HDP'ê ji bo Qersê Ayhan Bîlgen destnîþan kir
Diyarname
Ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an xebata nîþandayîna berendaman didome. Heta niha hin partiyan berendamên xwe nîþan dan lê HDP'ê heta niha hê kes nîþan nedabûn û îro yekem berendam nîþan da: HDP'ê, Wekîlê Serokê Koma xwe Ayhan Bilgen wekî berendamê Þaredariya Qersê nîþan da.
HDP'ê heta 19'ê mehê dema serîlêdana pêþberendamiyan dirêj kiribû. HDP'ê ji xwe re kiriye armanc ku hemû derên hikumetê bi kayûman dest daniye ser þaredariyan bi paþ ve bigire û hin cihên din jî lê zêde bike. Ji van cihan yek jî Qers e. HDP dixwaze Qersê bi dest bixe ji bo vê yekê berendamekî xurt nîþan da: Ayhan Bîlgen. Bîlgen di peywira xwe ya li nav HDP'ê de heta niha baþ xebitîbû û ji aliyê gelek kesî ve hatibû ecibandin. Piþtî Selahattin Demîrtaþ nebû hevserokê partiyê ji bo hevserokatî jî navê Bîlgen derbas bûbû. Û niha Bîlgen kirine berendamê Þaredariya Qersê. Ger bi serketinek çêbibe dê bibe yek car ku HDP li Qersê þaredarî bi dest dixe.
Her wiha di nîqaþa komîsyona hilbijartinê de ji bo Erdexanê navê Taþkin Aktaþ derketiye pêþ.
Di rojên pêþ me de HDP ji bo bajarên din jî dê berendamên xwe eþkere bike.