Duşem- Li dinyayeke tu kes ne masûm bin, edebiyat li edaletê digere yan tenê aliyê masûm ê nemasûmiyetê û aliyê nemasûm ê masûmiyetê teşhîr dike?
Ev pirs bi qasî çêbûna hiş pîr e, lewma ne mimkûn e pîrbûna hişê min karibe bersivên ciwan jê re bibîne.
Niha li Sembol Cafeyê bi masûmî rûniştime û bi fikrên qet ne masûm vê nivîsê dinivîsînim.
Wekî Foucault, ez jî ji dirustiya van gotinan ne amin im helbet. Jixwe ji bo jixweaminbûn tune ye loma heta niha bizava nivîsê hîn jî bi israr didome.
Dirustî gurekî dirinde ye, Kovan.
Hi hii. Loma qet nahêle tirsa min bi aramî razê, bay Foucault.
Ev gurê dirust bi hebûna min re û di hebûna min de dijî. Heke ez wî bikujim, ez ê bimirim, lê heke ew min bikuje nivîs ê bimire.
Axir xew terkîdinya bûye û newêre were motîvasyona min tacîz bike.
Lê aramî? Ev ar û amîn çi ji te kêm dike û kêmkirin çi li te zêde dike, Kovanê kêm?
Aramî (li gorî çîrokbêjan heta niha ji min re gotine) hevalcêwiya dirustiyê ye. Gav û saet kêmaniyên min vedilerzîne, heta kêmaniyên min dibe têkûzbûneke sextekar. Paşê jî ji mecbûrî ez dibim bawermendê sextekariyê. Te îja fam kir bê çima Kovan sextekar e, Kovan…
Ji xwe re neke xem ez gorî. Her nivîskar bi qasî fêrisê xwe sextekar e û her sextekar bawermend e.
Tenê dixwazim fam bikim bê ka sextekariya nivîskarê nava min çiqas dirust e û dirustî çiqas sextekar e.
Pirsa sereke û talî: Heke ez bawermendê sextekariyê bim ew ên din wê çiqas bişibin min, an ez sextekarê bawermendiyê bim ez ê çiqas bişibim ew ên din?
Baş e xwendevan mamosteyên min in û çiqas pirsan ji wan bikim jî naxeyidin.
Ji bo guhdarîkirinê:


