Diyarname
Îro li Qibrisê hem hilbijartina şaredarî, hem jî ji bo xalên nû yên Zagona Bingehîn ên nû referandûm hebû. Li gor encamên ne fermî li Dipkarpazê berendamê "Cumhuriyetçi Turk Partisi Birleşik Guçler' (Hêzên Yekbûyî Partiya Tirk a Komarê) Suhpi Coşkun ku ji Mûşê ye bi ser ketiye.
Li Qibrisê bi navê Lefkoşa, Gazimagusa, Girne, Guzelyurt, İskele 5 navçeyên navendî hene. Di bin van navçeyan de jî bajarok hene. Bi giştî 28 cih ji bo dengên xwe bidin û ji bo xwe şaredarek hilbijêrin çûn cem sindoqan. Li gor encamên ne fermî CTP-BG'ê 14, UBP'ê 5, DP-UG'ê 1, TDP'ê 1 û 7 şaredar jî wekî serbixwe hatine hilbijartin. CTP-BG bi diruşma "Yildizli Belediyecilik" (şaredariya bi stêrk) ketibû hilbijartinê û kampanyaya xwe li gor vê sazkiribû.
CTP di sala 1970'ê de ji aliyê Ahmet Mithad Berberoglu ve hatiye avakirin. Diruşmên wê "yekbûyî, têkoşîn, piştgirî" ne û CTP wekî çavdêr endama Sosyalîst Enternasyonal e. Dema Serokê CTP'ê Mehmet Ali Talat bû Serokomarê Qibrisê li seranserê dinyayê navê xwe belav kir. Niha Serokomariya Qibrisa Tirkan di destê UBP'ê de ye, lê Serokomarî yanê hikumeta Qibrisa Bakur di destê CTP'ê de ye. Ev CTP îro di hilbijartinê de careke din bi ser ket û şaredarekî wan jî kurd e.
Şaredar Suphi Coşkun ji bajarê Mûşê ye. Malbata wî di sala 1976'an de ji Mûşê bar kiriye Dîpkarpazê. Dema tê Dîpkarpazê dewlet 100 dolim erd dide wan, ew dixebitin û heta îro wekî qibrisiyek kar dikin. Ew îro ji bo şaredarî hat hilbijartin.
Dîpkarpaz cihek tûrîstik e. Nifûsa wir nêzî 6 hezaran e ku di nav de tirk, kurd, yewnan jî hene. Li vê bajarokê Manastira Apostolos Andreas heye ku rûm her tên serdana wê.
Di hilbijartina îro ya Dîpkarpazê de li cem 7 sindoqan deng hatin dayîn. Li Dîpkarpazê li dor 1500 deng hene. Li gor encama 6 sindoqên (dike sedî 85.71'ê dengan) ku hatin vekirin Coşkun 679 deng, piştî wî berendamê UBP'ê 509 deng, berendamê DPUG'ê 133 deng girtin. Piştî vebûna sindoqa 6'an Coşkun serketina xwe ragihand.

Suphî Coşkun ku hat hilbijartin ji Mûşê ye.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


