• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî

Dîrok : 07 09 2018 | Beþ :

Serbest

Azîz Tekîn

Yekem pirtûka çîrokan ya Mem Zînistanî Bindarûk di 2015an de ji weþanên Lîsê hat weþandin. Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser lehengên xwe. Bi hûrgiliyên piçûk xîtabê dîtinê dike ji ber vê jî di çîrokên wî de aliyeke sînemayî jî derdikeve pêþ. 

Herdû bira; Hesen û Huseyn. Lehengê çîroka Ayeta Sî û Sêyem ku çîroka yekem a pirtûkê ye. Her yek li ber bayê nêrîneke ketine ku qet nayên ba hev. Hesen dixwaze kekê xwe ji liv û tevgerên wî vegerîne "ser rêya heq" û hiþyariya xwe ya dawî lê dike. Dema ji gera dervayî bajêr bo qanihkirina hev vedigerin dest bi axaftinê dikin, mela dest bi azanê dike. Dema mela hindik maye banga xwe kuta bike ji hev diazirin û Huseyn jî ji birayê xwe vediqete û dimeþe. Kêliya ku bang diqede guleya ji difna tifinga Hesen dipeke hedefa xwe dibîne. Çîroka Habîl û Qabîl li wareke din bi awayeke din cardin tê nivîsandin.

Bi herikbariyeke nivîskar me diþeqitîne nav çîroka Bindarûk. Ji devê jinên li wir em hîn dibin ka ji wan kîjan bi çi rengî ye. Wekî haya wan ji me tune be nivîskar ji ser darê wan bi me dide guhdarkirin. Lê her ku em noqî herikîna çîrokê dibin nivîskar carê careke axaftina wan dibire û berê "kameraya" xwe dide çivîkeke li nêzê me daniye, ge wê de ge vir de diçe. Car caran jî difetile ser kulîlkên li ber bê dihecin. Naxwaze axaftina jinên li bin bindarûkê halûahwalên xwe diaxivin zû xilas bikin!

Meyldariya di piraniya çîrokên kurdî de derdikeve pêþ di çîroka M. de jî heye; ew jî her çiqas mekan bajêr be, leheng bajarîbin jî mînak ji karên rojane yên gundîtî/gundiyan tên dayîn. Helbet sedemên vê hene; nivîskarên hetanî niha rabûne ji binemaleke gundî bûne û haya wan çi baþ çi xirab ji "zimanê gunditiyê" hebû û ji vê paþxaneyê diaxivîn. Gelo xwandevanê halê hazir xwediyê vê zanînê ne? Ser meselê bajarî ji kermeyan re dibên çi yan bi bihîstina vê peyvê re çi di serê wan de zîl dide? "Meriv li piþtstûya M. binêre, wê ji basmayekê, ji gomekî zêdetir kerme jê derkeve." Dema vê hevoka ji pirtûkê dixwînin têdigihên? Dema ez bi hin hevalên xwe yên li gund an zoman mezin nebûne re diaxivim mecbûr dimînim hin peyvan ji wan re tarîf bikim. Kerme jî, bazmalix jî ji wan peyvan in. Ger ku lehengê çîrokê bajarî be û mekana di çîrokê de tê behskirin li bajar derbas bibe wê demê em çi dikarin bixin cihê kerme? Yan jî peyvên di jiyana rojane yên li gundan tê bikaranîn. Rast e, heta niha bajariyên Kurdistanê jî nîv gundî bûn û ji wan re ne dûr bû ku peyvên ji karên di jiyana gundîtiyê de tên bikaranîn fêm nekin. Lê niha hene. Ji min re wisa tê ku di salên 1900 de li zozanên Açme yê Bayîzdê meriv behsa radyoyê bike. Erê, di wan salan de radyo hebû lê bi tu awayî di axaftina jiyan rojane de navê wî cîh nedigirt.

Li ser kêla gora M. bi tirkî dîroka bûyîn û mirina wî tê nivisîn ku ev cara yekê û cara dawî ye bi destê þarevaniyê çilkek zimanê tirkî dipeke nav jiyan û mirina M. Lê li gor nivîskar ew ne zimanê tirkî, zimanê tirkan e. Ev di têbiniyê de derbas dibe, ji ber tu hiþyariyek tune ye xuyaye ne edîtor, nivîskar bi xwe lê zêde kiriye. Ger em mesela zimanê tirkan/tirkî daynên alîkî nivîskar li kêleka metna xwe bi rêyên din jî dixwaze tevlî tahayyula xwendevanan bibe ev jî bi rêya parateksê ye. Paratekst têgeheke rexnegir û teorîsyenê Frensî Gérard Genette ye ku ji bo li kêleka metneke edebî bikaranîna agahî an lêzêdekirinên dîmenî an nivîskî, wekî; epîgraf, îthaf, pêþekî, pêþgotin, têbinî, wêne... (bo zêdetir agahî bnr; Sclbert-Yücel; 71-86) Lê kêlaka van paratekstan di pirtûka Zînistanî de bê îstîsna li binê hemû çîrokan agahiya çîrok di kîjan demê de li ku dest pê kiriye û di çi zemanê de li ku qediyaye jî heye. Her çendî Genette nivîsandina dîrok û cihê çîrok lê hatî nivisandin jî wekî paratekst nehejmartibe jî, ji ber "dengê derve" tevlî "hundir" dike meriv dikare wekî paratekst binirxîne.

Ji bo nifþên beriya me radyoya TRT travmayek mezin e ku di dema xwe de nikaribûn jê biqeriyana. Li ber dengê xeberên ajansê çend keç û lawên xwe li serê çiya û nav beyaran de dan xakê. Çi rast çi derew dengê radyoyê xebera bi hezaran tiþtên xirap gihand wan. Gerçî ew deng hê jî qut nebûye. Di çîroka Du Demsal de jî ew deng bi ya xwe dike, ne tenê bi deng her wiha bi awayeke "fîzîkî" jî dikeve nav jiyanê. "Aramiya xwezaya zozanên me dîmenên rengîn ên jiyana me ji niþkê ve tarûmar dike", "Qutiya joleyê ji destê me dixîne, Her tiþt serobino dike ji niþkê ve."

Çar + Çar = Çar

Rihê hejmara çar digere di nav pirtûkê de. Di sê çîrokan de metefora çar bi awayeke eþkere xwe bi me dide xwûyakirin. 

Dema min -wekî ferdek kurd- dest bi xwendina dîroka Kurdistanê ya nêz kir, her wiha siyaset û tiþtên din jî yên bi Kurdistanê ve girêdayî, her çar dewlet derdiketin pêþberî min; Îran, Iraq, Sûriya û Tirkiye. Îmaja van her çar dewletan wekî dijmin bûn ku di roja îro de jî dema kurdek diaxive balê dikþîne ser çar dijminên ku dora me pêçane. Ne tenê wekî ferdên kurd dora me pêçane her wiha li dora "dayîka niþtîman" jî xwe dane hev. Dema behsa van "çaran" tê kirin Kurdistan jî bi dayîkbûna xwe ku di nav dest û piyên van "çaran" de digevize. Her wiha perçebûna Kurdistanê bi çar beþan vê hejmarê li kêleka jiyana rojane di qada edebiyatê de jî ji xwe re cîh dibîne.

Di sê çîrokên pirtûkê de hejmara çar çi tesadûfî çi jî bi zanetî rê nîþanê me dede; Jana Çargoþe, M. û Çar Fragman. 

Di Jana Çargoþe de em peyva çar ku di sernavê çîrokê de derbas dibe daynin aliyekî heft zarok hene li ser dika çîrokê û dayîka van zarokan. Bi tirs in bi xof in. Tirs ji her derê wan dibare. Her ku çîrok diherike sedema tirsa wan tê famkirin. Mêrekî biyanî yê çakêtekî sor ku ji stêrk û heyvên spî pêve ne û potîn li xwe dike dikeve hundir û tedeyê li dayîkê dike. Axir zarokek deyax nake û li hember mêrik radibe. Lê zarokên din çi ji tirsê çi ji tiþtên din bi ew birayê rabûyî re dest nadin hev. Mêrikê biyanî jî ji vê piþt digre. Bi çend sahneyan zorok yek bi yek dikevin. Di dawiya çîrokê de mêrên biyanî dibin çar. Tede û êþkenceya wan li dayîkê berdewam dike. Her çiqas hin deman bihevkevin jî û her yek ji wan xwe xwediyê dayîk û zarokan bibîne jî di taliyê de li hev tên.  Çar mêrê biyanî û dayîkek û zarokên li ber lingan çûyî. 

Di çîroka M. ku behsa dînek hezkiriyê kase û tableya ye tê kirin ku karê wî ew e li nav bajêr tableyan bide hev. Nivîskar û hevaleke wî yê li ser dînan xebata doktorayê dike jî dixwazin sedema dîntiya M. hînbin. Ji bo vê jî M. hîpnoze dikin. Bi dayîna kaseya M. dixapînin û bi rêya hîpnozê dadikevin zarokatiya wî. Li wir rastê sedema dîntiya M. tên; çar mêran li ber çevê M. destdirêjiya diya wî dikin. Bi vê awayê sedema dîntiya M. derdikeve arasa meydanê. Cardin çar mêr û dayîkek û zarokek dîn.

Di çîroka Çar Fragman de jî çar sahneyên li Otêl Cîhan bi awayeke sînemayî tê vegotin. Di fragmana dawî de çar mêr li lobiya oteleke erzan in ku em dûre hîn dibin ku miþteriyê Zînê ne. Zîna qehpik ku Mem li otêlê resepsîyonîstî dike û Beko jî jê re pezevengtiyê.  Wisa dixwiyê ku her çar mêrên dagirker ku mirov "dagir dikin" dixwazin bi hev re bikevin odeya Zînê bo vizîteyê. Erê li vir Zîn ne dayîk e lê em çi bikin jî yeka ji me ye û dîsa li hember wê çar mêr hene. Çar mêr, Zînek û em "temeþevanê" çar fragmanan.

Her wiha di sernavê herdû çîrokan de peyva "çar" heye; Jana Çargoþe û Çar Fragman. Di çîroka M. de dînê me bi çar seansan tê hîpnozekirin. Çîroka Çar Fragman ji çar fragmanan, çîroka Jana Çargoþe jî ji çar sahneyan pêk tê. Di çîroka Du Demsal de jî Vivaldi konçertoya Çar Demsal dijenîne ku her demsaleke de jî bi heman rengî yeman e.

Axir Mem Zînistanî çîrokên xwe wekî wêne, fîlm, þano yek bi yek li ber me radixe. Her yek di nava xwe de senaryoyeke dihewîne wekî ji sînema an ji þanoyê re çav bikirpîne. Bi çîrokên wî em "dibînin" lê ger derhêneriyê bike bi qasê çîrokên xwe bikaribe "nîþanê me bide" ne diyar e.

Çavkanî:

Sclbert-Yücel, C. (2014). Paratekst û Berxwedan di Pênaseya Edebiyata Kurmancî ya li Tirkiyeyê. Alan û Öpengin (ed.) Tîr û Armac (rr. 71-86) Stenbol: Peywend

Zînistanî, M. (2015). Bindarûk. Diyarbekir: Lîs


Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Gotina Hefteyê: 'Dengên me sedî 17 ne'

Gotina Hefteyê: 'Dengên me sedî 17 ne'

01 09 2015

Di rojbûna Çerkezê Reþ de ji bo wî nivîsîn

Di rojbûna Çerkezê Reþ de ji bo wî nivîsîn

25 08 2021

Ji nivîskarên Diyarnameyê du nivîsên nû

Ji nivîskarên Diyarnameyê du nivîsên nû

28 06 2015

Ji raseran re rêvekere tu jina kurmanc…

Ji raseran re rêvekere tu jina kurmanc…

23 10 2010

Ji sê nivîskarên me sê nivîsên nû

Ji sê nivîskarên me sê nivîsên nû

28 01 2015

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname