logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

'DESTÊN VALA' DILÊN TIJE

  • Dîrok: 06/06/2012

Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di pêvajoya nivîsê de, çi ye ew tişta ku dibe hest û diherike dilê nivîskêr, çi ye, ew tişta di hiş û ramanê de dibe xwediyê cî û war?
Helbet gelek nivîskarên cîhanê, rewşenbîr û şahidê warê xwe ne. Wîjdanê welat û gelê xwe ne. Loma  tê gotin ku nivîskar pênûsa xwe dirêjî zarokatiya xwe û/yan erdnîgariya xwe dike.
Nivîskar Lorîn S. Doğan jî bi awayekî sirûştî wisa kiriye. Pênûsa xwe dirêjî nav zeviyên jiyanê yên ku dil û hiş ew nîşan kirine. Di berhema xwe ya duyem de, dilê xwe kiriye derwêş û derketiya rêwîtiya nav gund û bajarên welatê xwe ku bi têlên direhî, bi mayînên binaxê, bi nobedarên jehrê hatiye perçekirin, hatiye perçiqandin, hatiye xapandin û her wiha hatiye talankirin.
“Destên Vala”* bi çavê zarokan li jiyanê dinihêre. Çavên xwe zîq li nav sînorên mayînkirî kutaye û awir ji dahatûya xwe dide. Bi şêwe û temaya xwe ji berhama berê wê, ji berhema yekem a bi navê “Kirasê Teng” gelekî ne dûr e. Di berhema yekem de jî, serpêhatiyên kes û malbatên kurd ên xizan û belengez bi pênûsa xwe hunandibû û pêşkêşî cîhana kurmanciyê kiribû.
Çîroka “Destên Vala” ya ku navê xwe daye berhemê, ne tenê çîroka bûyereke ji rêzê, ne tenê nîşeyeke rojana ya di nav rûpelên salnameyan de cih digire ye. Belê çi ev çîroka navborî, çi çîrokên dî, serpêhatiya jihevbirîna dê û weledê xwe, jihevdûrxistina bav û zaroka xwe, her wiha çîroka pêvajoya jiyana gelekî bindest e ku di dîrokê de seranser bi her awayî hatiye kuştin e.
Loma dibêjim, heke dest vala mabin, dil tije ne. Ev çîrok jî , ji wî dilê tije fûrîne nav vegotina çîroka nivîskêr. Bi şêweya xwe ya ji xwe bawer, bi hunandina xwe ya xweser,  hêdî hêdî, lê bi gavîn pihêt dimeşe.
Dema em zarok bûn, li Nisêbînê (li warê çîrokên ‘Destên Vala’, di mehên temmûz û tebaxê de, me zeviyên pembû tevrik (çapa) dikir. Min wekî ku di wê germê de,  qurtek ava qerisî vexwar, bi carekê “Destên Vala” xwend. Em ê li benda berhemên nû yên nivîskara xwe bin ku her tim nêrînên me ronî, dilê me hênik be.

b.zelal@mynet.com

 

* Nûçeya eleqedar:

- ‘Destên Vala’ çîrokên tije



Hin Nivîsen Nivîskar

HESEN BÎLDÎRÎCÎ Û ROMANA WÎ

  • 27 Kewçêr 2011

Di wêjeyê de, gelek caran nîqaşa sereke ev e: Gelo di berhemekê de, naverok girîng e yan şêwaza berhemê? Wekî ku me got, nîqaşa sereke û di heman katê de...

DESTHILATDARÎ(!)

  • 29 Gulan 2014

Ku mirov bi awayekî rasterast bifikire û bêje, desthilatdarî, ango serxwebûn, serketin e û her wiha jî bindestî, têkçûn e. Di sirûştiya xwe de ev...

ÊŞA ZIKÊ WAN

  • 28 Kewçêr 2014

Rojeke payîzê ku roj mîna rojeke havînî dinyayê germ dike, ji xeta bakur li binya xetê, li bajaroka belengaz a li pişt têlê, li keleha ku îro bûye warê...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dest pê kir

ad

'Axîneke ji kezebê: Lawikê Xerzî Mahmut Baksî'

ad

Li ser hilbijartina herêmî hin agahî

ad

1'ê mehê, nûçeyên li ser Îranê (Tê nûkirin)

ad

Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê

ad

Daxuyaniya Avesta û Nûbiharê li ser Pêşangeha Hewlêrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname