logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

Rêxistinên Sivîl yên Başûr: Serkeftina Demirtaş serkeftina gelê Tirkiyê ye

Partî û rêxistinên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bang li gelê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin ku dengê xwe bidin Nam

  • Dîrok: 06/08/2014
  • Beş: Nûçe

HEWLER (DÎHA)

Partî û rêxistinên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bang li gelê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin ku dengê xwe bidin Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.

Li hemû deverên welat piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahetîn Demirtaş herku diçe zêde dibe. Bi vê boneyê li Hewlêrê bi tevlîbuna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên li Başûrê Kurdistanê, herwiha parlementerên YNK’ê û yên Goranê daxwiyaniyek dan çapemeniyê. Daxwiyanî bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li nûnertiya PHD'ê ya Hewlêrê hate dayîn. 

Daxwiyaniya çapemeniyê destpêkê bi zaravayê soranî ya kurdî, ji aliyê endama KNK’ê Perwîn Seîd ve û piştre jî bi zaraveyê kurmanî jî ji aliyê Hindirîn Eşrefî ve hat xwendin.

'Demîrtaş nûnerê edalet û yeksaniyê ye' 

Endama KNK’ê Perwîn, bang li hemu gelê Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin Demîrtaş û wiha dewam kir: “Em di wê baweriyê dene ku serkeftina Selahetîn Demîrtaş wê bibe serkeftina hemû gelên bindest ên li Tirkiyê. Ji ber ku ew nûnerê hemu aştîxwaz û bindestên Tirkiyê ye, nûnerê edalet û yeksaniyê ye. Eger îro kurdek bi nasnameya xwe ya kurdî bibe serokkomar, ev encama tekoşîn û xebata gelê kurd yê li Bakurê Kurdistanê ye.” 

Perwîn, di berdewamiya daxwiyanê de anî ziman ku, îro gelê kurd hişyar bûye û li hemberî şovenîzma Enqereyê em wê êdî serê xwe netewînin. Perwîn wiha pêde çû: “Bi berxwedana gelê kurd, ev sîstem şkestiye, ew hêzên ku destê aştî ji bo gelê kurd dirêj dikin wê bi serkevin. Di vê derê de mînaka Başurê Kurdistanê û Iraqê heye ku serok komarê Iraqê kurde." 

Perwîn, her wiha balkişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi xwîna xwe û îradeya xwe statuyek ava kiriye. Ne pêkane ku li hember zextan dev ji azadiya xwe berdin. Ji bo wê, pergala Rojavayê Kurdisatnê be baştirîn nimuneya pêkvejiyankirinê ya ji bo gelên rojavayê Kurdistanê ye.”

Herî dawî Perwîn got ku namzetiya serokkomariyê ya Demîrtaş wateya nûnertiya hemu gelên li Tirkiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Namzetiya Demîrtaş tê wateya nûnertiya hemû gelên Tirkiyê. Bi vê boneyê em hemû piştevaniya xwe ji Demîrtaş re radigihinin.” 

Navê partî û rêxistinên ku tevlî daxwiyaniyê bûne ev in: 

Bizutnameya Goran 

YNK (Yekitî Nîştîmanî Kurdistan)

Partî Zehmetkêşanî Kurdistan

Partî Ayindey Kurdistan

Bizutnamey Dîmokrati Geli Kurdisatn

Hizbî Rizgarî Kurdistan

Partî Komarî Kurdistan

Hizibeyti Nehre

Encumenî Komelgey Rêkxiraw Medeniyekan

Rekxirawi Sewzi Awrupî Kurdistan

Komelî Rewşenbîranî Mestudi Erdelan

Federasyona Zindanyanî Kurdistan

Rekxirawi Geyandin

Rêkxirawî Cotyarekanî Serdem

Wargeha Ş. Rustem Cûdî

Rêkxirawî Parastinî Jînge û Jin

Rêkxirawî Geşepêdan û Peresendin

Rêkxirawî Awedankiridni Kerkuk

Hizbî Şuî Kurdistan

Parti Parêzeranî Kurdistan 


Herwiha sê parlementerên parlamentoya Kurdistanê 
Bêger Telebanî, Miryemxan, Goran Azad jî beşdar bûn û piştgiriya xwe eşkere kirin.

Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Li Hesekê îro çi qewimî?

news
  • 09 10 2026

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

news
  • 09 10 2026

Hedrekerdoxê ferhengê zazakî Musa Canpolat merd

news
  • 08 10 2026

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

news
  • 06 10 2026

Nawey bi kardî wêndoxêke hame kiştişî, 8 birîndarî estê

news
  • 04 10 2026

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Kerkûk ket destê Heşdî Şebî

ad

Cîgirê Serokê DYA'yê ligel HDP'ê hevdîtin kir

ad

Tîma Duhokê teslîmê Emîr Azrefşan kirin

ad

Reqîbê Spanya Îtalya ye

ad

Bi hezaran kesî silav li Rojava kir

ad

Wezareta Petrolê ya Iraqê hatina ji petrolê ya mehekê eşkere kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname