Dibêjin, "Çima hûn şahînîtî dikin? Çima şahîntiya aştiyê dikin? Çima hûn kevokên aştiyê bi coşeke mezin pêşwazî dikin?"
Ew ji aştiyê ditirsin. Ji daxwaza xurt a aştiya me ditirsin. Wan çiyayên aştiyê dîtin, çiyayên aştiyê ên wekî Cudî, wekî Gebar, wekî Agiriyê serbilind. Sahwa çiyayên aştiyê li wan çêbû. Dilê wan diricife ji aştiya me, ji şahîntiya me. Qerem li wan şikestin. Çima? Loma miletê tiyê aştiyê xwedî li aştiyê derket. Loma wan "bi çavê serê xwe" daxwaza aştiyê ya miletê kurd dîtin.
Aştî çi ye? Tiştekî baş e an na baş e? Aştî rawestandine şer e, aramî ye, şadî ye, ken e, dawet û dîlan e, lîlan e. Aştî fermana Xwedê ye ku dibêje: "Tu dê nekujî." Aştî ev e, yanî tiştekî pîroz e, tiştekî xweşik e.
Vêca miletê kurd, seranser got: Aştî, ji her devê mirovê kurd fermana Xwedê derket. Kurdan bi mîlyonan gotin ku bila şer raweste, bila kes nemire, bila ‘Li welat û cîhanê aştî' pêk bê. Dilê kurdan bi van daxwazan tije bûn. Ketin riyan, kolanan, al hildan, aştî qêriyan. Kurd li rûmeta aştiyê xwedî derketin, li wateya aştiyê.
Hinek ji vê aştiya me aciz bûn. Tirsiyan. Kî ji aştiyê ditirse. Ên şerxwaz, ên ku di mêjiyê wan de bîrên Botaşê hene, yên ku di xewn û xeyalên wan de kuştina zarokan heye, ên ku fantaziyên wan ên şkencekirinê hene. Ên ku aramiyê naxwazin ji aştiyê ditirsin. Ên ku hîna dibêjin ‘kuştina kurd paqiji ye’ ji aştiyê ditirsin, ji aştiya me.
Ê me "şov" û "Qurnaztî" nîn e birêzan. Dibe ku hûn biyaniyê daxwaza aştiyê bin, dibe ku hûn dûrî wateya aştiyê bin. Lê ev xwedîlêderketina aştî, ne "şov" ne jî "qurnazî" ye gelî birêzan.
Em çima wiha bi hêz li aştiyê xwedî derketin? Gelî birêzan ez bersiva wê bi we bidim. Belkî hûn tê bigihin. Em ew milet in ku di dîroka me de 28 serhildanên têkçûyî hatiye nivîsin bi tîpên sor, bi tîpên reş. Em ew milet in ku bi bi çewsandina her serhildanê re dilê me, mêjiyê me, giyana me hatiye kavilkirin in. Em ew milet in ku bi hindikayî 87 salên me di nav şer de ne, li çiya ne, li şkeftan, li mişextiyê ne. Ev 87 sal in ku em têne kuştin, em sêwî û bî dimînin. Ev 87 sal in ku li kavilên gundên me kundên we dixwînin. Ev 87 sal in ku neçarî ji bilî zimanê xwe bi zimanekî din biaxivin dimînin. Em, ew miletê ku we di zindana Amedê de pîsîtî bi wan didan xwarin in. Em ew miletê Helebçe ne, ên Agirî, Dêrsim, Newala Qeseba, Geliyê Zîlan û Dara Hênê ne. Em ew milet in birêzan. Me rûyê şer ên kirêt, ên xwînxwar û xwînmêj ji nêz ve nasiye. Xwedîderketina me a li aştiyê bo vê ye gelî birêzan. "Şov" û "Qurnaz" nîn e. Bi dil e, bi can e, bi xwîn e ev xwedîlêderketin. Bi rûmet e.
Ê we hûn aştiyê tênagihî, hûn fermana Xwedê tênagihin. Hûn nizanin bê şer çi ye. Gundên we nehatin kavilkirin, Dêrsim û Agiriyên têk çûyî nîn in di dîroka we de. Hestiyên we di bîrên asîtê de nehatine dîtin. Di şkeftan de miriyên we derneketine. Zimanê we nehatiya qedexekirin, muzîka we nehatiya qedexekirin. Ji bo vê jî hûn xwedîderketina li aştiyê wekî "şov" û "qurnaztî"yê tê digihin. Bo wê hûn dûrî têgihîştina nirx û wateya aştiyê ne.
Lê soz be, emê aştiyê hînî we bikin. Emê wate û nirxa aştiyê ji we re vebêjin.


