Rojeke payîzê ku roj mîna rojeke havînî dinyayê germ dike, ji xeta bakur li binya xetê, li bajaroka belengaz a li pişt têlê, li keleha ku îro bûye warê berxwedanê û ji bo hemû mirovên bixîret û şoreşger yên cîhanê bûye sembola rûmetê; li KOBANÎ dinêrin. Di bin ewrên ku ji dûmana teqemeniyan pêk hatiye de, tîrêjên ronahî û hêviyê diçûrisin. Li vê cîhana ku jiyan ji hêla mirovan ve, bi kirinên xwe yên qirêjî bûye aşê êşê, dil disincirin bi evîna azadiyê, bi hêviya mizgîniya rizgariyê.
KOBANÎ, ne tenê zeviyeke ji ax û keviran pêkhatî, ne qeteke bejî ji erdnîgariya bextreş û ne tenê cihekî sînorkirî û binavkirî ye jî; îro Kobanî êdî navê wargeha berxwedanê, keleha rûmeta mirovahiyê, zeviya ku tovên aştî,wekhevî û demokrasiyê tê de hatine çandin e. Sedem û mebestên êrîşkarên çavsor ku xezeba hezar salan di dil û mêjiyê xwe de kom kirine û bi wê hêrs û kînê êrîşî vî warî dikin, ne zêr û dirav, ne neft, ne xurekên jehra li ser kezeba wan in. Tirs û xofa ku ketiye dilê desthilatdariya dilên reşetarî ew yek e ku, li ser vê xakê, di nîvê Rojhilata Navîn a ku bi hezar salan e cih û warê mêtingeriyê, keleha zilmê û her wiha bax û bîstanê emperyalîzma têrnexwar e ku şitlekî nû li ser vê xakê şîn dibe. Tovên jiyaneke nû ku hemû mirovên birûmet di dil û mêjiyê xwe de mezin dikirin, şîn dibin û jîn dibin. Û ji hemûyan jî bêtir, rist û vîna jinê ya di jiyana civakê de berbiçav dibe.
Bi kurt û kurtasî tirsa hovên devbigirêz ji wê ronahiya ku hemû cîhan ronî dike ye, ya ku zikê wan diêşîne ya ku nahêle xew bikeve wan çavên dojehî , sazûmankirina jiyaneke wekhev ji bo hemû ol, mezheb û neteweyên li ser vî warî ye. Kobanî mastereya azadiyê, dergûşa demokrasiyê ye.
Hovên êrîşkar, neyarên ronahî û xweşikiya jiyanê, çavsorên bêjiyên pergala kedxwir, pîçên emperyalîstan, diranên xwe tûj dikin, girêza devê wan xaka pîroz qerij dike û bêrawest şitlên gulên bexçeya mirovahiyê dişikênin, dibirin; diçilmisin kulîlkên teze di şaxên ciwan de.
Helbet, di sedsala bîst û yekem de, di vê serdema ku sînor wateya xwe winda dikin û dinya bûye jûreke biçûk ya bi yek pencereyî, mebest ne perçeyek ax, ne jî bajarokeke belengaz e. Sedem ne erdnîgariyeke qeto qeto sînorkirî û nexşeyeke binavkirî ye, mebest jiyana azad, jiyana wekhevî ya ku li vê zeviyê hatiye çandin e.
Bêtehemûliya li hember vîna azad, dahatûya mirovan e ku bi qasî serê derziyekê keda mirovî neyê xwarin, hêstirên çavan neherikin, dil bi êşa jiyanê neşewitin e… Ji ber vê yekê ye, êrîş û fen û hovîtiya çavsorên dilreş, berê xwe dane Kobanî, warê ku bûye zeviyê azadiyê.
Êdî demsal çi dibe ne xem e, êdî encam çi dibe ferq nake, êdî berdêlî çiqas dibin wekî hev e; ne fenên we, ne lîstikên we, ne hêza desthilatdariya we, ne zirt û gefên we, ji vê gavê û pê ve, ev tovên azadiyê ku di her kêliyê de bi xwîn û xwêdana xort û xamayên cangoriyan têne avdan, tu carî ziwa nabin. Dahatû, dahatûya jiyanek bextewer a gelên bindest û dilsoz e û ev vîn, ev rûmet, KOBANÎ; dê bibe mastere ji cîhana mirovahiyê ya pêşverû re.
Şik û metirsî tê de nîn e; dê tîrêjên roniyê, hemû perdeyên tariyê biqelêşin…


