Diyarname
Kluba Amedsporê biryara sazkirina kongreyê dabû, îro jî peymana teknîk dîrektorê xwe Ersun Yanal betal kir.
Rêveberiya klûba Amed Sporê roja 28'ê mehê biryar dabû ku kongreya awarte li dar bixe. Serokê klûbê Aziz Elaldi eşkere kiribû ku carek din nebe berendam.
Piştî vê îro jî peymana teknîk dîrektor Yanal betal kirin. Dixwazin bi rêveberiyek û teknîk dîrektorekî nû lîgê bidomînin.
Teknîk dîrektor Ersun Yanal di axaftina îro kir de hin dîtinên xwe anîn ziman û got, "Yanal got, "Min gotibû Amed Spor ji bo min cihê qubxwestinê ye û wisa pêvajo dest pê kiribû. Heta îro em hatin, ligel rêveberî îro me biryar da ku dawî li vê pêvajoyê bînin. Amed sporê pêvajoyeke girîng dabû dest pê kiri, ji ber ku bûyîna tîma gel, aîtbûna gel, bûyîna ji klûbeke wêdetir, bi van peyaman dest pê kiribû. Li vir tîmên jêrîn girîng in. 30 mîlyon temaşevanên wê hene, bi vî awayî me dest bi pêvajoyê kiribû. Wê tesîs bihatana çêkirin, di stadê ku 30 hezar temaşevan lê bin me yê bilîsta."
Yanal li ser rewşa niha jî got ku bi baweriya min me kadroyeke baş saz kiriye, tîm 6 pûanan li paş e, ev ne li paşmayîneke mezin e, dikare ev navber bê dagirtin û tîm here rêzên jor.
Amed spor niha di Lîga 1'emîn de bi 13 pûanan di rêza 15'an de cih digire.