Roj nû nû hildihat. Ezê biçûma bajarê X’ê. Hewayek cemidî hebû. Hema min digot ku texsiyek zû zû bihata û lê siwar bibûma. Baş bû ku Xwedê zû dengê min bihîst! Min nêrî ku texsiyek li ber min rawestiye.
Ajovan:
- Bi ku de?
- Bi alî X’ê ve.
- Siwar be.
Nehîtê simbêlan li ser ajovan bûn. Straneke xweş a bi kurdî lê xistibû. Hundirê texsiyê jî baş germ bû. Hema min jî di dilê xwe de got, "hetanî ez bigihim X’ê hinekî razim." .Nizam çiqas wext bihurîbû, li dehma gundekî texsî rawestiya û jinikek ku temenê wê digihîşt derdora çil î, hat li tihêla min rûnişt. Di dest de zarokek seraqet dikuxuye hebû. Wiha xuyanî dikir ku zarokê wê nexweş bû û ev jinik dê biçûna nexweşxaneyê.
Min dîsa çavê xwe girtin da ku kêliyekê razim. Dîsa ez bi girtina deriyê texsiyê re hişyar bûm. Ê ku vê carê li texsiyê siwar bûbû leşkerekî bi rutbe bû.
Hetanî beriya ku leşker li texsiyê siwar bibe jî stranên kurdî ên ku hestê çûna çiyê bi me re çê dikirin ji teyba texsiyê bilind dibû. Lê bi siwar bûna leşker a li texsiyê re êdî stranên "olurum turkiyem" ji teyba texsiyê bilind dibû. Ajovanê me civat bi leşker re geş kiribû, te digot qey dest û birakê ajovan e! Li hêlekê dengê strana "olurum turkiyem" li hêlekê tiqe tîqa ajovan û leşker êş kiribû serê min. Êdî xew ji ser çavê min reviyabû.
Dema ku em nêzîkî bajarê X’ê bûn, jinika li tihêla min ji ajovan tika kir ku wê bibe hetanî nexweşxaneyê. Loma wê digot ku ew bajêr nas nake û zarok jî nexweş e û dive di zûtirîn demê de bigihije nexweşxaneyê.
Lê ajovanê me, bi dilekî hişk eşkere kir ku ew nikare wan bibe nexweşxaneyê û jê re got: "Ez dikarim te li ciyê dolmîşên ku diçin nexweşxaneyê deynim."
Dema em ketin bajêr, ajovan li ciyekî rawestiya û ji jinikê re got: "Ev dolmîş diçin nexweşxaneyê."
Piştî daketine jinikê, leşker ji ajovan pirsî, ka gelo ew dikare wî bibe nexweşxaneyê yan na.
Ajovan, bi zimanekî şêrîn, bi can û dil diyar kir ku ew dikare wî bibe nexweşxaneyê û çi cara ku pêdiviyek wî çê bibe ew dikare bi cih bîne.
Piştî ku ajovanê me, nimroya telefona xwe da leşker û ew li nexweşxaneyê danî, berê xwe li min zivîrand û pirsî: "’Bira tu yê li ku dakeve?’’
Min gotê: "’Min li ciyê ku te ew jinik li wir danî deyne. Ezê jî biçim nexweşxaneyê."


