logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

“Li dêrê” qesasekî xwe bi xwedê re kuşt

  • Dîrok: 08/04/2012

Min digo qey ez ê îja qala çîrokekê bikim. ( Wekî xwînerekî, wexta te xwe li ber kitêbekê xweş kir û te gelek tişt jê hêvî kir, miradê te ê di qirrika te de bimîne) Bi hişekî rep û rihekî tazî, li ber deriyê -xwedêgiravî- novel’a “li dêrê” wekî ritbaba sekinîm. (Ne li benda wê heqîqetê bûm ku zanim emrê min ê li oxira wê here û piştî bûm xwedî gopalek û pişteke xûl, ez ê li wê jêrzemîna tarî û bilind, wê -heqîqetê- bibînim; Zanim li jora qub û heft tebeqên ezmên, di bêkesiya xwe de, ez ê li ser qûna xwe rûnêm); dîsa jî, berî ku destarê zemên min heqo bihêre, li vê garan û mazata “nexwe”bûnê, çirûskek bi qandî serê qelemeke dersînor, rep û tûj -li seqema skandinavya’yeke ne pesîmist- vêxistî, li ber çavên min tesilî; min go qey ez ne yekî xapiyayî me û gedeyên ne ji diya min jî wê xwe li ber gurriya vî agirê “darînê daryo”yê, ku siya wiyê li panava dinyê pahn bive, germ bike.

     Ez, ê tazî; di deriyê dêr’a sewsî ( xwezî bişibiya qehpikeke biar) re daxilî hundirê tazî û vitîvala bûm. Min pîrikeke bi kitan û simal a ji qul û qewarên edebiyata devkî tê, li wê nedît û ji çîrçîrokekê mehrûm mam; li vîrgînîa woolf’ekê rastnehatim û bi gotinên carris î çîrokeke kinnik, ji tahm a edebî avis nekirim; Qota qot li pixikekî qewimîm û “min nego erê!”  Xwedê, di çavên wî ên nexel de bûbû pixik û min ji devê wî ê ku nabile, fêm kir ku dibê, qey ez qandî “bi hertiştî zanibim” ji însanên çûçik bilind’tirim. ( heta ji nivîskarê ku dibê qey min bilind’ekî bêmirin welidandiye jî) û bilindê nebilyayo, bi sedbarekirina peyvên -taqet pê re tuneye ku du gavan ji ber berrojk û ji ser tenûrê, wê de herin- serpêhatiyeke bi qandî serpêhatiya “mere, yekî bêrîkvala, li tengala behrekê, bi zikekî birçî, li simîdên pişt camekana wexmgirtî binihêre,” tirajîk, welew qandî dubarekirina serpêhatiyên do û îro û sibê û dusib, nemuhîm be.  

     Heger hesenê metê xwestiba qereqterekî spesîfîk ê di dirbê qereqterên kafka de, -bêtaqet, bêqawet, bêhêrs û qayil ê neqayil, ku ji xwe pê ve naşibe “tu xwedayî, welew tu kûçikî”- biafiranda, min ê bigota erê; berî biwelide hêzraniyek daqurtandiye û sewsî’yekî bêmeqsed, bêxeyal û bêheqîqet e; xwedî navek, xwedî rengek û xwedî fîksiyan’ek e. Heger berevacî josef k… ê kafka,  “bilind” ê wî, wekî alyoşa ê dostoyevskî, qandî “bi dengnekirina xwe, bive mesûlê kuştina bavekî,” xwedî meqsed û xeyal û heqîqet’bûya, min ê bigota bi qandî bive qesasê xwedê, bêûcdanekî mezin e û bi qesasiya wî re, dinya bûye xwediyê novel’eke xwedî navek, xwedî fîksiyonek û xwedî zimanekî edebî. Darînê daryo, darikekî miftikê î vêketî’bû, “bilindê zaxoyî,” a niha misqalek tirraf e û bayê zemên ew ji xwe re bir.

    

     Îro şwîna “bilind”e, birayê wî “darîn,” ji kerba re bûye dûvekî heliyayî.

 

     Despêka novelê: “ji bo girêdana novela xwe ya dawîn ez ber bi dêra Santa Ranghildê dimeşim.” Mere dibê qey “novel,” nogineke; ji derdê gayekî diqirqile û xwedî, ji tirsan wê girêdide. Novel’ek û çawa bê girêdan? Ji xwe bi saya neelimandina kurmancî, “ve” ya li dû Ranghildê, jêketiye û hatiye jibîrakirin. Mere fêm dike ku nivîskar, yekî ji erdnîgara skandinavyayê bêtir cemidî, bêtasewas, bêêş û bêheyecan e. ( Li kuçeyên skandinavyayê, şevekê çongên xwe spartiba çongên îngvar ambjörnsen, rihê xwe li ber siloriya agirê di tenekê de germ kiriba û şûşeyek şeraba cemidî li eniya xwe xistiba, em ê li vir, di nava pelên “li dêrê” de germ bibûna) Berî destarê zemên hinek emrê me bihêre-bimehîne, min ji kitêbên wî ên berê fêmkiribû ku zimanê wî ne heqo xerab e. Di rêwîtiya nava peyvên sedbarekirî û pelên, rih, koça xwe jê barkiriye, (ji wasat ê bêtir ji xwe razî û ji xilafî xwîner zivêr bike, ism’a swîrkirinê tê de tuneye) min dî ku li yekî ji xilafî hesenê metê, rast hatime û vî nivîskarê ku novel a “li dêrê” nivîsiye, betanê; “hew seba ez binivîsînim, dijîm,” ji laşê xwe guraye, wekî yekî; “seba ez bijîm, dinivîsînim,” li jet a xwe suwar’bûye û li ezmanekî vitîvala, daye ser şopa “ego” û mihîna “populîst”. Bêsebir e, dilezîne; tevî ku pirr qala serwextbûnê kiriye jî, misqala serwextiyê pê re çênebûye ( ne lîngûîstîk, ne fonetîk, ne morfolojî, ne etîmolojî, ne prosa-prosodî- û… ) ku bibîne, bê çawa bi pozika qelema neserwextbûneke ko, çavê herfan rijandiye û namûsa peyvan herrimandiye. Tew prosa û fîksiyon, kox a citan e. Xwezî min karîbûya bigota, “li dêrê” pronivîsek e û nivîskarekî di transê de ew nenivîsiye; wê, xwe bi nivîskêr daye nivîsandin. Na! Heger wenî ba, piştî transê, nivîskêr ê carna qahweyek, welew qededek şerab daniya ber xwe û serê xwe têxista cêreya “ji nû ve nivîsandina vê novel ê û carekê û du caran û deh caran, ew xanxerabe bikira û dîsa ew binivîsanda; heta ku dibû xwedî zimanek, xwedî dengek, xwedî fîksiyonek û xwedî kirasekî edebî.” Heta niha kitêbeke ku bûbe a dinyayê, bi peyvên ji sedbarekirinê, şayik bûbin û zamanekî (bê prosa, bê hîskirina rihê peyvê û bê fîksiyon) hatibe nivîsîn, min nedîtiye. hesenê metê, pirr bi xwe qayil e, di bin siya navê xwe de çûçik bû û loma, “li dêrê” xwe jî bi bilindê zaxoyî re daliqand ( bi dilbijîneke niximî, xweşibandina îsa, bi eşkeretî, ew veguhêziye trîsten tzara’yê ku vîrus’ên nîhîlîzmê ew kir misteheqê xwekuştina piştî kuştina xwedê.) Bi zanîneke rep û dilekî bê-xax ê bi qandî qehpikeke tazî biexlaq (ne qandî xal û xwarzê’yekî bêexlaq) dibêm;

     “serê edebiyata kurmancî sax be.”

     Zik li min werimiye û heger vê nirxandinê nekurrisînim, ji bêmecalî ez ê qala verşî û zahferanê bikim. Heger niha ez gotina “min” ji vê novel’ê bineqînim, bi kêmanî li dora deh pelan ê kêm bive. Gotina “xwedê” jî bineqînim, çend pelên din ê jê kêm bive. Novel’a h. metê ma heyştê û pênc pel. Ez “…” yên ji dêvla dubarekirina gotinên -ji xilafî bargiraniya vê novela vegotinê, bi kêrî du qurişan nayên; ku nivîskêr xwestiye wekî qufleyên deriyên bisêr, bi çarnikalê dîwar û odeyên kitêba xwe ve pîne bike,- ji çarnikalê hêtên hedimî ên “li dêrê” berhev bikim û vehewînim, du sê pelên dinê jî wê kêm bive; “li dêrê” ma heyştê û du pel. Ji xwe ez dubarekirin û dehbarekirin û sedbarekirin’an bihesibînim li dora pêncî pelên dinê jî wê “li dêrê” kêm bive; “li dêrê” ma sîh û du pel. Gotinên bi qandî pîneyan ( misqala estetîkê, isma coşiya edebî, lê zêde nake; çîrçîroka ku tê vegotin, dike modikek bêzerdik. h. metê, bi mirîşkê re di xapê de xapiyaye, wî gotiye qey ez karim bi qelemeke ‘serî qurifî’ li kêla tirba bêmiriniyê, navê xwe bi herfên zêrrîn binivîsînim û mirîşka ku wê sib-dusib bive kurk gotiye qey, çelikeke min î xweşik ê jî vê modika bêzerdik çêbive ) kurteçîroka “li dêrê” ji kirasê hewdikekî derxistiye û xistiye kirasê golek’e ku dibê qey ez oqyanosa tewrî mezin im. Min nego erê! Min gol giş vexwar û pronivîsa kurteçîroka “li dêrê” min ji nava çirravê derxist. Seba rexneya vê pronivîsê ji wê dirêjtir nebe, min ew li ser masê raxist û herf bi herf, peyv bi peyv di ber çavên hişê xwe’y rep re derbas kir; bi qewlê h. metê, a wê çaxê min go erê! Heger zilamekî hilma wî ji hilma xwedê firehtir, carekê’w deh caran, şevekê’w deh şevan, li kevinbûna saeta bi dîwêr ve ho venede, tayên porr ê ji binî de spî dibin, mahdê wî tirş neke, a wê çaxê belkî karibe ji gotinên vê pronivîsê, kurteçîrokeke bieks çêbike û wê, di navika taht ê zemên de vekole. Vê pronivîsa ( şanseke wê hebû bive kurteçîrekek) deh pel, nebûba qurbana bêsebirî û jixweqayiliya h. metê’y ji a bakûnîn bi xezebtir, dibe ku kêfa zemên jê re bihata û ew bihebanda.

               
nasnekirina prosa’yê, qetilkirina fonetîk, morfolojî û lîngûîstîk’ê

      

 

     Rûp 7= “ayina roja îniya dirêj heye.” Gelo ayin dirêje, an înî?

Rûp 8= “cin û perîzadeyên asîmanî, başî û xerabiyê tîne bîra min…cîhê ku dojeh û buhuştê tîne bîra min.”  Cara ewil e ku cinên esmanî dibîhîzim. (şabaş; esman jî kişif kir) Navnîşanek ji dojeh û buhuştê re jî çêkiriye. Helal be. Lê min fêm nekir bi mantiqê kîja zemanî dibê: “cîhê ku dojeh û buhiştê tîne bîra min.” Ezman kiriye “cîh”ek û mere dibê qey ew hilkişiyaye vî ezmanî û wî “cîh”î, dojeh û buhuşt anîne bîra wî.

Rûp 9= Sê leşkerên romî biriye di tablo û wêneyekî kevin ê li dêra ranghildê de bi cîh kiriye. Mere dibê qey, romî’yan wextekê Skandinavya dakir kiriye û h. metê, wê di beşên dinê de me li sebeb û çimayên  resmê wan eskerên romî, biqelibîne. (Nivîskêr pê li mayinekê kiriye û dibê qey ez hêna saxim)

Rûp 9= Qala gotina h. metê a xwedê gotiye;“bîxwîne” nakim. Belkî xwedê ji min re jî gotibe bixwîne û min nebîhîstibe. Lê belê zanim h. metê, dibê ez di pêşiya kitêban temamî de me û kitêbeke ez bidim dû wê û du gotinan jê bielimim tuneye. (Çi qayiliyeke qesas!)

Rûp 10= “Tu nivîskar î? “ Erê, dibêjim, ez nivîskarim.” Ez ez im gere bigota, dibêjim; “erê, ez nivîskar im.” Heta dawiya kitêbê jî tim bi tirkî (welew bi swêdî) fikiriye û wekî di rûp= 11 de jî dibê; “ji aliyê bakurim, dibêjim û em bi hev re bi kurdî dipeyivin.”

     Rûp 11=Vebêj nivîskar e: (Piştî gelek gotinên di derheqê egoya xwe de) “Ez li ber nakevim ku bilindê zaxoyî min nas nake, (jê re behsa nivîskarî û kitêbên xwe kiriye) ditirsim ku ez ê nikaribim xwe bi  wî bidime famkirin, an jî wî fam bikim. Tatûla min, tirsa min ev e.” Rûp 101= Vebêj nivîskar e:“ Min negot erê, Ji tiştekî Bilindê zaxoyî re min negot erê; ne ji gotinên wî re û ne jî ji vê vegotina wî re. Heta ku em ji kafeteryayê rabûn û jama dêrê ji bo ayinê lêda jî min bi evan gotinên Bilindê zaxoyî bawer nekir.”  H. metê gotinên xwe’y destpêkê jibîrkiriye. Wekî xwendevanekî-rexnegirekî, kitêba xwe analîz nekiriye. Di rûpelê 11’an de bilindê zaxoyî ji wî re bûye tatêl û kesekî pirr muhîm, lê di rûpelê 101’ê de dixwaze ji me re bivê, bilindê zaxoyî ji bo min ne muhîm e û ji xwe ez ji tiştekî wî bawer nakim. (vê nakokiyê ew xeniqandiye) Vê, vî, wê, wî, di termînolojiya h. metê de qet tuneye. (sosret e)

      Ez ê qala eşq’ê nekim; “li dêrê” ne novel a eşq ê ye; qetilkirina eşq’ê ye. (li ber dengbêjekî rûneniştiye û baş li memê alan, derwêş û edûlê, siyamed û xecê godar nekiriye. Daxilî bin zikê kitêbxaneyekê nebûye; stendhal, balzak, shakespeare, goethe û ên din, têra xwe nexwendiye ku bê eşq’ek çilo nayê vegotin, çawa tê jiyîn) Mehdê min li hev dikeve û nikarim bivêm, bê çilo bilind’ê nizim, destê xwe li xenoqa nivîskêr anî hev û ew jî, tevî şiêr a ji beqekî bêtir nepixî a rebenê muayeb teyib, dotmama ku, fêqîrê ne bû xwedî rengek, dengek û navek, vegotina ji histriyên şekerok’ê bêtir di kulîmekên mere re dihere û eşq’a rohilat û roavayê dinyê, tevî dêra santa ranghildê, bi xwe re nizim kir, nizim bû û nema.

 Rûp 20=  “Ava şîn bû: bi keskekî zelal û bi keskekî vekirî bû…” Heta niha min nizanîbû “şîn” “kesk”e. Xêra h. metê, wê jî elimîm. Rûp 23= “Ji ber beza hespan porê dodmama min ba digirt,…”  Qey li skandinavyayê, seba bergiya bê bibirrin, porrê jinan didin bergiyê. Rûp 26= “Lewra ev veşarî û vediziya hevdîtinên me ketibû kirasekî efsûnî û me dixwest em di asteke semayî de bihêlin.” Gelo “ev veşarî û vediziya hevdîtinên me” bi kija zimaniye? Tim ewan demên me, demên berê û hwd bikaraniye. Li cem hesenê metê “dem,” bûye têgiheke pirjimar. Rûp 27= “tenê mirin, min gotê.” Berê gotinên xwe dike û taliyê dibê, min gotê. Rûp 28= “ez ê xwe agir bikim û bi laşê te re bikim ax” Şabaş ji qelema te re; ez xêra te zimanekî nuh dielimim. Rûp 30= “kurt lêxim, kurmancî vebêjim.” Ez çeno çeno kurmanciya cemsera bakur dielimim.” vîrgînîa woolf dibê: “ gere însan bi sîw-starê kesê yekzayend nekeve; ism’a jintiyê bi kîpling re tuneye, loma ji zilamekî bêtir bêrih e. Mîlton, ben johnson û tolstoy jî qandî kîplîng xwedî rihekî hişk in. Bala xwe bidin, shakespeare, keats û proust, hûnê bibînin ku ne hew mêr in, qandî jinê jî jin in. (kesên wekî sheley jî hinekî bêzayend in) hesenê metê, ji gişan bêtir zilam e û ji gişan bêtir hişk e. Bi devê bilind’ê sewsî dibê: “ loma min ev tevgera dotmama xwe û dilê wê da qusûra jinbûna wê…di hîs û ramanên xwe de ez asêtir çûm û min ev qisûra jinê jî da kêmasiya kar û kerametê xwedê. (Hêzranî li serî ketiyê û nivîskar jî bi wî re gêj bûye, heta gotina duyem dike, gotina ewilî jibîrdike) Lewra dotmama min bi ev ê tevgera xwe hemû jin di çavê min de reş kirin. (û dixwaze bivê; hew wexta çîkê mere rep bû, tên bîra mere) Lê belê serwext nebûye ku tevî çavên wî li textê xwedê ye jî, li miqabilî jina ku li ber çavê wî (xwedêgiravî) qandî kêçekê ye, nizim dibe, dibe pixikekî nevrotîk û wexta kêç jê re bivê pişo pişo, wê bive molekulek û xwe di rimilka binê nigê wê de vegevizîne.

