçîrvan? 

Ez wekî birayekî te yê biçûk ji Bakur heta Başûr silavên xwe ji bo te dişînim...

Hin Nivîsen Nivîskar

Zazay tembel ê

  • 05 Gulan 2008

 Nê, ene nivîse qeybî heqaretî niyamiya niştişî, nê ez, nê jî joykewbîn eşkeno heqaret bikero ro zazan. Ene nivîse tehlîlêke wa.Belê, zazay...

Edaleta Başûr, piştgirên Bakur

  • 26 Tebax 2021

Werin em di vê nivîsê de bi ser çend notan re çend pirsan bikin, bikevin dû edaletê yan jî bêedaletiyê... Meseleya me bila Bafil, Şêx Cengî û...

Çi eleqeya ‘xwê’ bi dewletê re heye?

  • 28 Kewçêr 2019

Erê pirs ev e, çi eleqeya xwê û dewletê bi hev re heye? Ka em bi hev re hinekî serê xwe biêşînin...Xwê nebe goşt bêhn dide û tê avêtin. Bi...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo firotina sedî 10'ê La Lîgayê li hev kirin

ad

Roja Şano ya Cîhanê; Li Başûr rewşa şanoyê

ad

Ma Şêx Seîdî bi hurmet anê vîrê xo

ad

ÎHD'ê jî pirsî: 'Hurşît Kulter li ku ye?'

ad

Lîstikên Şanoya Bajêr ên vê mehê diyar bûn

ad

W'yê 'Silîva/Farqîn' girtiye dest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname