Diyarname
Qeymeqamên wekî kayyûm bi ser şaredariyan kurdan de hatine peywirdarkirin "îcraetên xwe" didomînin. Pêşî li Giyadîna Agiriyê qeymeqanê hatiye peywirdarkirin dest avêt tabelaya bi kurdî û tirkî û kirdiya wê jê bir. Li ser vê li nav raya giştî gelek reaksiyonên tûj hatin nîşandan û mecbûr man dîsa kurdiya wê daleqînin. Di heman demê de li Şaredariya Dêrikê jî tabela hate daxistin.
Li Dêrikê şaredariya di destê DBP'ê de tableya xwe bi sê zimanan, bi kurdî, tirkî û ermenî saz kiribû û tabelayeke rengîn wekî kesk, sor û zer daliqandibû. Qeymeqamê wekî kayyum hatibû peywirdarkirin wî jî ew tabela daxist. Lê wisa diyar e hikumet newêre dest bi de kurdî loma tabela careke din daliqandin. Di tabelaya Şaredariya Dêrikê ya BDP'yî saz kiribû de tîpên bi kurdî û tirkî bi qasî hev bûn, lê ya tayyumê tipên bi tirkî gelek mezin kirine û yên bi kurdî, wekî ku bibêjin em mecbûr in bidaliqînin biçûk nivîsandine. Her wiha rêzika bi ermenkî jê birine. Tabelaya nû tenê bi tirkî û kurdî saz kirine.
Em vê wêneyê wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin. Û nota dawî: Li navçeya Dêrikê dêra bi navê "Kevork" heye û beşek gelê ji navçeyê ermen in. Ji ber vê yekê rayedarên DBP'ê di çarçoveya pirzimanî de tabela bi 3 zimanan daliqandibû.