 Bilindê ku di emr ê xwe de şiêr’ek nivîsiye, ji xwedê bêtir populer bûye û hingî qala qelema xwe’y -ku ew helbesta xwe’y ji a rîmbaûd, yeats, rîlke, malarme û…xurtir, pê nivîsiye- dike, qelem li ber çavê mere reş dibe. Şaêr’ê ku nivîsîna şiêr’ê rê bilind daye, li ber çavê bilind çûçik bûye û fêmnekiriye ku tew ji ber xof û tirsên xwe, şîretan li şaêr dike. Rûp 55= ji şaêr re dibê: “ Lê ji bîr neke ku rojek ji rojan li van erdan tu ê jî têkevî ber xezeba mela û seydayan, bi navê qanûn asayişekê ew ê te jî biavêjin pişt deriyan.” (qet neketiye pişt deriyan -ne ji bo bi jinekê re navê bilîze, ne jî hêzraniyê dewlet û rejîmê bixwe. Xuyaye gere hinek h. metê zû ji vê transa sewsî bifilitîne.)

     Samantha ji nişka ve tê û dibe mazûbana “li dêrê.” Bilindê ateîst, fêmnekiriye ku xwedê qusûra însên e û însan mexloqatekî biqusûr e. Piştî bi qalkirinê qûnê lê diçirrîne, (tevî ku digo dilê min li wê xera nabe jî, kêlîka çav li wê ket dev ji xwekuştinê berda û paşê pê re zewicî û dû re xwedê heband) vardiqile û dibê: “ez ê zêde behsa samanthayê nekim.”

     Werhasil, nivîskarê ku di nava vegotina vê serpêhatiyê de, heqê peyvê ji xwe re nehiştibû,  taliyê bi vegotina xwe, me li ber tabloyekê disekinîne û ji me re dibê; bibînin ku bê ez çilo, yekî ateîst ê ji aliyê hezkiriya xwe ve hatiye terikandin, dikim bawermend, dîsa dikim dilgirtî û li mala xwedê, wî û samantha’ya dildara wî’y duyemîn, wekî du kesên, wê heta bi heta bextewar bin, dizewicînim.

 

Gotina hesenê metê’y negotî, hêna jî di kerrika guhê min de ye: “ li dêrê bixwînin û bextewar bivin.”


h.kovan@hotmail.com

          
Hin Nivîsen Nivîskar

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • 17 Avrêl 2026

  sibehan  te ji qubûra devê xwe dikişînim     êvaran te di sînga xwe de diteqînim   jimara teqînê ji jimara salan dibore k(q)ullek di ozona sînga min de vedibe şi’îrek dibe...

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • 13 Gulan 2026

Devê ji xwendinê vir de dibê mezin e lingê ûjdên, hilnayê di bedena biçûk a însên de      Xwendina ji nivîsê wê de dibê  bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de Di kitêbxaneya devê...

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • 15 Kewçêr 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Destê xwe didim ser gerdûnê.      Nowa destê xwe datîne ser serê gerdûnê, gerdûn li trênê siwar dibe, trên dide rê û rê nema trêna xwe şaş dike li ser sînga vê...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Demirtaş: Tirkiye bila rêya dîplomatîk bide xebitandin

ad

Waliyê Amedê dibistana kurdî girt

ad

Spanyayê tehdîd kir, Katalonyayê bang YE'yê

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran didome

ad

Serketiyên pêşî: Fransa û Swîsre

ad

2025: Artêşên herî mezin ên dinyayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname