Diyarname
Ji ber ku Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê Weşanxaneya Avesta û Weşanxaneya Nûbiharê digel ku pêşî vexwendibûn jî negirtin nav pêşangehê, her du weşanxaneya li ser vê rewşê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Em bêyî dest bidinê daxuyaniya Avesta û Nûbiharê diweşînin:
**
Fuara Kitêban a Hewlêrê ji weşanxaneyên Kurdî re girtî ye
Roja 2’yê Nîsanê li Hewlêrê “7’emîn Pêşengeha Kitêban a Navnetewî” vebû. Li gor agahiyên çapemeniyê (Aknews, Rûdaw) ji “12 welatan 330 weşanxane beşdar dibin.” Li fuareke ku li paytextê herêma Kurdistanê û “bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê” çêdibe, temsîliyeta weşanxaneyên Kurdî ji sedî 10 jî nake ku ew jî tenê weşanxaneyên Başûr in.
Ji Rojhilat, Rojava û Bakur tu weşanxaneyan cî negirtiye.
Li ser vê mijarê em wekî du weşanxaneyên Kurdî li Bakur, Avesta û Nûbihar, me pêwist dît ku çend gotinan ji kesên elaqedar re bibêjin:
- Heta îsal ji bo me û ji weşanxaneyên din yên Kurd re nezaketen be jî tu dawetnameyek nehatiye.
- Berî bi 3 mehan weşanxaneya Nûbiharê, ji bo ku beşdar bibe, pêwendî bi rêveberiya fuarê re danî.
- Ji bo beşdarbûnê muraceetek Avesta çênebûye. Li ser daxwaz û israra hin rêveberên kulturî û organîzatorekî fuarê ku weşanxaneyên Kurdî ên li Stenbol û Diyarbekir beşdarî fuarê bibin, Avesta jî qerar da ku bi riya kitêbxaneya Ada ya li Hewlêrê beşdarî fuarê bibe.
- Piştî ku amadekariyên me temam bûn, organîzasyona fuarê bi sedema “derengmayînê” diyar kir ku em nikarin beşdarî fuarê bibin.
- Heta niha tevî hemû zehmetiyan bi salan e ku em beşdarî gelek fuaran bûne, her sal ji gelek ciyan dawetname ji me re tên. Lê mixabin deriyên “Fuara Navnetewî” ya Hewlerê li me girtî ne.
***
Nûçeya eleqedar:
- Pêşangeha Hewlêrê weşanxaneyên Bakur negirtin nav xwe