AMED
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dawiya vê hefteyê 7'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Di kongreya de dê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê xwendin û her wiha dê ji bo hevserokan û rêveberan hilbiartin pêk bê.
KCD rojên 6-7'ê rezberê li Amedê, li Komplemsa Sporê ya Şaredariya Kayapinarê kongreya xwe li dar dixe. Hemû amadehî temam bûn. Di kongreya ku bi diruşma"Em jiyana azad û neteweya demokratîk ava dikin" li dar dikeve û li bendê ne ku bi sedan mêvan jî beşdarî kongreyê bibin.
KCD ji sala 2007'an ve xwedî mîsyona "meclîsa avaker" e û niha dê ev yek biguhere û wekî "Meclîsa Avakirinê" rola wê ya nû bê diyarkirin.. KCD bi armanca pirsgirêka kurd bi riyên siyasî û demokratîk çareser bike tevdigere û di kongreyê de hemû nasname dê cih bigirin.
Di çarçoveya xebatên kongreyê de li 23 bajarên Kurdistanê delegeyên KCD'ê yên kongreyê hatin diyarkirin. Di hilbijartinên hatin kirin de 301 delege hatin hilbijartin. 200 delegeyên din jî ji saziyên cuda, bawerî û gelên din pêk bên. Ji bilî delegeyên kongreyê dê ji rojava, başûrê Kurdistanê, Ewropa û bajarên Tirkiyeyê gelek rewşenbîr, rojnameger, hunermend, akademîsyen û gelek kesên din bi giştî nêzî 500 kesî beşdarî kongreyê re bibin.
Her wiha Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî jî ji bo kongreyê hatiye vexwendin lê heta niha ji aliyê Barzanî ve tu bersiv nehatiye dayîn.
Li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî dê peyameke ji bo kongreyê bişîne.
Kongreya ku tenê mêvan û delege dê bikaribin beşdar bibin de dê nûnerên 52 gelan û baweriyên cuda cih bigirin. Dîsa tê gotin ku dê Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên DBP'ê Emîne Ayna û Kamuran Yuksek jî tevlî kongreyê bibin. Her wiha Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, mebûsa kurd a êzîdî Viyan Daxil jî dê beşdarî kongreyê bibe.
Ji bo hevserokatiyê tenê du serîlêdan hatine kirin û rewşa dawî dê di kongreyê de diyar bibe.


