Diyarname
DBP'ê yekem civîna MP'ya xwe li dar xist û biryar girt: Salvegera Xweseriya Kobanî dê li Pirsûsê bi mîtîngeke mezin bê pîrozkirin.
Endamên Meclisa Partiyê (MP) yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) roja 16'ê mehê bi rojava Kobanî li hev civiyan. MP'ya DBP'ê biryar girt ku di salvegera Şoreşa Rojava, 19'ê tîrmehê de li Pirsûsa Rihayê ku tam li hemberî Kobanî ye mîtîngeke mezin li dar bixe. Mîtîn ji aliyê rêxistina DBP'ya Pirsûsê û Şaredariya Pirsûsê ya DBP'yî ve tê organîzekirin. Şahî ji bo piştgiriya Kobanî û pîrozkirina salvegera Şoreşa Rojava tê lidarxistin. DBP'ê jî biryar girt ku bi hemû hêza xwe beşdarî vê şahiyê bibe.
MP'ya DBP'ê bang li her kesî kir ku 19'ê mehê li Pirsûsê bin.
Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk û Meclisa Jinan a KCD 17'ê mehê ji Amedê ber bi Pirsûsê ve meşeke li dar dixin. Jinan diyar kir ku dê bi hemû hêza xwe di mîtîngê de jî amade bin.
Her wiha li bajarên kurdan ên Bakur piştgiriya ji bo Kobanî, berhevkirina xurek û lazimiyên din didome. Yên bixwazin dikarin bi rêxistinên DBP'ê û saziyên sivîl re bikevin têkiliyê.


