Diyarname
Pêşbaziya ku di warê nûçe (rojname-TV), fotograf û dîmen (rojname-TV) û rojnamegeriya herêmî di sê waran de hatiye dest pê kirin îsal kete sala xwe ya yazdehan.
Li gor agahiyan endamên komîteya amadekar a pêşbaziyê berhemên ku di navbera 15'ê adara 2007 û 15'a adara 2008'an de hatine weşandin dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin.
Îsal Belma Akçura, Nazim Alpman, Huseyin Aykol, Celal Başlangiç, Mete Çubukçu, Neşe Duzel, Fikret Îlkiz, Aris Nalci, Zeynep Oral, Şirin Payzin, Kamil Tekin Surek, Ahmet Şik, Ferai Tinç endamên juriyê ne.
Xelatên pêşbaziyê di 10'ê avrêlê roja rojbûna Metin Goktepe de bêne dayîn.
Kesên ku bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 18'ê adarê berhemên xwe bişînin vê navnîşanê:
"Metin Goktepe Gazetecilik Odulleri
Eskişehir Mahallesi, Dolapdere Caddesi, Karabatak Sokak, No: 31/2 Şişli/İSTANBUL


