Şemî- Li hênkahiya şaneşînê kompîturê vedikim û dixwazim alaviya şewata di serê xwe de birijînim ser sînga kompîturê.
Agir bûye bûkaniyeke sor ji bejna welatê min re, ez jî li vê dûrahiyê ava cemidî vedixwim û qala şewata kezeba welatê xwe dikim. Dikim nakim samîmiyetê di kirinên xwe de nabînim, yadê. Ji bo niha min karîbûya ji samîmiyeta xwe yeqîn bikira, gerek ez jî bi qasî mûyên bizinan û çermê zarokên yadê bişewitiyama bi simbilên genim re.
Helbûkî min esmeriya xwe ji esmeriya genimê Kurdistanê, ji topografiya dilê yadê û ji kefa destê yarê wergirtiye.
Wekî fedîkarekî bê fedî qurtek ava cemidî vedixwim û li lênivîska esmeriya xwe vê têbiniyê dinivîsînim: “Nivîskarekî kurd îxanetê bi genimê welatê xwe re, bi topografiya dilê yadê re û bi kefa destê yarê re dike. Li hênkahiya dûr rûniştiye û li strana bizinên şewitî guhdar dike, gava lawikê yadê zindiyên Kurdistanê ji nava devê êgir derdixe û xwe dide devê êgir.”
Agir jî wekî siyasetmedaran tim birçî ye – ewil serê dêya xwe dixwe, paşê jî serê zarokên xwe.
Temenê zarokên te çend bihost e, yadê? Heger ev agirê birçî serê axê jî bixwe tu yê zarokên xwe yê qîjotî di kîjan tunebûnê de bin ax bikî,
Tillîkên min li ser bişkokên klavyeyê dieşewitin û ji dêvla tîpan çirûskên êgir dipekin rûyê kompîturê.


