Diyarname
Hejmara nû ya Tîrojê derket. Di kovarê de Kemal Parlak dibêje, "Di 68'an de yekem car ji kurda ra azadî hate gotin."
Kovara Tîrojê du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve. Kovar ku niha gihîşt hejmara xwe ya 34'an, hejmara xwe ya nû a rezber-kewçêrê derxist. Kovarê di hejmara xwe ya berê de dosyaya xwe li ser "68'ê kurdan, kurdên 68'an" amade kiribû û di vê hejmarê de jî beşa duyem, beşa dawî ya dosyayê weşandiye. Di hejmara borî de kesên wekî Faik Bulut, Hikmet Bozçali, Ertugrul Kurkçu û Aydin Çubukçu li ser wê serdemê dîtinên xwe anîbûn ziman, di vê hejmarê de Kemal Parlak, Şakir Epozdemir, Tarik Ziya Ekinci, Îsmail Beşikçi, Ragip Zarakolu û Yusuf Akdag bi nivîsên xwe 68'ê kurdan zelal dikin.
Yek ji kesên ku fikrê avakirina komeleyan tîne ziman Kemal Parlak e. Parlak li ser wê demê dibêje "68 serdemeke tevlihev a bandorkeriyê bû" û dûre van gotinan pêşkêş dike: "Dema ez xwendekar bûm, ji doza 49'an kekê me yên ku Zanîngeha Tibê dixwendin li yûrdan diman. Em gelek tiştî ji wan hîn bûn. Bi taybetî kesên wekî Edip Karahan, Musa Anter, Faik Savaş... Tiştê herî girîng gelek keda tevgera TÎP'a sosyalîst hebû ku asoya me veke. Mînak ez yekem car dibêjim, wê demê di sala 1969-70'yan de yekem car slogana "Kurda ra azadî" di komcivîna li Enqereyê de (ev yek bû sedema girtina TÎP'ê) hate avêtin."
Şakir Epozdemîr di nivîsa "68 û nifşê ku şop li tarîxê kir" de qala wê demê dike, Ragip Zarakolu jî li ser wê demê van tiştan bibîr dixe: "Yekem çalakiya 68'an li darxistina Dogu Gecesi (Şeva Rojhilatiyan) bû ku FKF û komeleyên herêmî yên xwendekarên kurd bi hev re di rêbendana 1968'an de li salona sporê ya herî mezin a Stenbolê li Salona Spor û Sergiyê li dar xist. Li Stenbolê yekem car muzîka kurdî dihat gotin, folklor dihat pêşkêş kirin. Digel ku faşîstan gule bara wir dan û bombeya bimij avêtin sehneyê jî coş xira nebû û reqs û muzîk dom kir."
Tarik Ziya Ekinci ji TÎP’ê, heta MDD, DEV-GENÇ, DDKO’yê li ser wê demê disekine, Îsmaîl Beşîkçî jî pirsa, "Wê demê fikreke taybet a kurd hebû?" davêje holê.
Di nivîsên siyasî yên kovarê de Îrfan Amîda û Sedat Yurtdaş her duyan bi kurdî li ser doza Ergenekonê nivîsandiye, Tevfik Taş jî mijara "Em ne şerawestin aştiyê dixwazin" aniye rojevê.
Helbestvanê kurd Berken Bereh helbesta klasîk a kurdan û helbesta dîwanê daye ber hev, Cemil Oguz jî li ser nebûna xêzefîlm û pirtûkên zarokan ên ji bo zarokên kurdan rawestiya ye. Samî Tan di nivîsa xwe de notên li ser Konferansa TZPKurdî pêşkêş kiriye, ê Mahmut Alinak jî nameya ku wî ji girtîgehê şandiye di kovarê de cih girtiye.
Aso Xak û Delal Kazici bi hunermend Mehmet Atli re li ser albuma wî ya nû "Wenda" hevpeyvîneke kiriye. Atli dibêje, "Divê muzîkarên kurd ji wêjeya modern a kurd jî sûdeyê bigirin."
Her wiha Bariş Avşar, Dijwar Ûskan, Celal Beşiktepe, Sibel Ozbudun, Temel Demirer, Mehmet Ali Işik, Mehmet Bayrak, Şenay Aydemir, Ali Riza Kilinç, Keko Azad, Eylem Yildizel jî bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.