Bîra min a li ber xitimandinê min neşehitîne, me havînekê hev du nas kir.
Li tevî min gelek nivîskarên ku îro rahiştine şûr û mertalên xwe û daketine qada şer, wan wextan di qul û qawirên xewlecî de, di xewletgehên herî tarî de nikilê xameyê xwe disûtin bi rûyê kaxiza spî, tejika îbadet û ayînê!
Jixwe, rojekê, piştî sohbeta dûdirêj a li mala wî bi xwe, tika ji min kir, û got, ‘mamoste heyran…filankes ketiye etra dîtina te…dixwaze te nas bike!’
Min dilê wî nehişt û neşikand; piştî vê sohbetê bi du rojan min berê xwe da cihê nivîskarê îro ‘pêlewan’!
Tirs, taybetiya her mexlûqî ye!
Ez jî tirsiya me, bizdiya me…hem jî gelek caran!
Lê heyran, dema ku ez çûm cihê nivîskarê îro ‘qaqiboxwêz’ û ‘pêlewan’, û bi bişirîn û rûyekî bi ken min silava Xweda veda û min destê xwe dirêjî destê wî kir, ew e ku mîna roviyekî derbxwarî waqîn pê neket!
Dema ku min dît bizdiya, min jê re mesele vegot û min jimara telefona Dost dayê da dilê xwe bike cih!
Ciwanmêr texsîr nekir, dest avêt destikê telefonê û jimar li dû hev zîvirandin:
- Alo…bira, yekî wisa wisa hatiye, dibêje ez Arjen Arî me…
Pirqîniya Dost ya ku ji bihîstoka telefonê pengizî derdorê hê di guhê min de ye.
Û jixwe ji bîra min naçe, mahdê ciwanmêr yê di wê kêliyê de zer ê zerhimî, hema bibêje qişûf, qetran!
Qetran navê berhema Çiyayî ye.
Ji helbestên wî yên mîna ‘qetrê’ dilop bi dilop ji dilê birîndar û giyanê wî yê nazdar nizilîne ser sifreya ‘dîwanê’ dê bixuye ku Dost peyvên qer ê qetranî xistiye çavên bi kul yê helbesta kurdî!
Dost, dema ku dikeniya jî, kenê wî yê ku dixwest şahiya govendekê li dar bixe li palên rûyê wî, nedikarî êşa heyî ya di hinavên xwe de civandî, veşêre:
Kenê wî bi xwe mîna êşeke fediyok li erdnîgariya rûyê wî belav dibû!
Dost êşkêşek bû!
Ji hemû êşên heyî û kişandî, raste rast mîna ku bixwaze bi êşkêşiya ji helbestê bikevîne; xwe di ber helbestê de diêşand, xwe diwestand!
Yan na, di wî temenê ciwan de, ku hê dê gelek fîşek biajota devê tifinga helbestê, bi pênûsê xwe yê çapilî ev ristên li jêr diteqand?
dem dawiya payîzekê
şev derbasokên xwîn-mij
bêdil be jî berê rojan
ji êvar de dikeve alî koç-giriyê!..*
Her koç ji şûnwarekî radibe, berê xwe dide şûwarin din.
Mirin jî koçberiyek e, Dost
Min di havîneke mîna vê havînê de tu nas kir!
Me di havîneke mîna vê havîne de tu winda kir!
Rêya te ber bi Koçgirî, ber bi Dêrsim de …
Oxir be Dost, oxir be!
21/07/2008/
*Qetran, Dost Çiyayî, Weşanger Avesta, Ji helbesta ‘xewnên xwîn-lixwekirî’