Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) fîlmên serketî yên îsal xelat kirin. Fîlmê Nuri Bilge Ceylan “Kuru Otlar Ustune” 9 xelat girtin û mohra xwe li şevê da.
Siyadê 56’emîn Xelatên Sînemaya Tirkiyeyê bi merasimek belav kirin. Mesarima xelatdayînê li Salona Îstanbul Modern li dar ket û pêşkêşvaniya wê Yetkin Dikinciler kir. Fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan ku ji Cannesê bi Xelata Palmiyeya Zêrîn (Lîstikvana Herî Serketî) vegeriya bû, di vê şevê de xelat dan hev. Fîlmî xelata derhêner, senaryo û lîstikvana herî serketî (Merve Dizdar) û lîstikvanê herî serketî (Deniz Celiloglu) jî têde tam 9 xelat girtin.
Di şevê de Cem Davran bi rola di fîlmê Zeki Demirkubuz “Hayat” de Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girt; Cansun Kuçukturk jî bi rola di fîlmê Ozcan Alper “Karanlik Gece” de Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî girt.
Di şevê de Xelata Rûmetê dan Tomris Giritlioglu û Lale Belkiz. Lîstikvan Nur Surer ku xelat da Giritlioglu ji bo wê got, “Ji ber ku ez bi yek ji jinên dilpola ên sînemayê xebitî me ez serbilind im. Tomrisê bi fîlmên xwe her qala van axan kir. Wê gelek fîlmên ku kesî nedikarî xwe bide ber kişandin.”
Lîstikvan Necmettin Çobanoglu jî Xelata Kedê girt. Çobanoglu xelata xwe ji destê nivîskarê sînemayê Burçak Evren girt û rexne li serdema niha tê jiyîn kir. Çobanoglu got, “Em di serdemeke ku derew bi şeref e de dijîn.”
Va ne hemû xelatên hatine belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Kuru Otlar Ustune (Nuri Bilge Ceylan)
- Derhênerê Herî Serketî: Nuri Bilge Ceylan (Kuru Otlar Ustune)
- Senaryoya Herî Serketî: Nuri Bilge Ceylan/ Ebru Ceylan / Akin Aksu (Kuru Otlar Ustüue)
- Xelata Cahide Sonku ya Lîstikvana Herî Serketî: Merve Dizdar (Kuru Otlar Ustune)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Deniz Celiloglu (Kuru Otlar Ustune)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Ece Bagci (Kuru Otlar Ustune)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Cem Davran (Hayat)
- Derhênerê Dîmerê yê Herî Serketî: Cevahir Şahin, Kurşat Uresin (Kuru Otlar Ustune)
- Muzîka Herî Serketî: Cansun Kuçukturk (Karanlik Gece)
- Vesazkirina Herî Serketî: Oguz Atabaş, Nuri Bilge Ceylan (Kuru Otlar Ustune)
- Derhênera Dîmenê ya Herî Serketî: Meral Aktan (Kuru Otlar Ustune)
- Di Nîşandayîna Platformên Dîjîtal de Fîlmê Herî Serketî: Ayna Ayna / Derhêner Belmin Soylemez
- Belgefîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî: Kavur / Derhêner Firat Ozeler
- Kurtebelgefîlmê Herî Serketî: 8 Mart 2020 Bir Gunce / Derhêner Firat Yucel
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Avrupa Fatihi (Onur Yagiz)
- Xelata Giovanni Scognamillo ya Fîlmê Fantastîk: Aç Karnina Çikmayalım / Derhêner Yigit Hepsev
- Fîlmê Yekem ê Derhêner ê Di Platformên Dîjîtal de Hatiye Nîşandayîn: Guneş Sonrasi (Aftersun)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî yê Ketiye Vîzyon: Bir Duşuşun Anatomisi (Anatomie d'une chute)
- Xelata Ahmet Uluçay a Hêvî Dide: Çilingir Sofrasi
Foto: Cemil Oguz


