logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Sed û sih û çar roj

  • Dîrok: 28/01/2015
Sed û sih û çar rojan, bi şev û rojê, bênavber jehra dilê xwe yê reş verişîn zebaniyên dojehê li ser hêviya dahatuya min, li ser Kobaniya çavreş. 
Çavreş bû Kobanî, mastereya jiyana azad, hêviya dahatuya mirovehiyê. Li vê cîhana ku milk û dirav, tac û nav bûye Xweda ji bo mirovan, li vê cîhana ku berjewendî bûye nexşerêya herî şareza, li vê teşe jiyana ku jin dike koleya mêrî; Kobanî ji bo hemû bindest û şoreşan û her wiha dahatûya xweza û mirovehiyê hêviyeke mezin, mastereyeke rasteqînî bû. Loma bi çavsorî bûne lehiya xezebê û herikîn bi ser bedena nazenîn, bûne ewrên agirîn û bi ser Kobaniya şêrîn de barîn.
Ligel hogir û hevaldoşkên xwe, bi hemû hêza xwe ya bi teknîka demê ya herî pêşketî, bi  hovitiya hezar salan û bi hemû lîstikên mişt bi fen û fûtan hatin bazirganên mirinê.
Ne zevî, ne bîrên neftê, ne jî kûnên zîv û zêran bûn, mebesta wan, sedema êrîşên hovan. Ew tovên teşe jiyana azad ku li Kobanî û warên mîna Kobanî aj didan bûn, a ku zikê wan diêşand. Wekheviya ol û neteweyan, vînbûna jinê di jiyanê de, parvekirina mirovane bû di her warê jiyanê de,  ya ku  li ser vê xaka qedîm şîn dibû û jîn dibû. 
Dihêrivî dîwarên desthilatdariya salan a ku li ser bingeha xwedawendên zilmê ava bûye, hildiweşiya koşk û sarayên zilmê ji binî ve, bindest û belengaz li ser piyan rabûbûne raperînê; tirsa wan, hêrsa wan, kîn û neyartiya wan tev ji vê bû.
Ji bilî me temaşevanan, ew egîdên ku sed û sih û çar rojan, bêxew, tî û birçî, li hember êrîşên dijwar, tax bi tax, kolan bi kolan, gav bi gav berevaniya Kobanî kirin û rê nedan têkçûna hêviya mirovahiyê, dizanin çi ye û ne çi ye kirûya ku li Kobanî pêk dihat. Û dê û bav û xwişk û birayên ku ji pişt têlên bidirî, bîst û çar saetan berê wan li binya xetê bû,  dizanin û dikarin rave bikin, gelo, peyvikên mîna  “êş”, “hêvî”, “tirs”, “mizgînî”, “bêhêvîtî”, “bextewarî”, “jiyan û mirin”, “man û neman” têne çi wateyê. 
Bi şêmberî careke din hate peyitandin ku  di têkoşîna civakî, netewî  de, pêdivî û wateya helwest û hişmendiya şoreşgerî çi qas birûmet e. Ew fedekariya çheguwarayî  ku di pêvajoya parastin û azadkirina Kobanî de, li ser rûpelên dîrokê navê xwe bi sembol û kodên “Paramaz Kizilbaş” da nivîsandin. Bêşik ev kirû dê tu carî neyê jibîrkirin û dikare bibe hişmendî, derûnî û her wiha bîrdoziya têkoşînê jî.
Belê di serî de gelê kurd, hemû mirovahî spasdarê hemû egîdên ku birik parastina Kobanî ango rûmeta mirovahiyê kirin û canê xwe bidil feda kirin. Kobanî  êdî bû haveyna rûmetê, bû nirxê xîretê, bû tovê hêviyê, bû nexşeya dahatûya mirovahiyê  û kete dil û mêjiyên mirovên dilpak, mirovên mirovhez, mirovên şoreşger…
Lîstikeke desthilatdaran bû sorkirina hovên çavsor li ser bidestketiyên kurdan ku bi salan e ji bo azadiya xwe bi cangorî têdikoşin. Dihate gotin ku ev bi taybet  planeke desthilatdarên tirk e; heke bi ser keve bi awayekî, heke bi ser nekeve dê bi awayekî dî nêzîkî meseleya çareserkirina kêşeya kurd bibin. Ligel gelek berdêliyên giran be jî, plana desthilatdarên tirk têk çû. Helbet wekî ku  tê zanîn, li cem desthilatdaran bi taybet jî li cem çîçirkên jontirkan, li cem  kevneşopiya Romê lîstik zehf in û naqedin tu carê. Lê hêviya gelê bindest jî gur bûye, agirê azadiyê li her derê pê ketiye; tov di nav axa ku bi xwînê sor bûye de, şîn bûye. Êdî bêbandor e, bêwate ye hemû hewldanên neyarên mirovahiyê. Rih û hest û ramana ku Kobanî kir keliha hêviyê, li her derê ye êdî…        

Hin Nivîsen Nivîskar

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

Ku mastereya bindestan serdest bin

  • 16 Berfanbar 2010

Di heyama zarokatiya me de, keçkên xama bêhtirîn li gundan, rihel (cihêz) amade dikirin. Girêk bi girêk, ta bi ta; dahatûya xwe nîgar dikirin. Li ser cawa spî, bi...

BERXWEDÊRÊN QIRAN

  • 26 Tebax 2014

Li gorî hinan, 73’yem, li gorî hinan 74’em, li gorî hinan jî 77’em car e ku kurdên êzîdî, li hember êrîşan li ber xwe didin.  Ji ber  ku di...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Brezîlya gol show

ad

Diya Kişanak li Elezîzê hat definkirin

ad

Hozan Bengî avêtin hepsê

ad

Bi 'chalaKINO'yê nîşandayîna fîlman û gotûbêjên ligell derhêneran

ad

Welatekî dixwaze navê xwe biguherîne, 80 hezar îmze kom kirin

ad

'Nivîsarên Farisiya Kevin Yên Dariyus' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname