Ji bo guhdarîkirinê:
Wexta ciwan bûm, gotinên min pîr bûn.
Piştî ez pîr bûm, gotinên min ciwan bûn.
Şemî – Min xwe li hundirê kitêbxaneyê, li pişt masê hiştiye û çûme seyr û sefera wê dinyaya zemên hîn xwe negihandiye. Zemanên kevinbûyî li pey min rêz bûne, lê hîn min xwe negihandiye destpêka ez li wir. Li kitêbxaneya xwe, li pişt masê li benda xwe me. Hîn ji seyr û seferê nehatime û li vê destpêkê pêrgî xwe nebûme. Li vir im, li wir im, ne li vir û wir im. Zanim ‘tu çûyîn min bi şûnde venagerîne. Dîsa jî ez ê li benda xwe bim. Belbî bêm.
Belbî
Rokê
Bêm.
Belbî rokê berî royê hilêm ji pişt çiyayê rêka bilind û bêm, bêêm û xwe hembêz bikim bi hesret, bi êlm, bi…
Rokê seyf û sefer bi vegerê biqede û terqîna derî awirên min ji ser masê bîne devê derî, ez ê li nava çavên xwe binêrim û bêjim, “Siya te hebe tu jî gemarî yî wekî dinyê, wekî hebûnê, wekî vî min ê li vê derê.”
Siya Claire Keegan dibe ‘erdê şîn, şînbûn ji Îrlandayê dimeşe û tê daxilî bêwelatiya min dibe, bêyî zanibe maseya min welatê min e û ez welatê welatê xwe me.
Rûyekî şînbûnê tim esmer e li welatê min, Claire Keegan xanim.
Claire Keegan bi mehcûbiyeta hemû nivîskarên çîrokbêj li min dinêre.
Şewqata dêya kurdan dengê xwe dide gotinên min: “Destê te dike di bin çêngê te de bifetise, ezbenî.
Bêlivî di wêne de serdestiyeke ebedî
Destê Claire Keegan di bin çengan de xeniqî.
Hevokên wê yên şîn bêhn dikim, ji dêvla gulan bêhna şikestina çax û serdeman jê tê.
Rûpel bi tilîkên min re werdigerin, wekî serdestiya nivîskarên çîrokbêj.
Hîn ji seyr û seferê venegeriyame û min xêrhatiniya xwe nekiriye, loma hêrsa xwe bi ser Claire Keegan de dirijînim: “Siya te ketiye ser kitêba te û kitêb wekî siya te gemarî bûye.”
Dengê Claire Keegan di qêrîna jinên Îrlandî de bêdeng dimîne, roj li hundirê kitêbxaneya min hilnayê, şev ranazê û şinge şinga şûrên Galyayiyan ji guhên min û zinarên welatê kurdmênc kêm nabe.
Dengê Ahûra Mazda ji nava rûpelên Avestayê tê: “Hişşş, serê xwe ji ser kitêbê raneke, Kovan! Heke tu serê xwe rakî û li derve binêrî, tu yê zanîna kitêbxaneya hişê xwe gişkî wenda bikî!
Dibêjim, “Newêrim serê xwe rakim û li Angra Manyû temaşe bikim.”
Kitêbê li ser masê, serê xwe jî li ser kitêbê dihêlim û radibim li hundirê kitêbxaneyê digerim. Ditirsim rûyê jiyana derve li hundirê kitêbxanê bibînim. Dîtinê winda dikim, di windakirinê de Siya Rû dibînim û çavên min gemarî dibin. Bi çavên gemarî li xwe digerim. Xwe nabînim.
Bi bêdengiya jinên esmer diqîrim: “Ka di kîjan eynikê de me?”
Wext tune li eynikan bigerim. Ne di xema eynikan de me, go rabin di hundirê xwe de li min bigerin. Eynikan ez winda kirime, min di eynikan de xwe winda kiriye.
Îro qet nepeyivîme, bêdengîya min qet tiştek nenivîsîye û te ev nivîs qet nexwendiye.


