Diyarname
Li Hollywoodê navên lîstikvanên ku herî zêde pere kar dikin hat eşkerekirin. Lîstikvanê navdar Tom Cruise bi 75 mîlyon dolarî di rêza yekemîn de ye.
Kovara Forbes îsal jî lîsteya lîstikvanên Hollywoodê yên ku herî zêde pere kar dikin amade kir. Lîste li gor serdema gulana 2011'an û gulana 2012'yan hatiye amadekirin. Di vê salekê de lîstikvan Tom Cruise tam 75 mîlyon dolar pere kar kiriye û bi vê reqemê di rêza yekemîn de ye. Ev eşkerekirin di heman demê de rastî 50'emîn rojbûna Cruise hat.
Lîstikvanên navdar Leonardo DiCaprio û Adam Sandler bi 37 mîlyon dolarî li dû Cruise tên.


