Diyarname
Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa (YMK) li ser betalkirina mebûsiya Hatip Dicle daxuyaniyeke nivîsîk weşand û biryar şermezar kir.
YMK’ê di daxuyaniya xwe de got ku gelek mixabin ku di kêliya gavên agirbestê dihat avêtin, hêviyên çareseriyeke aşitiyane derket pêş de, bê ku ji vîna gelê me re rêz bigirin, parlementeriya birêz Hatîp Dîcle hate xistin û wisa dom kir: “Ev ne tenê bê dadî ye. Li dij zagonên navnetewî, dij etîka mirovî derketin e jî. Di vê sedsala ku hêviyên pirsgirêkan bi rêya dialogan û li ser xeteke aştiyane çareserkirinê derketiye pêş, li Rojhilata Navîn serhildanên gel ji bo demokrasiyê xwe gihandiye qadeke berz, dengên azadiyê bilind bûye de, hîna serî li azînên ne dadî û şîdet afirandinê dayîn, rê ji dîktatoriyeke nû re vekirin, şermeke mezin e.”
YMKê bi vî awayî dawî li gotina xwe anî: “Em wekî YMK; vê helwesta dewlet û hikumeta tirk ku bi saziya xwe ya nav YSK nîşan dane. Ji bo pêşî li vîna gelê me bigire, parlementeriya birêz Hatîp Dicle xistine, bi tundî şermezar dikin. Em bang li hêzên aştîxwaz û demokrat dikin ku bêdeng nemînin, li hemberê vê bêdadiyê ta ku were sererastkirin bertekên têr nîşan bidin!”
***
Nûçeyên eleqedar:
- KCD: Bila BDP neçûna meclisê eşkere bike
- KCD nîqaş dike: Blok dê here meclisê?
- Parêzerên Hatip Dicle çûn YSK'ê
- Parêzerê Dîcle: Biryar bi temamî siyasî û kêfî ye
- Deqeya dawî: YSK'ê mebûsiya Hatip Dîcle betal kir
- Hatip Dicle ji YSK'ê dem xwest
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs