logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Welatên ku ji êrîşên çeteyan sûdeyê digirin?

Dema mirov bala xwe bide vê rêxistina hovane ya bi navê DAIŞ’ê ku wekî nexweşiya penceşêrê li herêmê belav dibe, pirsa h

  • Dîrok: 08/08/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rizoyê XERZÎ

Dema mirov bala xwe bide vê rêxistina hovane ya bi navê DAIŞ’ê ku wekî nexweşiya penceşêrê li herêmê belav dibe, pirsa herî pêşî gelo ev kîne û çi dixwazin tê hişê mirov. Gelo ji vî şerê ku li Rojhilata Navîn bi destê çeteyên DAIŞ’ê tê kirin kî çawa sûdê jê dibîne.

Ez di vê nivîsa xwe de li gorî xwe hewl bidin ku hinekî bersiva van pirsan bidin. Di serî de herî zêde ev şerê ku niha tê meşandin bi kêrî hêzên emperyalîst û kedxwar tê û bi vê yekê dê bi dehên salan dîsa ked û petrola van welatan bixwin û bi dehên salan dê bazirganiya xwe ya çekan bi pêş bixin û li hemberî gefên nû bi trîlyonan çekên xwe yên nû daxin bazarê.

Ji bo em bêtir li ser bingeha mînakên berbiçav bersiva pirsa xwe bin, ezê hin mînakên welatan û çawa sûdê ji vî şerî dikin bidim. Wekî mînak Tirkiyeyê bi riya van çeteyan dixwaze pêşî li statuya kurdên rojavayê Kurdistanê bigire, lewre jî ew bercewendiyên xwe di alîkariya van çeteyan de dibîne.

Wekî mînak ew kiyarên hovane ên ku çeteyên DAIŞ û hin komên din ên radîkal bi taybetî li Sûriyeyê kirin, ji serjmkirina mirovan heta bi hemû sûcên şer ên ku dikin bi kêrî êrîşa Îsraîlê jî hat. Bi gotineke din ev şerê hovane yê ku niha Îsraîlê li dijî gelê filistînê dimeşîne heke berî van kiryarên hovanê ên DAIŞ bûna, dê dengvedanek mezin di nava raya giştî ya navnetewî de bida. Lê niha ew êrîşên hovane dema tu wan bi hovîtiyên çeteyan re bidî berhev normaltir tên xuyakirin.

Ji aliyekî din ve jî wan hêzên navnetewî ên bazirganên şer û petrolê xwestin ku hemû gemarî û hovîtiya radîkalên cîhanê li Sûriyeyê komî ser hev bikin û wan bi destê hêzên cuda bidin kuştin û tesfiyekirin. Lê berî tesfiyekirina wan ji xwe re sûdê ji wan bigirin.

Rejîma Sûriyeyê ya ku herî zêde qaşo şerê van çeteyan dike bi xwe sûdeke mezin ji wan digire. Di serî de ew serhildana gel a rewa û mafdar a gelê Sûriyeyê bi kiryar û hovîtiya van çeteyan re di nava lingan de ma. Her wiha ew niha bi riya van çeteyan dixwaze hêzên din ên muxalefeta Sûriyeyê qels û lewaz bike. Niha ew çete li Sûriyeyê li şûna rejîmê şer bi hêzên din ên muxalefetê re dikin û bi taybetî bi gelê kurd re.

Mirov dikare wiha bi dehan mînakan rêz bike lê dawî ez wezîfeyek wan çeteyan a sereke ji bîr nekim, ew jî reşkirina ola îslamê ye.

Xwezî kurdan jî wekî van hêzan li gorî bercewendiyên gelê xwe bida bikaranîn. Wekî mînak xirakirina sînorên Saykis Pico yên ku bê wate bûne. Xwezî dagirkirina çeteyan a Şengalê biba sedem ku hêzên kurd tev bibin yek dil û yek dest û bi hevre parastina gelê Kurdistanê bikin. Lê mixabin di hişê gelekan ji me de Daişên veşartî hene yên ji xwe pêve tukesî qebûl nake.

 

Azadiya Welat 


Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Fîlmên Pêşbaziya Festîvala Enqereyê diyar bûn

ad

Demîrtaş: Kurd hene lê ka dîroka wan?

ad

Gotûbêj û îmze ligel Bateyî

ad

Panelek li ser rojnamegeriya kurdî

ad

Kurdan ji bo Somayê çi gotin?

ad

Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname