Diyarname
"Mala Baz" navê romeneke nû ye ku li romanên kurdî zêde bûye. Çîroka Mala Baz jî li ser Bedlîsa ku dema di bin mîrekiya kurdan de bû.
Em qala romana nivîskar Cîhan Roj dikin. Cihan Roj piştî gelek pirtûkên din niha yeka din li ser wan zêde kir. Roj, romana xwe ya nû bi navê "Mala Baz" pêşkêşî kurdîhezan kir. Pirtûka ku ji Weşanên J&J'yê derketiye berê xwendevan dide Bedlîsê.
Cîhan Roj ji sala 1993'yan ve bi kurdî dinivîse, yekem pirtûka wî bi navê "Ratîka" di sala 2002'yan de derketibû. Paşê pirtûkên çîrokan, dûre roman... Ev 5'emîn romana wî ye. "Meşa Moriyan", "Perde", "Reş", "Gîtara Bêtêl" û niha jî "Mala Baz."
Mala Baz çîroka Evdal Xanê Bedlîsê tîne ziman lê raste rast naçe ser Evdal Xan. Bi ser gelek çîrokan re, bi ser gelek lehengan re, bi honakek cuda xwendevan dibe Bedlîsê, dibe pirtûkxaneya Evdal Xan. Zilamê her şev xewnan dibîne lê şevek tenê nabîne ku ev dibe sedema pirsgirêkan, Keleşê Dîn, Adîsê kujerê rêbiran û gelek leheng û çîrok... Belê romana "Mala Baz" di nav romanên kurdî de cih girt û wisa diyar e dê cihek baş bigire jî.
- Mala Baz / Cîhan Roj / Weşanên J&J / Roman / 149 rûpel / 2018