Ku mirov bi awayekî rasterast bifikire û bêje, desthilatdarî, ango serxwebûn, serketin e û her wiha jî bindestî, têkçûn e. Di sirûştiya xwe de ev rastî hebe jî, di pêvajoya jiyana mirov û civakan de, serkeftin, serxwebûn, ango rizgarî, bi gotineke din desthilatdarî gelek caran, mîna bindestiyê dibe têkçûn jî.
Çiqas pîroz e ku mirovê bindest, ji bo ji bin bindestiya desthilatdarên zalim rizgar bibe, têkeve nav pêvajoya têkoşînê. Bi keda xwe, bi xwîna xwe li hember desthilatdariya zalim, bi mebesta rizgariyê şer bike. Bi rastî ligel pîroziyê, ev yek rûmet e jî.
Di hemû pêvajoyan de, bindest û serdest li nik hev, di heman pergalê de dijîn. Di heman seqayê de, ji heman avê vedixwin, heman nanî dixwin. Loma jî xetereyeke mezin ku her tim li pêşiya mirovê bindest û her wiha civaka bindest de ye, heye. Helbet pêkhatina vê xetereyê û her wiha encam bi hin tiştan ve girêdayî ye. Çi ne ew tişt? Heke pergala ku mirovê bindest dixwaza ava bike ji hêla her kesê civaka bindest ve nehatibe têgihîştin, heke dîsîplîn û cidiyeta rê û rêbazên jiyana ku tê xeyalkirin û xwestin ne li dar bin, heke wateya nirx û rûmeta desthilatdaran wekî mînak, wekî mastere bê dîtin; xetere her tim li devê dêrî amade ye. Tê wê wateyê ku di serê pêşî de, kurm ketiye qurmê. Û qurma ku kurm bikeve navika wê jî tu carî îflah nabe.
Ligel gelek berdiliyên têkoşîna civaka bindest ku dirûvê têkilî, sinc û rewişta mirov-civaka serdest di jiyana bindestan de şîn were, li vir civak azad bibe jî, serxwebûn pêk were jî, desthilatdarî bi dest bikeve jî, ev ne serketin e, ev rasterast têkçûn e. Têkçûneke kambax ku sinc û rewişta mêtingeriyê ya zalimane ji nû ve li dar dikeve, bi ser de jî li ser navê bindestan. Li ser navê bîrdoziya pîroz. Li vir serketina ku xuya dike, di rastiya xwe de têkçûnek e. Pergala dijî-mirovahiyê, bi têkilî û sinc û rewiştê xwe yê qerêjî, ji nû ve, him jî li ser navê bindestî û azadiyê tê avakirin.
Qaşo di civaka nû û azad de, mirovên, kesên nûnerê pergala hovane li ser dar in. Û nêzîktêdayîn, feraset heman feraset û nêzîktêdayîna wê pergala ku li hember şer dikirin û qaşo jê azad bûne. Kes, dirûvê desthilatdarên xwe digrin. Û pergalê jî li gor berjewendî û pêdiviyên xwe yên rojane û jiyanane li dar dixin, birêxistin dikin. Di bingehê de, di dawiya dawî de, tiştek naguhere, heman tas û heman hemam e yê ku giyanê û jiyanê qirêj dike.
Pir zehmet e têkoşîna li hember zaliman. Ev zehmetî, tenê ne ji bihêzbûna zaliman û pergala wan e. Ligel vê rastiyê zehmetiyeke din û ya herî mezin ew e ku mirovê bindest, dirûvê mirovê mêtinger wernegire. Û her wiha pergala kevin ji nû ve li dar nekeve. Ku wisa bû, pergal nayê guhertin. Kesên rayedar, kesên li ser dar ango desthilatdar diguherin lê mixabin darê di destan de heman dar e, neguheriye. Karê ku tê kirin jî heman kar e, mêtingerî, xwînxwarî, dek û dolab û zilm û neheqiyên cur bi cur. Û ya herî girîng jî ew e ku kesên têne perçiqandin jî qet neguherîne lê ji kesan bêtir a pir girîng ew e ku ne kesên bêne perçiqandin û ne jî perçiqandin, ango kedxwarî li holê nemîne ye.
Ku îro em li civaka xwe binêrin, li siyasetmedar, rayedar û di rêvebiriyên herêmî yên ku bi dest ketine de, li desthilatdarên xwe yên şoreşger(!) binêrin; gelo em çi dibînin?
Bi ya min dîtina vê yekê, pir hêsan e. Jixwe dîmen li ber çavan e. Encama ku em tê de ne jî. Her tişt xuya ye. Lê tiştê ku ne hêsanî ye û nayê kirin an nayê xwestin bê gotin, anîna ziman e, vegotin e, lihemberderketin e, nîşandana bertekên nerazîbûnê ye… ev jî her tim, di her civak û heyamê de zehmet e. Kes naxwaze bibe diyarê li ber çavan. Kes naxwaze bibe nîşangeha gotin, lîstik û derbeyan. Kes naxwaze/newêre bibêje kuro lawo/keço, qral tazî ye û him jî çipîtazî ye.
Di nav rêxistinan de hin tişt hene, di nava xwe de, di hundirê çarçoweya wê hebûnê de, tê temirandin an di wê çarçoweya teng û nepenî de tê nîqaşkirin. Gotineke pêşiyan a tirkan heye, dibêje “Kol kirilir, yen îçînde”. Ango, zend dişike di hundirê zendikê de.
Tê gotin, gidîno, bila kes bi kêmasî û şaşiyên me nehise. Bila dengê tira me neçe û bêhna wê ya genî belav nebe. Lê hin pêvajo û hin tişt hene ku êdî ji vê merheleyê derdikevin. Zendik diçire, dengê tirê guhan ker dike û bêhn û pixara genî di pozan de hilnayê.
Ew kesên ku di vê sifreya desthilatdariyê de, bi awayekî cihekî ji xwe re dîtine û kefçiyek bi dest wan ketibe, pêşî cixareya ku dikêşin diguhere, paşê alavên malê. Dûre xanî diguhere yan yekî din li yê heyî zêde dibe, pêre jî tirimbêl. Dûre jî, dûre jî doxîn sist dibe. Bi vî awayî dirûv û kesatiya mirovê çanda mêtingerî û desthilatdar xwe sergihayî dike. Û mîna gezoya di nav zeviya zebeşan de, di gelek giyanan de bi cih dibe û bi vî awayî li civakê belav dibe û pergala desthilatdar ya ku mirovê bindest ji xwe re mîna mastereyê hil dide dest, xwe ji nû ve û li ser navê pergaleke nû û pêşverû ava dike.
Û… û ji her tiştî xerabtir, mirov, civak hînî vê kirûyê, vê rewşê, vê malxerabiyê dibe. Eyn mîna ramangêrê navdar, Aldous Huxley jî dibêje, “Nasbûnî, xemnexuriyê (guhnedêrî) bi xwe re tîne.”


