Festîvala Fîlmên Karkeran tê
Diyarname
Festîvala Fîlmên Karkeran îsal 17’emîn car li dar dikeve. Festîval piþtî pandemiyê îsal hem online,hem jî rû bi rû li dar dikeve. Temaþekirina fîlman bê pere ye.
Festîvala Fîlmên Karkeran 1’ê gulanê dest pê dike û heta 8’ê mehê dê bidome. Îsal ji 20 welatan 69 fîlmên metrajdirê, kurtefîlm û belgefîlm hene. Ji van 49 fîlm ji Tirkiyeyê, 20 jî ji derveyî Tirkiyeyê ne. 15 ji yên Tirkiyeyê yekem car derdikevin pêþberî temaþevanan.
Merasima destpêkirina festîvalê 2’yê mehê saet 19.30 de li Moda Sahnesiya Kadikoya Stenbolê li dar dikeve û bi ser hesabê Youtebe ya festîvalê re jî dê zindî bê belavkirin. Gava pêþî ya festîvalê li Stenbol û Enqereyê li dar ikeve. Di þevê de dê plaketa sipasî û rûmetê bibin lîstikvan Nur Surer. Her wiha wekî fîlmê destpêkirina festîvalê dê fîlmê derhêner Fikret Reyhan ê bi navê “Çatlak” bê nîþandayîn.
Nîþandayînên online bi ser Youteba festîvalê re dê bênê pêþkêþkirin. Nîþandayînên rû bi rû jî li Stenbolê di navbera 5-8’ê mehê de li Sînemaya Þaredariya Kadikoyê Sînematek/Sînemaevî, di navbera 6-8’ê jî li Navenda Çanda Fransiz a li Taksîma Stenbolê bê pere bêne nîþandayîn. Di nav fîlmên têne nîþandyîn de hin ên bi kurdî jî hene.
Ji bilî nîþandayînan festîval îsal Komxebata Civakên Sînemayê bi hevkariya Fîlmkoopê li dar dixe. Ev xebat 7’ê mehê saet na bera 14.00-17,00’an de li Sînematekê dê li dar bikeve.
Hin fîlmên dê bêne nîþandayîn:
- Zamanýn Rengi / The Color Of Time
- Sýcak Yatak / The Everwarm Bed
- Hafýza Yetersiz- Hrant Dink Ýçin Bir Film
- Li Bajêr Binihêre, Ji Bo Ku Tu Di Bîr Bînî û Bibejî
- What Made Her Do It? ( Bunu Ona Yaptýran Neydi? / Çi ev yek bi we kir?)
- Bir Tribun Hikâyesi
- Hakikat: Þeyh Bedreddin / The Truth: Sheikh Bedreddin
- Beni Sevenler Listesi / The List of Those Who Love Me
- Patrida
- Zamanýn Rengi / The Color Of Time